Ehmed: Rûniştina sê dewletan ji pirsgirêka Sûriyê re nabe çareserî
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, têkildarî civîna Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê ya 20’ê Kanûnê, ku li Moskowayê bi mijara Sûriyeyê hate lidarxistin, ji ANF’ê re axivî.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, têkildarî civîna Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê ya 20’ê Kanûnê, ku li Moskowayê bi mijara Sûriyeyê hate lidarxistin, ji ANF’ê re axivî.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ehmed, têkildarî civîna sêmend a li Rûsyayê axivî. Ehmed diyar kir hewl tê dayîn encamên leşkerî yên ku Rûsya û rejîmê pêk anîne, veguherînin encamên siyasî û ev jî bi xwe re çareseriyê nayîne. Ehmed bal kişandine ser kuştina sefîrê Rûsya û got, Tirkiye ji vê kuştinê berpirsyar e.
Ehmed civîna 20’ê Kanûnê ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê ya li Moskowê, ji ANF’e re nirxand.
‘RASTERAST BI DESTÊ AKP’Ê PÊK HATIYE’
Ehmed bal kişande ser kuştina Sefîrê Rûsyayê ya li Enqerê ya beriya civînê û got: "Li şûna ku mirov bibêje vê hêzê kir, wê hêzê kir, ev siûqast siûqasta AKP’ê ye. Ji ber ku kujer rasterast ji Ocaxên Osmaniyan tê ku rasterast ji hêla Erdogan ve hatiye damezirandin. Ev siûqast rastiya AKP’ê nîşan dide. Lê balkêş e, di demeke wiha de ku di civînê de wê li ser Helebê bihahataya axaftin, sefîr hate kuştin."
‘TIRKIYE NEÇAR E KU BIÇE SER ENIYA RÛSYAYÊ’
Ehmed ragihand, Tirkiye ketiye rewşeke wiha ku neçar e dev ji hemû polîtîkayên xwe biqere û bi Rûsyayê re tevbigere.
Ehmed diyar kir, ji kuştina sefîrê Rûsyayê, herî pir Rûsya sûd wergirtiye û bi berdewamî got, "Rûsya ev ji xwe re kire weke keysekê. Ji ber ku, dema ku Tirkiye bi rewşeke wiha tevlî nav civînê bû, neçar ma ku bi temamî xwe radestî Rûsyayê bike. Wiha jî bû. Tirkiye dev ji polîtîkayên Sûriyê qeriya û piştî vê kuştinê bi temamî çû ser eniya Rûsyayê."
HELEB Û BAB
Ehmed da xuyakirin, piştî civînê Rejîma Beas bi temamî serketina Helebê ragihandiye, di civînê de plana wê hatiye girêdan bê ka piştî Helebê wê ji kû dest pê bikin.
Îlham Ehmed da zanîn, Bab bi destê Tirkiyê ve hatiye hiştin û wiha pê de çû: "Tirkiye hewl dide ku hêrsa xwe di serê Babê re derxîne. Her wiha hewl dide ku kantonên me nebin yek. Van du rojên dawî êrîşên giran bi ser Babê de çêbûn. Di rastiyê de jî dewleta Tirk li Babê komkujiya sivîlan dike. Di nav de zarok bi tevahî 49 sivîl hatin kuştin, di van rojên dawî de. Rastiya dewleta Tirk ev e. Ji komkujiya sivîlan pê ve ne tiştekî din e.Dema ku fêhm kir di diyarkirna çarenûsa Sûriyê de ti bandora wê nemaye, weke li her deverê, li vir jî berê xwe dide sivîlan."
‘CIVÎN YEK ALÎ YE Û NABE ÇARESERÎ’
Ehmed anî ziman, civîna li Moskowayê yek alî ye û amadekariya civîna Astana’yê tê kirin û wiha bi nav de çû: "Ev civîn bi tevlêbûna Rûsya, Îran, Rejîm û Tirkiyê pêk hat. Di vê civînê de muxalîf nîn in. Civîneke wiha ye ku bi destê wan aliyan ve tê organîzekirin ku destê rejîmê xurt dike."
Ehmed bi berdewamî wiha dibêje, "Ji bo vê sedemê jî ne civîneke wiha ye bikaribe ji pirsgirêkên Sûriyê re çareseriyê bîne. Beriya civînê pêngavên leşkerî hatin avêtin. Niha jî encamên ku bi dest ve anîne dixwazin veguherînin encamên siyasî. Pêngavên beriya danûstandinan in. Ango dixwazin biçin encameke wiha; êdî muxalefet nema, dixwazin bînin wê rewşê ku bibêjin, wê bi kîjan hêzan re muzakere werin kirin. Rewşeke wiha derketiye holê ku dewletên ku herî pir destê wan di nav Sûriyê de heye, wê bibêjin, me li hev kir û çareser kir."
Ehmed li ser planên ku weke encamên civînên jî got, difikirin ku yên ku ev bi salan e li ser navê Tirkiyê muxalîf mane werin efûkirin. Ehmed bi berdewamî got:
"Ku ev weke çareseriyê were fikirandin, ji bo gelên Sûriyê bobelat e. Wê şaşîtiyeke mezin be ku hêzên tevlî civînê bûyin, bifikirin ku pirsgirêk wêb i vî rengî çareser bibe. Ji ber ku muxalîf ne tenê ew in. Li Sûriyê muxalîfên şoreşger jî hene. Bi salan e têdikoşin. Muxalefeteke wiha heye ku sîstemê ava dike, Sûriyê demokratîk dike, yekîtiya wê diparze û ji bo vê têdikoşe. Helbet li qadên cihê hevdîtin têne kirin. Ji tecrûbeyên berê encam hatibin derxistin girîng e. Ne ku tenê yek alî, hemû alî werin cem hev û ber bi çareseriyê ve biçin, pêkan e ku li Sûriyê çareseriya rasteqîn derkeve holê. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ji tiştên hatine jiyîn encam hatine derxistin. A rast jî ev e. Li Sûriyê wekî dî çareserî pêk nayê. Civînên yek alî û lêgerînên çareseriyê yên yek alî bi xwe re ti çareseriyê nayînin. Hemû hêzan ev dît."