'Em ê li dijî her cûre êrişên siyasî û leşkerî rawestin'

Ji fermandarên YBŞ'ê Şêx Şemo destnîşan kir ku wê li ber her cûre êrişên siyasî û leşkerî yên li ser Şengalê rabin û bang li ciwanên Êzidî kir ku tevlî nava refên YBŞ û YJŞ'ê bibin û pêşî li planên neyaran ên li ser Şengalê bigirin.

Di derbarê planên PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şêx Şemo ji ANF’ê re axivî.

Şemo di destpêka axaftina xwe de got ku YBŞ piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hate damezrandin û gelê Êzidî diparêzin û hêzekî fermî yê Iraqê ye. Şemo wiha pê de çû: “Gelê me yê Êzidî çi biryarekê bide em bi wê re ne û çi pêwîst bike heta eger canê me be jî em amade ne ku pêşkêş bikin.”

YBŞ, DENGÊ DAYIK Û XWIŞKÊN ÊZIDÎ YE

Şemo her wiha tekezkir ku YBŞ di rojên zor û zehmet de hatiye damezirandin û li berxwedaye. YBŞ dengê dayik û xwîşkên Êzidiye. Em li Iraq û Şengalê hêzekî fermî ne. Divê ji bo her biryarê ku li ser gelê me bê dayîn nêrîna me bê girtin. Şemo axaftina xwe wiha domand: “Me serdana Bexdayê jî kir û me ji wan re ragihand ku ew biryara we hatiye redkirin û nayê qebûlkirin. Gelek aliyên bi hêz jî piştgirî dane me.”

Şêx Şemo bal kêşand li ser hin aliyên siyasî ku ji bo serî tevlê hev bikin ku YBŞ wek hêza PKK’ê bi Bexdayê dane nasandin û got: “PKK li Şengalê xwedî rolekî girîng bû û bi dehan şehîd da. Rê vekirin da ku bi sedan kes ji dayik û xwîşkên Êzidî nekevin destê DAÎŞ’ê, lê dema erka xwe temam kirin û Şengal rizgar bû wan xwe ji Şengalê vekişand. Em tim sipasiya wan dikin, lê em wek YBŞ hêzekî Iraqî ne û ji keç û kurên Şengalê pêk hatine.”

ÇI PÊWÎST BE EM Ê BIKIN

Şemo di dewama azaftina xwe da zanîn ku eger plana li ser Şengalê bixwazin pêk bînin ewê bertek nîşan bidin û ragihand: "Em li gel Neteweyên Yekbûyî jî civiyan û me ji wan re jî got ku em qebûl nakin ku ew plan li navçeya me pêk bê. Gelê Şengalê nakeve nav leyîstokên siyasî yên Barzanî, Tirkiye û Serokwezîrê Iraqê da ku wê planê li ser gelê me pêk bînin. Ji bo ku wê planê vala derxînin, çi pêwîst be emê wek YBŞ bêdeng namînin."

EM ÊRÎŞÎ TU KESÊ NAKIN, EGER ÊRÎŞÊ ME BIKIN EM Ê LI BER XWE BIDIN

Şêx Şemo got, "Eger bixwazin bi zorê wê peymanê li ser Şengalê ferz bikin, wê demê em dibêjin ku em ê êrîşî tu kesê nekin, lê ew bêne navçeyê û êrîşî me bikin wê çaxê em ê li ber xwe bidin. Vêca çi êrîşê siyasî be yan leşkerî, em ê li hemberî wê rawestîn."

Şemo di dawiya axaftina xwe de ji keç û xurtên Êzidî xwest ku tevlî refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û ji bo pêşiya planên neyarên gelê Êzidî bigrin hêza Êzidxanê mezin bikin.