Encama çalakiya Şemzînanê giran dibe: 21 leşker hatin kuştin

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di çalakiya gerîlayên HPG'ê de ku li dijî yekîneya ewlekariyê ya qereqola Çemanê hate kirin, 2 jê cerdevan 21 leşkerên Tirk hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Li Cîlo jî gerîlayan derb li helîkoptereke Skorsky dan.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê nûçegihanên me yên li herêmê ve hatin ragihandin, duh danê sibehê saet di 05:50 de, gerîlayên HPG'ê ji sê baskan ve li nizamiyeya rê û yekîneya ewlekariyê ya qereqola Çemanê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê xistin.

Wesaetiya zirxî ya bi tîpa Kobra û wesayitên sivîl ên li nava qereqolê bi roketên B7 û çekên taybet hatin rûxandin. Piştî ku agir bi wesayitan ketin, gerîlayan xwe berdan nava çeperên leşkeran û yekîneya nîzamiyeyê bê bandor kirin.

Nûçegihanên me ragihandin, ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî girtine, di vê çalakiyê de 2 jê cerdevan 21 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Hat ragihandin, gerîlayên HPG'ê her wiha dest danîn ser çekek G3 û kalaşnîkovê.

LI DIJÎ QEREQOLAN ÇALAKIYÊN BI HAWANAN

Wekî din, gerîlayên HPG'ê bi hawan û çekên giran li qereqolên Çeman, Begijne û Beluta xistin. 

Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

ARTÊŞA TIRK BOMBEYAN LI HERÊMÊ DIBARÎNE

Nûçegihanên me diyar kirin, ku piştî çalakiyê bi saetan herêm bi helîkopterên bi tîpa Kobra hate bombekirin. Qereqolên li ser sînor jî herêma Xakurkê bomberdûman dikin.

Danê vê sibehê balafirên şer û keşfê li ser herêmê geriyan. Helîkopterên bi tîpa Skorsky jî car carna herêmê bombe dikin.

GERÎLA NEHIŞT KU HELÎKOPTERÊN SKOSKY LEŞERAN DEYNIN SER CÎLO

Wekî din, duh saet di 14:30 de artêşa Tirk hewl da bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe deyne Keleha Perixanê ya Cîlo. Gerîlayên HPG'ê nehiştin ku leşker bên danîn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, ku gerîla derb li helîkoptereke Skorsky dane. Artêşa Tirk hawan û obusan diavêje herêmê.