Emîne Şenyaşar: Çima kes qîrîna me nabihîze?

Emîne Şenyaşar: Heta ku edalet bi cih bê anîn ez ê çalakiya xwe dewam bikim. Ez bimirim jî ez ê ji vir ranebim.

Jinek ku cilên reş li xwe kiriye û li serê wê jî laçika reş girêdayî ye û li pêşberî nivîsek ku bi tîpên mezin "Bingeha milk edalet e" hatiye nivîsîn rûniştiye, destên xwe berbijor rakiriye û vê pirse dipirse, xwedayê mezin dadmendî ketiye destê zalim û hêzdaran, ma tu nabînî?” Ev qîrîn li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê dest pê dike û li nava hemû bajar belav dibe. Ev qîrîn ji bo bangî qeterihm, bêwijdan, ker û koran dike. Ew dengê ku dixwaze, koşkên dadmendiyê ji kokê ve dorpêç bike, dengê dayika Emîne Şenyaşar a ku di demek nêz de bûye şahide komkujiyê ye.

'JI BO DADMENDIYÊ EZ TÊDIKOŞIM'

Xwedawend Themisê ku li hember zaliman bi şûrê dadmendiyê disekine û nûnertiya dadmendî û bêaliyê dike, ji Yewnan a Antîk heta Rihayê di şexsê dayika Emîne Şenyaşar de bi giyan dibe. Dayika Emîne Şenyaşar bi bi gotinên "Ez nizanim ê kengê mêzîna dadmendiyê di aliyê mazlûman dakeve. Dadmendî li vî welatî di jêrzemînên tarî de ye, lê ez ji bo vî tiştê têdikoşim." Bi hevre em çîroka edaletê û jiyana dayika Emîne Şenyaşar ku dilbirîn û rûndikê çavê wê qet kêm nebe binêrin. 

XÊRXAZ Û WELATPARÊZEK QEDÎM

Di sala 1990’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin, valakirin û talankirin. Ji ber polîtîkayên şer xizanî her ku çû zêde bû û gundiyên nedikarî debariya xwe bikin, ji bo debariya jiyanê berê xwe dan navçe û navendên bajaran. Malbata Şenyaşar jî yek ji van malbatan e ku di sala 1990’an ji ber xizaniyê ji gundê Tilhûk (Tümsekli) berê xwe dan navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Ev malbat her çiqas di 14’ê Hezîrana 2018’an de bi komkujiyekê re derbas bû û raya giştî wiha naskir jî lê li Rihayê bi welatparêzî û mirovhez ji aliyê xelkê Pirsûsê ve tê naskirin.

SEFERBERIYA KOBANÊ

Emîne Şenyaşar di sala 1956’an de li gundê Aşmê hatiye dinê û tevahiya zarokatiya wê li Aşmê derbas bûye. Emîne Şenyaşar di temenê 20 salî de ji gundê Tilhûk bi Hacî Esvet Şenyaşar re dizewice û li vî gundî bicîh dibe. Li gund 7 zarokên Emîne û Hacî çêdibin û di sala 1990’an de ji bo debariya jiyanê berê xwe didin navçeya Pirsûsa Rihayê û li vir bicîh dibi. Di demek kin de malbata Şenyaşar li Pirsûsê di nava gel de xwe dide heskirin û bi xelkê navçeyê re dibe weke malbatekê. Kesên xizan û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye Hacî Esvet destê xwe yê alîkariyê dirêj dike û dibe parçeyek ji jiyana wan. Li Pirsûsê Hecî Esvet û malbata xwe ji nêz ve weke mirovhez, welatparêz û xêrxaz tê naskirin. Her wiha di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê jî ji aliyê niştecihên Kobanî û bi taybet jî xelkê ji bo alîkariyê diçû li ser sînor û ji bo rojnamevanên herêmê malovanî kiriye. Hacî Esvet di dema êrîşên li ser Kobanê de di nava mala xwe de seferberî îlan kiriye û ji bo niştecihên Kobanî yên dihatin herêmê bûye bira, dost û heval. Ev rojên dîrokî ên di dîroka Kurdisanê de cihê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandî jî Hacî Esvet jî yek ji van kesên welatparêz û bi doza Kurd re girêdayî ye.

DI NAVA ROJEKÊ DE TEVAHIYA JIYANA WAN HAT GUHERTIN

Malbata Şenyaşar beriya Hilbijartina Giştî ya 2018’an navçeya Pirsûsê wekî xêrxaz, mirovhez, welatparêz, esnaf û bazirgan dihat nasîn, jiyana wan a ku di nav rojekê de hat guhertin rewşa siyaseta Tirkiyeyê ya di demên nêz de derdixe holê. Hemû Kurdistan, Tirkiye û dinya şahidiyê li gotinên polîtîk ên wekî ji hev cudakirin û ne ji xwe ku çawa li ser malbatekê didin diyar kirin dike.

DU KUR Û HEVSER LI PÊŞ ÇAVAN QETIL KIRIN

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parlamenterê AKP’ê  Îbrahîm Xelîl Yildiz derketiye serdana esnafan,  bi ferdên malbatê û parêzvanên xwe re hatiye cihê karê malbata Şenyaşaran, di encama bûyera ku li vê derê rû da ye de ji malbata Şenyaşaran Celal Şenyaşarê 41 saliyê bavê 3 zarokan, Adil Şenyaşarê 36 salî li vir bi giranî birîndar dibin. Ji ferdên malbatê ên din Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar jî ji derên xwe ên cuda birîndar dibin. Hecî Esvet Şenyaşarê 67 salî û Emîne Şenyaşar bûyera ku hatiye serê zarokên xwe  dibîhizin û tên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dixwazin zarokên xwe bibinin. Lê li ber çavên Emîne Şenyaşar hevser û 2 kurên wê linç dikin û qetil kirin.

'ERDOGAN HEDEF NÎŞAN DA'

Malbata Yildiz a ku alîgirên AKP’ê ne bi çekên giran dikevin nexweşxaneya ku walî, parêzgar, emniyet û wezîr  tê de ne, bav û 2 zarokên wî li ber çavên Emîne Şenyaşar qetil dikin. Li Goristana Pirsûsê dema her sê cenazeyan dispêrin axê polîs bi ava şid û gaza îsotê êrişî gel dike. Di bin êrişên polîsan de her 3 cenazeyan dispêrin axê. Emîne Şenyaşar bi zêmar û girî,  "kurên min ez bi qurbana we, bi rojî bûn, birçî çûn" digot û êş û azarên wê nedisekinîn. Piştî qetikirina bav û du kuran, Serokomarê Tirk Erdogan ev kes weke ‘terorîst’ binav kirin û malbata Şenyaşar hedef nîşan da.  

Dayika Emîne Şenyaşar dibêje, min zarokê xwe dibin şertên herî zehmet de mezin kirin û zarokên min ji aliyê çeteyên alîgirên AKP’ê yên malbata Yildiz ve hatin qetilkirin. Dayik Şenyaşar wiha dibêje: “7 zarokên min hene, 5 kur û du qîz. Qîza min ya mezin ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û qîzek wê heye ew jî niha li ba min e. Em malbek bi çanda xwe ve girêdayî ne û ji bo vê jî hemû zarokên min li ba min dimînin. Piştî ku em ji gund hatin Pirsûsê hemû xelkê navçeyê ji nêz ve me nas dike. Hevserê min Hacî Esvet ji aliyê niştecihên Pirsûsê ve pir dihat heskirin û qîmet pê didan. Hacî Esvet mirovekî welatparêz û mirov hez bû. Kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heba timî destê alîkariyê dirêj dikir. Ev tişt me heq nedikir, ji ber ku em Kurdekî bi axa xwe û çanda xwe ve girêdayî bûn ev komkujî bi serê me hat."

'MALOVANÎ JI XELKÊ KOBANÊ RE KIR'

Dayik Şenyaşar bibîrxist ku berî bûyer pêk bê ew bi kurê xwe Ferît re nû ji Umrê vegeriya bûn û wiha got: "Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de gelek nîştecihên Kobanî xeta sînor derbas kirin û hatin vî alî. Wê demê nêzî 57-58 malbat li mala me bicîh bûn. Me deriyê mala xwe ji mirovên xwe re vekir, ew kesên hatin hemû Kurd bûn û xelkê me bû. Tişta pêwîst me kir. Welatiyên ji bo alîkariyê ji bajarên din dihatin dîsan me deriyê xwe ji bo wan vekir. Malek me li gund hebû ew mal Hacî Esvet rojnamegerên ji bo şer bişopînin hatibûn herêmê bicîh kirîbûn. Hemû pêwîstiyên wan Hacî Esvet pêkdianî."

ROJA KOMKUJIYÊ

Şenyşar, behsa roja bûyerê kir û wiha dom kir: "Roja bûyer ruda ez çûm dikanê û min bi kurê xwe Adil re axivim. Kurê min got, ez gelek westiyayîme. Pişre ez ê çûyîbam ligel kurê xwe Celal, lê ji ber li ba wî kiryar (müşteri) hebûn ez neçûm. Pişre ez çûm li malê û min hinekî xwe dirêj kir, zila telefonê lêxist û min nêrî kurê min Celal e. Wê demê meha remezanê bû. Celal ji min pirsî, ‘dayê ji bo fitarê te çi çêkiriye’ Min got, xwarina sifrê  ‘tepsi yemeği’ çêkiriye. Piştre Celal got, ‘Dayê xwarina dagirtî ‘eprax’, (Dolma) çêke’ min jî got, kurê min direnge ez ê sibê çêkim. Ev ji min re bû xem. Piştî çend kêliyan neviyê min hat malê û got, ‘pirê hinek kes li dikanê bi bavê min re nîqaş dikin’ Ez rabûm li ser xwe û min berê xwe da dikanê. Ez di rê de diçim, jinekê ez rawestandim û got, ‘hinekan zarokên te li dikanê gulebaran kirin, neçe wê te jî bikujin’. Ez bilez ketim ser rêya dikanê, di rê de min hevserê xwe Hacî Esvet dît û em bi hevre çûn dikanê. Em gihiştin dikanê li wir polîsan destûrneda ku em têkevin dikanê. Demek dirêj zarokên min bibirîndarî li erdê man û ti kesê ji ber malbata Yildizê AKP’î nediwîra nêzî birîndaran bibin û wan rakin nexweşxaneyê. Lê pişre me bihist ku zarokên me rakirine nexweşxaneyê. Ez û hevserê xwe çûn nexweşxaneyê. Dema ku em gihiştin nexweşxaneyê malbata Yildiz dor li nexweşxaneyê girtiye û çawan çav bi Hacî Esvet ketin bi hevre bi kêr, dar û hesinan êrîşî hevserê min Hacî Esvet kirin. Hevserê min derbkirin û bi hesîn li serê wî xistin."

'HEM ÇETE, HEM DIZ HEM JÎ TOPIZ IN'

Dayik Şenyaşar da zanîn ku çawan çeteyên DAIŞ’ê li Rojava êrîşî Kurdan kir, li nexweşxaneya Pirsûsê jî malbata Yildizî AKP’î jî wiha êrîşî zarokên min kirin: "Malbata Yildiz li Pirsûsê çete ne, dizin û topiz in. Weke çeteyên DAIŞ’ê li serê xelkê bûne bela. Li pêş çavê min hevserê min Hacî Esvet û du zarokên min qetilkirin. Wê Fadil jî qetil bikirin lê ji ber wî rakirîbûn nexweşxaneyek din û piştre rakirin Amedê ew bi birîndarî filitî. Lê hîna birîndar bû ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û ew şandin girtîgehê. Piştî ku zarokên min qetilkirin dîmenên kamereyan jî desteserkirin û destûr nedan ti kes bikeve nexweşxaneyê. Wê şevê jinûve nexweşxane boyax kirin û delîlên sûç ji holê windakirin. Lê dîmenên dikanê li destê her kesê de heye. Ev malbat çeteye, di hemû saziyên dewletê yên Pirsûsê de cîh girtine. Zext û zordariyê li xelkê Pirsûsê dikin. Xwe weke xwediyê Pirsûsê dibînin. Hemû karên qirêj dibin van da heye û dikin."

LÊGERÎNA TAZÎ

Dayika Şenyaşar ku peyva edaletê ti carê ji axaftina wê kêm nabe, cardin pirsa “Edalet li ku derê ye?” kir û got: "Ez niha zindî me lê bi giyanî najîm. Ez dixwazim ku kesên zarokên min qetilkirin bên girtin. Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim. Ger dixwazin bila min bigirin. Lê ez ê ti carî jiyanek wiha qebûl nekim. Ez ji ber ku daxwaza edaletê dikim, bi çendîn caran hatim binçavkirin û kurê min Ferît hate derbkirin. Di wextê binçavkirinê de ez neçarî lêgerîna tazî kirim."

'VÊ ZILMÊ HER ROJ BI ME DIDIN JIYÎN'

Dayik Şenyaşar anî ziman ku armanca êrîşê tinekirina hemû malbatê bû û ev tişt got: "3 giyanê me qetilkirin. Yên man jî hemû birîndar bûn. Kurê min ê din Fadil jî ev 3 sal in girtiye û di hucreya yek kesî de tê girtin. Dixwazin wî jî di wir de birizînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Ji vê zilmê re êdî bese. Êdî taqeta me nemaye. Zilmê li malbata me dikin. Gelo çima edalet tineye? Çimanê kurê min di hucreya yek kesî de digirin? Bav û birayên kurê  min kuştin û ew jî xistin girtîgehê. Yên ku em qetilkirin jî her tim li ber dikana me digerin. Çavên min ji girînê kor bûn. Em diçin gel dozger bera me didin. Daxwaza edaletê dikin polîs êrîş dikin û me binçav dikin. Edalet tineye! Her roj vê zilmê bi me didin jiyîn. 3 kes ji malbata min qetilkirin. Kurê min jî xistin girtîgehê."

'QÎRÎN Û HAWARA EDALETÊ'

"Ev çi pergal e, çi hiqûq û edalet e. Edalet kengî mir, edalet kengî ker û kor bû? Çi kirin ji edaletê? Çima deng jê nayê? Çima qêrîna me nabihîzin? Ez dev ji nobeta xwe bernadim heta ku ez edaletê neynim vî welatî, ez dest ji nobeta xwe bernadim. Kujer li derve re ne, kurê min ê ji mirinê filitiye ceza dikin. Xwedê rojek zû vê dewletê xirab bike."

Ev qîrîn û hawara Emîne Şenyaşar a dayik e ku 34 roj in li pêşiya Qesra Edaletê ya Rihayê di nobeta edaletê de ye.