Engîn: Yên ku bi koran razên wê şaş rabin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, tevlî bernameya "Rojeva Welat" a radyoya Dengê Kurdistanê bû û referandûma li Başûrê Kurdistanê, gefên lê tê xwarin û xeteriyên li pêşiya başûr, nirxand.

Engîn diyar kir, ku mafê her kesî heye ku referandûm bike û gelek caran jî wan daxuyaniyên bi vî rengî dane. Engîn ragihandin, ku di esas de jî dijberiya PKK'ê ya li hemberî feraseta dewletê rave kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ku derê dewlet hebe dizî, komkûjî, zext û dijbertiya azadiyê heye. Dewlet ti caran nebûya ya gelan. Gotina 'netew-dewlet' bi xwe berovajî ye. Dewleta neteweyan nabe. Dewlet ya çînekî ye, berîka xwe tijî dike. Di gelemperiya cîhanê de ev pênç hezar sal in ev hatiye ceribandin. Dewlet xwe bi navê artêş, polîs û hwd. vedişêre. Lê di encamê de jî cihê ku dewlet lê heye, qirêjî heye. Mînak, hê li Başûr dewlet tine, dîsa jî çi qasî behsa diziyê tê kirin. Niha derketiye holê ku bi dewleta Tirk re bi mîlyaran dolar tîcareta petrolê hatiye kirin. Kurdistan parsel parsel hatiye firotin. Bifikirin ku ev bibe dewlet wê hê kûrtir bibin. Lê carina li ser çapemeniyê wisa nîqaşên provokatîf tên kirin û nîqaşên me berovajî dikin. Derveyî Kurdistan û dewleta Kurdistanê, em li dijî feraseta dewletê ne. Lewre cihê ku dewlet lê heyî tenê şer û faşîzm heye. Va mînaka dewleta Tirk, Sûriyê û Iraqê. Dewlet ev e." Engîn diyar kir ku dewlet, reng, netewe û baweriya wê çibe jî wê qirêj û faşîst be.

Engîn der barê referandûma ku PDK'ê li Başûr pêk aniye wiha axivî, "Niha li Başûr gelê me çû ser sindoqan. Lê niha li ser Başûr êrîşên dijwar hene. Ji Amerîka bigire heta Ewropa û hêzên dagirker di asta jor de daxuyaniyên dijber hatine dayîn. Ew gotinê wan e, me eleqedar nake. Lê ev referandûm wê ji bo Kurdan bi xwe re çi bîne? Mînak em tenê qiyasekî bikin. Niha li Rojava têkoşîneke pir dijwar dimeşe. Ew têkoşîn biratiya Kurd û Ereban pêş dixe. Ev referandûma Başûr wê ji gelê me re çi bîne? Ew ê biratiya Kurd û Suryaniyan, Tirkmenan û Ereban bi xwe re bîne an jî wê dijminatiyê pêş bixe? Wê ev rêbaz bi xwe re xeterayan bîne. Dewletên Îran, Iraq û Tirk jî tehrîk dikin. Ger ku şerekî dijwar di navbera Kurd û Tirkmenan an jî Ereban de derkeve, berjewendiya kê tê de heye? Herî zêde behsa Îsraîl dikin, çima? Ji ber ku Îsraîl di devê topê de ye. Mafên gelê Cihû jî hene, em dijberê wê nafikirin, Rêber Apo di pareznameyên xwe de pir vekirî aniye ser ziman. Rengekî vê herêmê ne divê ew jî wekî gelên din bijîn. Lê rê û rêbaza ku Îsraîl hate avakirin di nav dewletên Ereban de rêbazên netewe-dewletê û kapîtalîzmê ne. Ev nêzî 70 sal in ku Îsraîl hatiye avakirin. Her di nava şer de ye. Ji ber wê Îsraîl piştgirî dide Başûr. Ne ji ber ku Îsraîl heyrana Kurdan e piştgirî dide. Divê wî şerî ji ser xwe bavêje. Dixwaze Kurdan û Ereban bîne dijberî hev, di navbera wan de şer derbikeve. Ji bo ku ew bikaribe di wê de rê de bi rehetî nefesê bide û bistîne. Di vê maneyê de ev wekî provokasyoneke xuyak dike. Lê xeta Neteweya Demokratîk fikrê biratiya gelan û aştiyê pêş dixe."

ERDOGAN TAM TEŞHÎR BÛ, LÊ LI SER NAKOKIYÊN XWE YÊN BI BARZANÎ, TÊKILIYÊN XWE BI HÊZÊN MÊTINGER RE CAREKE DIN ÇÊKIR

Kasim Engîn gefên Erdogan yên li ser Başûrê Kurdistanê jî nirxand û bal kişand ser piştgiriya PDK'ê ya ji Erdogan re û wiha berdewam kir, "kî Erdogan li ser piyan digire? Erdogan kî ye? Niha li cîhanê derveyî malbata Barzaniyan ti dostên wî nemane. Erdogan hêzeke tam teşhîrbûyî bû, lê li ser nakokiyên xwe û Barzanî, têkîliyên xwe bi hêzên mêtînger û dagirker re careke din çê kir. Derdora wî hatibû dorpêçkirin, lê careke din nefes girtin. Ev girîng e. Ev hêza faşîst û mêtînger, îro li Başûr di 18 nuqteyan de baregeh ava kirine. MÎT û leşkerên xwe bi cih kiriye. Em van dizanin. Kî ew anîne? Malbata Birêz Barzanî anîne. Ka hûn dostên hev bûn? Naxwe çima tehdît dikin? Wekî din jî welat û gelê me bi birçîbûnê tehdît dikin. Ka hûn derkevin ji welatê me birçîbûn bila bibe derdê me. Di navbera Başûr û Tirkiyê de 14 mîlyar dolar tîcaret tê kirin. Erdogan dibêje 'em ê wanê li ser we bigirin'. Ka bila Barzanî tîcaretê bi wan re neke, ka kî wanê li ser kî digire? Dewleta Tirk û Erdoganê faşîst wê birûxe, birçî bimîne an Kurd? Tehdîtên wan hemû propagandayên vala ne. Divê xema Kurdan nebe. Lê em dibêjin derveyî mêtîngeran, wê têkîliyê gelan çawa bin, em li van difikirin."

YÊN KU BI KORAN RE RAZÊN WÊ ŞAŞ RABIN

Engîn bal kişand ser têkîliyên Barzanî û Erdogan ên berê ku Barzanî tevlî kongreya wan bûbû, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê alîkariya siyasî û aborî dabû Erdogan. Engîn bal kişand ser mijara xetereyan lê gef û berjewendiyên mêtîngeran wan elaqedar nakin û wiha got;  "Bi Tirkî dibêjin 'yên ku bi koran re razên, şaş radibin'. Bila dilê gelê me rehet be, bila yên ku bi koran re razayî bifikirin. Bila yên ku mîlyaran dolar û bi şev û roj bi wan re tîcaret kirî bifikirin. Yên ku petrola Kurdistanê bi qîmetekî pir kêm firotine dewleta Tirk û hiştine ku ew dîktatorên faşîst li serpiyan bimînin bila bifikirin. Yên ku çûne kongreyên wan û li çepika dan bila bifikirin. Bila yên ku bi hezaran leşkerî faşîst anîne Başûrê Kurdistanê bifikirin."

KA TI KURD BÛYÎ

Engîn herî dawî jî di daxuyaniya xwe de ku Barzanî gotibû, "bila Erdogan tevlî karê me nebe, eleqeya xwe ji me neyîne, di sînorê xwe de çi dike bila bike jî rexne kir û got, "Ka ti Kurd bûyî, ka 25 mîlyon Kurd hebûn? Yanî dibêje, 'Kurdên Bakurê qetil bike, ez tiştekî nabêjim'. Ev Kurdîniye? Ku da vê welatparêzî ye? Ev hemû pirsgirêk in û pir cidî ne. Divê siyaseteke hamasî û li ser esasên populîstiyê neyê kirin. Ya din jî qedera me hemûyan eleqedar dike. Tenê çend malbatan eleqedar nake. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê eleqedar dike, xetereya li ser wan xetereya li ser me ye û ev jî sedemeke têkoşînê ye ji bo me. Lê ev sedema têkoşînê vala vala û li ser esasê dijminatiya gelan neyê derxistin. Di navbera Kurd û Ereban de dijminatî derkeve û bandora xwe li ser perçeyên din jî bike, ev ne siyaseteke rast e. Divê em tiştên ku gelan bike dijminê hev nekin. Bi aqlêselîm tevgerîn pêwîst e."

DIVÊ BIRYARÊN HEVPAR Û SIYASETEKE HEVPAR DERKEVE

Engîn herî dawî got, diviyabû biryareke bi vî rengî di Kongreya Neteweyî de bihata girtin û wiha dawî li nirxandinên xwe anî, "Bila biryarek derketibane û hemû hêzên leşkerî bûbane yek. Dîplomasiyeke giştî derketiba, bila Kurdan berjewendiyên xwe hevpar, hevbeş biparasta di hemû qadên cîhanê de. Wê destên Kurdan bihêztir bûba, lê niha ne wilo ye. Yên herî nêzî wan dewleta Tirk bû, qaşo ala wan radikirin, bi hev re tîcaret dikirin. Lê îro çiqas gefan lê dixwin. Ji bo wê dîsa bêjim, 'yên ku bi kor re razê, wê şaşî rabe."