'Em bi biryar bûn ku berxwedanê geş bikin'

Yek ji gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li qada Sîdayê di tunela şer de li ber xwe da Felat Engîn got, "Me biryar dabûn ku berxwedanê heta dawiyê mezin bikin. Me nehişt ku dijmin bi hêsanî qadên me dagir bike, em ê nehêlin."

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Zapê ji 15'ê Nîsana 2022'an û vir ve dewam dikin. Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî niha li tunelên şer ên li nêzî gundê Sîdayê dewam dike.

Yek ji gerîlayên ku li tunelê şer ên li vê qadê li ber xwe da Felat Engîn qala berxwedanê kir.

"Di 2’yê Îlonê 2022’yan de dijmin êrîşa ji bo dagirkirinê berfireh kir û berê xwe da herêmên Sîda û Çomço yên ser bi bajarokê Şêladizê yê navçeya Amediyê. Vê şevê bi awayekî pir dijwar li ser wargeha şehîd Fedakar a Sîdayê dijmin leşker danîn. Welê bû ku mirov digot qey operasyona li ser Zapê nû destpê kiriye. Di şevekê de tenê li ser herêma Şehîd Fedakar ku gireke û herêmek pir teng e dijmin 35 caran leşker danîn û bi awayekî pir dijwar êrîşên hewayî pêk anîn. Her roj bi helîkopteran êrîş dibir li ser vî girî. Piştî vê bi bejahî jî xwe ber dan herêma Sîdayê. Ji xwe herêma Zapê bi giştî di nava operasyonê de bû. Ez bi xwe bûme şahid ku rixmê hemû teknîka ku propagandayê wê dikin û behsa wê dikin, di bin êrîşên hewayî yên dijwar de û tevgera hewayî yê bênavber a balafirên keşfe jî her roj nêzî 15 heval ji derve di nava eraziyê de bûn û xebatên xwe jî dimeşandin. Hevalan ji aliyekî ve xebatên xwe yê rêxistinî dikirin, hêz bi rê dikirin ji bo operasyonê û amadekariyên xwe dikirin. Weke ku dijmin propagandayê xwe dike di rastiyê de ne wisa ye û êrîşên wan jî ewqas ne bi encamin. Ji xwe dema dijmin tevgera xwe bi bejahî ber bi herêma Sîdayê ve û li ser tunêlên şer fireh kir, em bi dijmin re hatin hemberî hev û ji xwe dijmin jî mesajek wisa dida ku ew ê êrîş bike. Em jî li benda dijmin bûn ku were û amadekariyên me hebûn. Di van deman de jî gelek çalakî li ser dijmin hatin lidar xistin û dijmin nedikarî bi rehetî tevbigere. Raste dijmin êrîş û tevgera xwe berfireh dikir lê rewşa derûnî ya leşkeran têk çûbû. Hevalek ji dûrve fîşekek biteqanda leşker,diketin panîkê û wisa bersiv didan ku qey du artêş li hember hev şer dikin. Weke ku ew qala xwe dikin ne bi vî rengî ye. Dibêjin me êrîş bir ser şikeftên wan, me ew îmha kir û em wan tine dikin, di rastiyê de ne wisa ye û vê rastiyê jî herî baş ew bi xwe dizanin lê vedişêrin. Ka çiqas bi tirs ve nêzî mevziyên hevalan dibin leşker pir baş dizanin.

BIRYARA ME HEYA DAWÎ BILINDKIRINA BERXWEDANÊ BÛ

Ez bi xwe li Tunelên Şer ên herêma Sîdayê dimam. Dema dijmin êrîş kir, ya girîng ne ew e ku ka mewziya me bi çi awayî ye ji bo şer, girîng ew e ku ger sengerek biçûk jî be bi qasî em dikarin tê de şer bikin, derbê li dijmin bixin û nehêlin ku dijmin bi rehetî were û axa me dagir bike. Ji bo me ya girîng jî ew bû. Çend rojan dibe bila bibe me biryara berxwedan û şer debû li hember dijmin. Bi vê armancê me jî amadekariyên xwe yê dawî kirin. Di 16’yê Îlonê de dijmin hat nêzî kampa me û pêdiviyên xwe dikşandin û me jî dewam wan dişopand û dem bi dem li ser wan çalakî dikir. Ji xwe me biryara xwe dabû ku em ê li ber xwe bidin, me nedikarî bihêlin ku dijmin were li ser wargeha me û xwe bi cih bike. Gelek bîranînên me û keda me li wir hebû, me yê şer kiriba li hember dijmin.

DIJMIN NE LI BENDÊ BÛ EM Ê LI HEMBER WÎ LI BER XWE BIDIN

Di serdema niha de karakterê şer hatiye guhertin. Carna tiştên pir cûda diqewimin û bîranînên ecîb çêdibin. Dijmin li ser girê şikeftê bû û ber bi deriyan ve dihat. Deriyekî me di berpalê de bû ne deşîfre bû û dijmin dema hat destpêkê ew derî nedît. Em li bendê bûn ku dijmin bikeve hindir û em jî destwerdanê li wan bikin û bi çekên ferdî li wan bixin. Dijmin  di navbera xwe de diaxivîn. Me bi mîkrofonê li wan guhdarî dikir. Navê leşkerekî Eren bû. Ew leşker bi fermandarê xwe re diaxivî û digot; fermadarê min li vir kabloyek heye û ew kablo diçe vê kunê. Fermandar jî jê pirs dikir û digot; diçe ku derê kablo? Leşker bersiv dida û digot; li vir kunek heye û dişibe devê tunelê. Fermandar bi xwe hat lê nihêrî û ew jî ferq nekir ku tunel e û wisa fêm kir ku mevziyek serbixwe yê di erazî de ye. Leşker xwest bikeve hindir lê fermandar nehêşt bikeve hindir û jê re got em ê li gorê kordînatên dest xwe de tevbigerin. Me dizanî ku hinek derî û pencere yên kampê deşîfre ne û dijmin wê ji wan deran êrîş bîne. Ew fermandar berpirsiyarî ranekir ku leşkeran bişîne hindir. Me bihîst ku bi cîhazê diaxive û ji jora xwe pirs dike. Piştre 2 leşker ketin hindir û me jî dest li wan werdan. Dem kurt şer çêbû, dest bi qîrkirinê kirin û digotin birevin. Lê me zelal nekir ku çend kuştiyên wan çêbûn. Êdî di kampê me de şerê tunelan dest pêkirbû. Ji ezmûnên salên borî, ji berxwedana Siyanê me dizanî ku dijmin wê çekên kîmyewî bikar bîne û me jî li gor wê tedbîrên xwe girtin. Ji xwe roja destpêkê dijmin hêj beriya cihê xwe çêbikin dest bi teqemeniyan kirin. Di rastî de hêviya dijmin ne ew bû ku di wan tunelan de berxwedanî çêbibe û şer biqewime. Ji ber wê jî pir rehet nêz dibûn. Dema dîtin em her car bersiv didin wan vê carê hinekî pozîsyona xwe guhertin. Vê carê ew jî bi tedbîr dihatin û wisa êrîş dikirin. Ji xwe şerek singesing nedidan meşandin û piranî bi teqemenî û çekên kîmyewî êrîş dianîn û 24 demjimêran ew êrîşên xwe nedidan seknandin. Bi taybetî danê şevê her serê seatekê 2 bombe diavêtin ber derî. 

ME TEQEMENÎ BI FERMANDAREKÎ PAYEBILIND DE TEQAND

Hejmara me jî ne ewqasa zêde bû. Dema me dît dijmin zêde xwe nade ber derî, vêcarê me xwest em wan bikşînin ber deriyan. Ji bo ku em bikaribin derbê li dijmin bixin. Deriyekî me hebû ji xwe balafiran lê xistibû. Ew derî jî piranî rûxiya bû û tenê kunek biçûk ku tê de ronahî jê diket hindir mabû. Me jî di wir de mîkrofonek bi cîh kir ku em bikaribin li dijmin guhdarî bikin. Leşkeran du sê rojan carekê dihatin û ew der kontrol dikirin. Leşkeran çopê xwe diavêtin wê derê ku dema em tên deng derbikeve û pêbihesin ku em di tevgerê de ne. Leşkeran li wir tiştek hesap nekiribû. Di vê tunelê de, kunek hebû ku ji derve dinêrî. Me jî got ger ku we derî girtibe em ê jî wê derê bi kar bînin. Me ew kun hinekî din fireh kir. Bi qasî ku mirovek bi zehmetî bikaribe tê de derbikeve. Me dixwest em di wir de çalakî li ser wan bikin lê belê derfet çênebû. Me wir bi paçên leşkerî kamofle kir û teqemeniyek bi cîh kir û mîkrofonek jî pêve girêda ji bo em deng bibîhîsin. Ji xwe ew der nêzî derî bû û her roj kontrol dikirn. Piştre leşkerek xwe nêzî wê kunê kir. Ferq kirin ku li wir tiştek heye. Fermandarekî wan û çend leşker hatin ser. Me jî ji xwe dengê wan dibihîst. Me sebir kir ku hejmarek zêde kom bibin û em wisa mayinê biteqînin. Fermandar ji leşker pirs dikir ka berê ew paç li wir bû an na, wî jî jêre got ku nû dibîne. Ew leşker diyar bû ku berê jî di operasyona de cîh girtiye an jî perwerde dîtîye. Ji fermandarê xwe re got ku ew kun ji bo guhertina hewaya hindir, di tunêlên dinê de jî tê bikar anîn. Fermandar jî qebûl nekir. Ji leşkerê  xwe re got biçe paçê rabike, leşker hat lê newêriya ku destê xwe bida paçê. Ji fermandar re got ez nikarim rabikim, diyar bû ku ditirse. Li wir di navbera wan de nîaqaş çêbûn. Leşkerek xwest biteqîne wê derê lê fermandar nehîşt. Fermandar nedikarî leşkeran bişîne ku paçê rabikin ji ber ditirsiyan. Piştre ji fermanarê jorê xwe re gotin. Vê carê fermandarek wan yê dinê hat. Dengê wî weke yekî bi temen xuya dikir û di diyalogan de xuya bû ku fermandarek payebilind e. Ew fermandar bi xwe hat ser paçê, wisa xwe nêz kir ku dengê nefes kişandina wî dihat. Hemû leşker hatin li ser kom bûn û me jî ew firsend bikar anî teqemenî bi wan de teqand. Bi zelalî me dengê 7 leşkeran li wir bihîstibû. Bi qasî ku me bi alîkariya hevalên ji derve jî zelal kir bi yê payebilind re 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê ji xwe dijmin pir bi dijwarî li derdora xwe didan. Di heman cihê de piştre me çend carên din çalakî pêk anî.

BANGEWAZIYA TESLÎMYETÊ DI QIRIKA WAN DE MA

Ji ber wargeha me li ser gir bû, çend derî li aliyek û çend derî jî li aliyê  din meyze dikir. Hinek deriyên tunelan ji xwe berê de dijmin bi balafiran lêdabû û deşîfre bû. Me jî wê carê ji vê aliyê ve amadekarî kirin. Ji xwe ji destpêka operasyonê ve her roj dijmin bi balafiran li wan deriyan dixist. Bi awayek dijwar li ser wir êrîş pêk dianîn. Dijmin destpêkê xwe neda wan deran û me jî li wir amadekarî kiribûn. Ji xwe dijmin nediwêriya xwe bida ber wan deriyan zêde. Bi roj dihatin û şevê jî dîsa diçûn ser deriyan û bi bombeyên destan êrîşê derî dikirin. Me jî di demjimêrên şev de di wan deriyan de teqemenî bi cîh kirin. Rojekî dijmin seherê zu bere xwe da wan deriyan. Hevalan dengê leşkeran di mîkrofonan de dibihîsin û agahî dan ku dijmin hatiye. Dest leşkeran de megafon hebû û ez bawerim dixwestin ku bangewaziya teslîmiyetê bikin. Ji xwe çawa xwe nêz kir beriya bangewazî bike me teqemenî pêde teqand û bangewaziya wan di qirika wan de hişt. Êdî ne deng û ne rengê wan ma. Ji xwe ew derî jî hate girtin û dijmin hat û wê deriye vekir û em jî xwedî amadekarî bûn. Dema xwestin bikevin hindir tunêlê me destwerdana wan kir. Ji ber tunel teng bû jî, ew nedan berçav ku wir de zêde êrîş bikin. Piştre dîsa mecbur ew derî bi xwe girtin. Ji xwe dema maddeyên kîmyewî bikar dianîn li ser me, deriyan pêwîst bû bigrin ji bo me di hindir de bifetisînin. Çend carên din di deriyên dinê de jî xwestin êrîş bikin lê nedikarîn. Vêcarê me derî vedikirin û ew jî dihatin dîsa deriyan digirtin. Dîtin ku nabe vêcarê kamerayek mobese danîn hemberê deriyê.

TEKNÎKA DIJMIN LI DIJÎ DIJMIN DA ŞUXLANDIN

Leşkeran vê carê ji bo ku bikaribin hindirê tunelan deşîfre bikin û li hindir binêrin kamerayek anîn ku bi dînamoyê dixebitî. Ew kamera darek pêve girêdabûn û dirêj dikirin nava tunelan. Ji ber bi xwe nedikarîn bikevin hindir tunêlê ew rêbaz pêşxistibûn. Me li wir teqemeniyek bi wan de teqand û 2 leşker tevî kameraya wan îmha kir. Dijmin her roj nêzî 13 caran teqemeniyan dikir. Dixwest hemu tunelan ser me de biruxîne. Carna bi bêr û biviran û bi teknîkê dest xwe de ser tunelan dikolan ji bo biruxînin. Bi dijwarî teqemenî dikirin. Em jî ji bo xebatên dijmin biden seknandin û nehêlên ku bi rehetî tevbigerin mecbur bûn rêbazan pêş bixin. Me her dixwest ku dijmin bikşînin nêzî deriyan. Em bi zanebûn şev diçûn ber kameraya mobeseya wan û tevdigeriyan. Çend caran hatin me mayin di wan de teqand. Me wê carê ew kameraya wan ku dînamo têde hebû bikar anî. Me dînamo derxist û bi tetîka BKC ve girêda û berê wê da deriyan. Me ji durve jî kontrol dikir. Ji xwe kengê xwe nêz kiriban me dengê wan dibihîst. Cihên wisa ku me texmîn dikir dijmin xwe nêz bike, di wan cihan de me BKC bi cîh kir. Me bi vê rêbazê gelek caran pêşiya teqemeniyan girt û kengê me dixwest ji durve me li dijmin dixist.

Gelek caran hevalan ji derve alîkarî didan me û li dijmin dixistin. Rastiya şer jî hinek wisa bû di erazî de de jî mirov divê li dijmin bixe. Ruxmê vêya ku dijmin li ser hemu deriyan xwe bi cîh kiribûn û derî xistibûn bin kontrolê û her roj jî balafiran le deriyan dixist, dîsa jî aliyê derunî ve nerehet bûn û ditirsiyan. Şevek hevalan ji tunêlê derketin derve û hewayî fîşekek teqandin. Ji xwe armanc ew bû ku dijmin tehrîk bibe. Çawa hewayî fîşek teqiya dijmin her der gulebaran û topbaran kir û digot qey 100 kesan êrîş biriye li ser wan. Ji bo hewayî fîşekek çi çek nema ku neşuxlînin. Yanî bi zelalî xuya dikir ku ji aliyê ruhî û derûnî de çi hatiye serê wan. Rixmê hejmara me kêm jî bû lê nekêmî 150 leşker li ser vî girî di tevgerê debûn. Di destê me de jî teknîkek wisa zêde nebû, tenê çekên me yê ferdî û BKC û B7 ên me hebûn. Yê dijmin jî çi defetê wan hebûn ji bo me îmha bikin seferber kiribûn. Lê dîsa jî heya dawî jî tîliya hevalekî me xwîn nebû û zirarek negihîşt hevalekî. 

LI SER ME HER CÛREYÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û TEQEMENÎ BI KAR DIANÎN

Dijmin çiqas bêje ku em çekên kîmyewî bikar naînin lê neraste, em bi xwe bûne şahîd ku bikartînin. Ew jî bi xwe vê rastiyê dizanin lê dixwazin herkesî bixapînin. Ew carna bixwe dibêjin em gaza bîber bikar tînin lê ne tenê gaza bîber, her cure çekan bikar tînin. Hinek çekên wan ên kîmyewî rengê xwe zer bûn. Weke tozê bû û bi dîwarê ve dizeliqî û dema temasê cihek an jî avê kiriba rengê wî hemû zer dikir. Dîsa cureyeke dinê rengê xwe nebû û heyanî te nekişandiba te ferq nedikir hatiye bikar anîn û qirika mirov dişewitand, weke bêhna Sodyum Hipoklorit jê dihat. Em nikarin bêjin ew çek li ser me hîç bandoriya xwe nebû, bandor dikir lê ne bi qasî ku me bikuje. Ji ber me jî tedbîrên xwe girtibûn û ezmûnên salên borî jî hebûn. Êdî Kurd ne ew Kurdên berê ne, ne wek demê qirkirina Dersîmê ye ku dijmin bêje me di şikeftan de weke mişkan ew qetil kir. Ez niha pêwîst nabînim ku qala hemî tedbîran bikim. Tedbîrên me hebûn ku heval pir zêde pê bandor nebin. Ligel me jî hevalek bi çekên kîmyewî şehîd neket. Tedbîrên me jî piranî me bi xuliqkariya xwe pêşxistibûn. Dervê wan jî ji xwe nêzî 100 metre tunelan, dema dijmin teqemenî dikir ew deriyên hesin yên ku me danîbû pêşiya odeyan, weke sacê gerim dibûn û me nedikarî destê xwe lêbidin. Diyare ku pir maddeyên cûda tên bikar anîn. Em jî ji teqemeniyan fêm dikin û diyare ku destê wan de gelek çak û teqemeniyên taybet hene. Teqemeniyên wisa zêde nînin ku bandora xwe bi vê awayî be. Dibe ku hinek çekên taybet yên NATO yê bin ku dişuxlînin.

DIJMIN BI REHETÎ NIKARE XAKA ME DAGIR BIKE

Dema me biryara berxwedanê da me tucaran negot ku dijmin nikare were û nikare were hinek cihan bigre. Ji xwe teknîka herî pêşketî di dest de ye û merdane jî nayê şer bike, ger singesin hatiba, pêşiya wî girtin rehete. Îdîaya me ew bû ku dijmin berê xwe bide ku derê divê birehetî nikaribe bigre û bê ku wendahî bide xwe bi cîh bike. Biryara me ew bû ku dijmin çiqas êrîş jî bîne ser me em ê li ber xwe bidin. Me her tişt da berçavan û hesabê her tiştê kiribû. Me li wir li hember dijmin şer kir û me li ber xwe da. Herî kêm bi berxwedana xwe me xwest em bibin layiqê şehîdan. Me xwest em xwedî li keda wan derbikevin. Ji bo bîranînê hevalan me dixwest ku derban li dijmin bixin û me di tunêlên şer de berxwedanî meşand. Di nava çemberek pir teng yê dijmin de û di bin êrîşên pir dijwar de, me ew êrîş hemu wala derxistin û ew çembera dijmin me şikinand. Di mesafeyên pir nêz de em ketin şer. Li wir jî nêzî 6 leşker hatin kuştin. Di niha de jî berxwedanî bi hemî dijwariya xwe ve dewam dike û dijmin niha jî çekên kîmyewî û qedexekirî bikar tîne. Niha jî li tunêlên şer ên qela Çemço, Şehîd Botan, Şehîd Dogan, Şehîd Felat berxwedana hevalan li dijî dagirkeriyê didome. Dijmin weke ku xwe di medyayên xwe de serketî nîşan dide nîne û gotinên ku me her der xistiye bin kontrola xwe nerastin, berovajî dijmin ji berxwedana hevalan neçarî paşveçûnê bû, dibe ku li cihên dine jî naçarî paşveçûnê be."