'Em ê li ser xeta şehîdan bi ser bikevin'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan got, tevgera Kurd wê li ser xeta şehîdan ber bi serketinê ve bimeşe.

Bi wesîleya 40. salvegera şehîdên meha Gulanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Merasîm di heman demê de, di salvegera 34. a şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mehmet Karasûngûr de pêk hat. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, Cemal Şerîk, endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî û gelek gerîla tevlî merasîmê bûn.

Merasîma leşkerî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Kalkan ji gerîlayên di merasîmê de amade bûn, axivî. Kalkan got, "2'ê Gulanê 34. salvegera şehadeta endamê komîteya navendî ya partiya me û fermandarê berxwedana me ya Hîlwan-Sêweregê hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me Îbrahîm Bîlgîn e ku di sala 1983'an de li Qendîlê şehîd bûn. Yekemîn salvegera şehadeta endamên Konseya Fermandaran a HPG'ê hevrê Azad Sîser û Çekdar Amed in, ku di sala 2016'an de li Amedê şehîd bûn. Di salvegera van şehadetan de em hevrê Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çekdar Amed, di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza xwe ya serxistina armancên wan careke din dubare dikin."

Kalkan meha Gulanê weke meha şehîdan bi nav kir û wiha dewam kir: "Me dest bi meheke din a Gulanê kir. Em di salvegera 40. a şehadeta hevrê Hakî Karer de ne, ku di 18'ê Gulana 1977'an de ji aliyê sîxurên TC ve li Dîlokê hat qetilkirin. Em di 40. meha şehîdan de ne, ku di her rojeke xwe de bi dehan şehîdên me yên leheng hene. Ji şehîdê destpêkê yê partiyê û têkşîna azadiyê, şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer, ku Rêber Apo ji bo wî digot 'mîna ruhê min ê veşartî bû' heta şehîdê me yê dawî yê mezin Bedran Cûdî, di nava têkoşîna destanî ya 40 salên lehengî de, artêşek ji şehîdên leheng a zêdeyî sih hezarî ava bûye."

Kalkan got, "Rastiya şehîdan rê nîşanî me, gelê me û mirovahiyê dide. Pêkhatineke mezin a Rêbertî nîşan dide. Ji ber ku meşeke bi vî rengî ya lehengiyê daye destpêkirin û ji bo me û gelê me artêşeke azadiyê ya têk naçe ava kiriye, em di salvegera 40. a şehîdan de silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em careke din dibêjin, li ser xeta şehîdan, em ê têkoşîna xwe ya netewebûna demokratîk, partîbûn û gerîlabûnê, bi ruhê serketinê heta dawiyê bimeşînin." 

Dûran Kalkan bal kişand ser dersên dewlemend û dîrokî yên di nava têkoşîna mezin a 40 salan de derketine holê û wiha pê de çû: "Di ti serdema dîroka Kurdistanê de, daneheviyeke têkoşîna şoreşgerî ya 40 salan a bê navber derneketiye holê. Têkoşînên demkurt jî bi hêsanî hatine pelçiqandin û ji ber ku hêzên dagirker nehiştin herdemî bibin û daneheviyekê ava bikin, rejîmeke ku Kurdistan parçe kiriye û înkar û îmhayê li ser civaka Kurd ferz dike, hatiye afirandin. Meşa mezin a azadiyê, ku Rêber Apo li dijî vê rejîmê dan destpêkirin, bi şehîdên me yên leheng veguheriye rewşeke mayînde û têk naçe.

Em li ser bingeha rastiyeke bi vî rengî dest bi sala 41'ê ya şehîdan dikin. Pêşengiya PKK-PAJK'ê heye, ku bi rêberiya Rêbertî û şehîdan bûye partîbûna me. Artêşeke me ya têk naçe heye, ku şehîdên me yên leheng pêşengiyê jê re dikin. Hêzên HPG-YJA Starê hene. Rêxistinbûneke me ya civaka demokratîk, ku bi têkoşîna 40 salan hatiye afirandin û ji mirovahiyê re bûye mînak heye. Pêvajoyeke meya netewebûna demokratîk heye. Ev hemû, bi qasî nirx û destketiyên mezin ên dîroka Kurdistanê ne, her wiha yên dîroka Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ne. Em bawerin, di sala 41'ê ya şehîdan de wê hîn bêhtir xwedî li van nirxan bê deketin, bên mezinkirin û bê pêşvebirin. Em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan, nirxên nû li nirxên heyî zêde bikin. Weke partî, gerîla û gel, biryardariya me li ser vê bingehê ye. Ji her demê bêhtir em nêzî jiyana azad in. Îdîa û vîna me ya afirandina azadiyê, ji her demê xurtir e.

Li ser bingeha vê rastiyê, di sala 41'ê ya şehîdan de em ê hê mezintir şer bikin, hê bêhtir li ber xwe bidin, xwe perwerde bikin, li ser xeta Rêbertî û şehîdan xwe bi rengekî hê rasttir nû bikin û ji nû ve bafirînin. Em ê hîn bêhtir bixebitin û sala 41'ê ya şehîdan, di mijara azadiya Kurdistanê, demokratîkkirina Rojhilata Navîn û afirandina şert û mercên azadiya Rêber Apo de bikin saleke serketinên mayînde. Îdîaya me li ser vê bingehê ye. Meşa me li ser bingeha serxistina vê yekê ye. Ji bo girtina encamê jî, biryara me tam e.

Em roj û meha şehîdan a 40. weke partî û gel li ser vê bingehê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên leheng bibîr tînin. Wan her tişt ji bo me afirandin. Ew bûn rastiya jiyana azad. Wan rastî afirandin. Jiyana azad û ya rast, şehîd bi xwe ne. Rêber Apo dibêje, Şehîd bi rengê PKK-PAJK'ê dijîn. Şehîdên me her tim, li her cihî çavkaniya me ya herî xurt a hêzê ne. Wan rêya rast, rêya jiyana azad, rêya serketinê nîşanî me dan. Bi hêza ji wan digirin re, em careke din li hizûra şehîdên xwe yên leheng soza xwe dubare dikin, ku di sala 41'ê ya şehîdan de li her cihî û her demê em ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û bi ser bixînin. Em careke din hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê, di şexsê hevrê Hakî Karer û Bedran Cûdî de careke din bibîr tînin.

Em abng li hemû hevrêyên partiyî û gelê xwe dikin, ku di meha şehîdan de her roj şehîdên me yên leheng bibîr bînin, çalakiyên bîranînê lidar bixin, biçin serdana şehîdgehan, ji her demê bêhtir xwe nêzî şehîdan bikin û li ser xeta Rêbertî û şehîdan, bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' têkoşîna azadiyê geş bikin."

Piştî axaftina Kalkan, Şanoya Çiya li ser girîngî û wateya rojê şanoyek pêşkêş kir. Piştî xwendina nivîs û helbestên li ser cangoriyên têkoşîna azadiyê ya PKK'ê, merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.