Eleqeya ji bo kampanya HDP’ê ya alîkariyê zêde dibe

Her diçe bi kifşbûna alîkariyên ku diçin Tirkiye, Îran û Sûriye nagihêje mexdûrên erdhejê, gel berê xwe didin kampanyayên pê bawer ku alîkarî bigihêjin mexdûran. Navenda HDP’ê jî yek ji van cihê pê bawer ê alîkarî tê berhevkirine.

Piştî erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistan û Tirkiye pêk hat, demil dest hemû sazî û rêxistinên civaka sivlî dest bi kampanyayên alîkariyê kirin.

Başûrê Kurdistanê jî yek ji van herêman bû ku bi lezûbez alîkarî hatin berhevkirin. 

HDP'ê jî li Hewlêr li navenda xwe dest bi Kampanya 'Li gel we ne' kir û dest bi alîkarîkomkirinê kirin. 

Biryar hatibû girtin ku kampanya hefteyekê dom bike, lê ji ber eleqeya gel heta meheke din jî hate dirêjkirin. 

Piştî bangên ku alîkariya tên berhevkirin ku bi rêya hikûmetê diçin herêmên erdhej lê rû dayî nagihêjin gel, vê carê zêdetir berê xwe dan navendên ku pê bawer alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê. Ji bo vê yekê jî Navenda HDP’ê yek ji van navendan e. 

Serdanên piştevanî ya partî û saziyên sivîl ên Başûr jî ji bo HDP’ê didomin.

Li ser vê yekê gel zêdetir piştî van bangan berê xwe didin van navendan.