BI DÎMEN

'Em ê vê hovîtiya ku goristanên me xera dike têk bibin'

Malbatan nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan ku goristanên li Nisêbînê xera dike û gotin, "Gelo cihê vê yekê di kîjan ol, kîjan baweriyê de heye? Zilmek mîna vê, hovîtiyek mîna vê nîne."

Dewleta Tirk, ku navçeya Nisêbînê hilweşand, goristanên li navçeyê jî xera kir. Hêzên dewletê, goristanên li Nisêbînê ku gorên şehîdên PKK'ê û sivîlan lê ne xera dikin. Hêzên dewletê her wiha goristana ku bi giranî gorên oldarên çûne hecê lê ne û weke 'Goristana Haccac' di nava gel de tê binavkirin, xera kirin. Şêniyên Nisêbînê ji ber xerakirina goristanên wan gelekî bi hêrs in. Latîfe AKyuz, Şukriye Çetîn û Nûrê Tarlak, ku gorên zarokên wan li van goristanên hatine xerakirin e, dibêjin ew ê li pêşberî vê hovîtiya dewletê bêdeng nemînin.

'EM Ê DEST JI WAN NEQERIN'

LATÎFE AKYUZ: Kurê min li goristana Haccacê radizê. Kurê min Kazim Akyuz (Botan) di sala 1990'î de dema gerîlayê PKK'ê bû şehîd bû. Gora kurê min xera kirine. Ez niha wan wehşan re dibêjim; gelo xerakirina gorê di kîjan ol, di kîjan mezhebê de heye? Cihê xerakirina goristanan di ti ol û baweriyan de nîne. Em ê vê qebûl nekin, divê kesek qebûl neke. Di şerê navbera olan de jî hurmet ji miriyan dihat girtin, destûr dihat dayîn leşkerên dijmin miriyên xwe veşêrin û hurmet ji goristanan re dihat nîşandan. Lê ev nikarin xwe miriyên me jî ragirin. Nikarin xwe li konên me yên serxweşiyê jî ragirin. Ji wan bê ew ê miriyên me ji gorê derxînin, êrîşî wan bikin û ji nû ve miriyan bikujin. Gelo ev ne guneh e? Bila ew kesê bi Quranê daxive ji me re bêje; di kîjan baweriyê de cihê vê heye? Bêguman em ê vê qebûl nekin û em ê dest ji van neqerin.

'JI ME NAYÊ EM HEMAN HOVÎTIYÊ LI KESÎ BIKIN'

ŞUKRIYE ÇETÎN: Keça min Adîle Çetîn di salên 90'î de li nava refên PKK'ê şehîd bû. Min di xewna xwe de dît ku gora keça min hatiye xerakirin, piştre dema çûm goristanê min dît bi rastî jî hatiye xerakirin. Gora keça min xera kirine. Gora jintiya min a piştî zarok jê re çêbû jiyana xwe ji dest da, xera kirine. Çi PKK'yî çi jî sivîl, gora her kesî xera kirine. Ne kevirê li ber serî, ne dîwar hiştine, her tişt xera kirine. Gelo ev ji Xwedê natirsin? Bombekirin, xerakirin, şewitandina goristana gelekî, gelo cihê we di nava mirovahiyê de heye? Gorên şehîdên me, heciyên me xera kirine. Ji me nayê ku heman hovîtiyê li kesî bikin.

'WÊ HESABÊ VÊ BIDIN'

NÛRÊ TARLAK: Her kesên li wan goristanan radizên, zarokên me ne. Ew gor gorên şehîdên me, heciyên me, zarokên me, hevsera/ê me ne. Gora her kesî xera kirine. Ji bo xerakirina gorên me, Kurdbûna me sedemeke têrker e. We bajar xera kirin, gelo hûn çi ji goristanan dixwazin? Ew mirî ne, bûne ax. Gelo dibe mirov li miriyan bixin, li goristanan bixin? Ya ku niha li miriyên me, li goristanên me tên kirin, di ti serdemê de nehatine kirin. Gora hevserê min Hasan Tarlak li wir e. Goristanên me xera kirin, qîma xwe bi vê jî nanîn, nehiştin em biçin serdanê. Em ji goristanê qewirandin. Ciwanên me, zarokên me dikujin. Malên me, gorên me xera dikin. Em ê êdî destûrê nedin vê. Em ê li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Wê hesabê van kiryarên xwe bidin. Em ê vê hovîtiya ku goristanên me xera dike, têk bibin.