'Em berpirsyar in ku tola hevalê Zinar hilînin'

Dijwar Oremar qala fermandar Zinar Sason kir û anî ziman ku mirovekî gelekî dilnizm bû. Dijwar Oremar got, "Wekî hevalekî ku hevalê Zinar nas dike, em berpirsyarin ku tola hevalê zinar hil bidin."

Ji fermandarên HPG'ê Zinar Sason (Fadil Ekîncî) 10'ê Adara 2020'î li herêma Zapê ji ber bombardûmanê şehîd bûbû. Fermandarê HPG'ê Dijwar Oremar di salvegera yekemîn a şehadeta Zinar Sason de ji ANF'ê re qala jiyan û kesayetiya wî kir. Oremar destnîşan kir ku fermandar Zinar Sason li her qada jiyanê bi berpirsyariyeke mezin rabû.

Dijwar Oremar diyar kir ku ciwanan pir ji Zinar Sason hez dikir û wiha pê de çû: "Hevalê Zinar fermandarê min bû. Berê min piçek nas dikir, lê wextekî di binê venêraniya hevalê Zinar de, me bi hev re kar kir. Me ji hevalê Zinar re digot tu ji herêma Wanê yî, digot, 'nexêr ez ji te zêdetir Colemêrgî me'. Hevalê Zinar bi Zagrosê ve hatibû girêdan, lewma ev gotin dikir û xwe wekî kesek ji vê herêmê didît. Ger kesekî gotin ji Geverê re bikira bersiva yekem hevalê Zinar dida û digot, 'hûn nikarin gotina li ser herêma min bikin'. Hevalê Zinar xelkên herêmê û malbatên me jî ji nêz ve naskiribû. Ji me xweştir malbatên me nas dikir. Xelkên herêma Zagrosê jî bi gelemperî hevalê Zinar nas dikirin. Nexasim ciwanan ji hevalê Zinar pir hez dikir. Êdî em jî wisa nêz dibûn, me jî hevalê Zinar wekî kesek ji herêma me didît. Dema em li hev diciviyan min digot, ez hatime li gel hemşehriyê xwe."

'BERPIRSYARIYA WÎ YA HEVALTIYÊ LI PÊŞ BÛ'

Gerîla Oremar got; "Hevalê Zinar berpirsyariyek mezin hilgirtibû li ser milên xwe" û axaftinên xwe wiha domand; "Dema me di binê berpirsyariya hevalê Zinar de kar dikir, me dît ku hevalê Zinar erkên partiyê û nirxên partiyê pir diparêze. Hevalê Zinar diçû ku derê ew der komî ser hev û bi rêkûpêk dikir. Ji bo xwedî li nirxên rêxistinê derbikeve xwe berpirsyar didît. Hevalê Zinar nedihişt zerer bigihîje nirxên bi xwîna hevrêyên me yên şehîd berhevbûyî. Di vê mijarê de piçûk û mezin zêde cewaziya xwe nebû. Ji bo ji hevalan re alîkar bibe, hevalan bi pêş bixe hevalê Zinar berpirsyariyek mezin hilgirtibû li ser milên xwe. Berpirsyariya wî ya hevaltiyê li pêş bû. Nexasim hevalê Zinar pir bi gel ve mijûl dibû. Hevalê Zinar hemû berpirsyariyên xwe bi cih dianî. Dema kêşeyek, pirsgirêkek a gel rû dida dixwest bibe hêza çareseriyê. Di giştî jiyana xwe de hevalê Zinar bi berpirsyariyek mezin radibû. Dixwest kareke mezin bike, ji bo rêxistinê xebat bike. Ji bo vê jî her hewl dida."

'HEVALÊ ZINAR JI BO ME MÎNAK BÛ'

Fermandarê HPG'ê Dijwar Oremar sersaxî ji malbata Fermandar Zinar Sason re xwest û wiha dawî li qeseyên xwe anî; "Dema hevalek diçû erkekê ta ku ji wê erkê venegere hevalê Zinar ne xwarin dixwar û ne jî xew diket çavê wî. Hevalê Zinar ta ku şehîd bikeve jî bi berpirsyartiyek wisa mezin jiya. Hevalê Zinar 10’ê Adarê di encama bombardûmana balafirên şer şehîd bû. Şehadeta hevalê Zinar ji bo me şehadetek bi êş bû. Ji ber ku me hevalê Zinar ji nêz ve nas dikir û fermandarek me bû. Mirov dikare pir tiştan li ser hevalê Zinar bibêje, pir tiştên xweş ên weke sekna wî mirov bibêje hene. Hevalê Zinar ji bo me mînak bû. Hinek fermadar hene ku mirov bi wana ve tê girêdan. Hevalê Zinar jî wisa bû. Me pir ji hevaltî û fermandariya hevalê Zinar hez kir. Gelek caran me bi hev re digirt nîqaşê. Ji hemû nîqaşan dixwest tiştekî derxe û bide mirov. Dixwest partiyê li mirovan bide hîskirin. Tevgerînên hevalê Zinar hemû li ser vî esasî bû.  Kî be bila ew be dema şaşitiyek a wî kesê li hemberî nirxên partiyê bidîta, pir hişk dibû hevalê Zinar. Lê wekî dinê jî hevalê Zinar hevalek pir mûtewazî bû. Hevalê Zinar hevalek bi vî awayî bû. Em di serî de ji malbata hevalê Zinar re sersaxî dixwazin. Wekî hevalekî ku hevalê Zinar nas dike, em berpirsyarin ku tola hevalê zinar hil bidin.”