BI DÎMEN

Êla Biradostiyan ji bo Kongreya Neteweyî bang kir

Endamên Êla Biradostiyan ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bang kirin û gotin, "Heta ku hemû partiyên li çar parçeyên Kurdistanê nebin yek, wê nebin xwedî siberojeke azad."

Endamên Êla Biradostiyan ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bang kirin û gotin, "Heta ku hemû partiyên li çar parçeyên Kurdistanê nebin yek, wê nebin xwedî siberojeke azad." Endamên Êlê ji ANF'ê re axivîn.

KERÎM HUSEYÎN: Heta ku hemû partiyên li çar parçeyên Kurdistanê nebin yek, wê nebin xwedî siberojeke azad. Eger partiyên Kurd yekitiya xwe pêk bînin, dijminên Kurdistanê wê nema biwêribin ku xaka Kurdistanê dagir bikin.

ŞUKRÎ HUSEYN: Hêviya me ew e ku partiyên çar parçeyên Kurdistanê Kongreya Netewî pêk bînin. Heta ku Kongreya Neteweyî pêk neyînin û her partî ji eniya xwe ve polîtîkayan bike, wê ti sûda wan ji bo Kurdistanê çênebe. Banga me ew e ku hemû partiyên Kurd bibin yek û li dijî dijmin bi hev re têbikoşin.

MUHLÎS REŞÎT: Hemû partiyên Kurd ku bi helwest, sekn û gotina xwe bibin yek wê demê Kurd li her deverê wê bi ser bikevin. Eger ev pêk neyê, ti siberojeke azad a Kurdan wê nebe. Ez bang li hemû partiyên Kurd dikim ku Kongreya Netewî pêk bînin.

HEMÎN HEYNE: Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, wê bikaribin heq ji her tiştî derbikevin.