Ehmed: Armanc divê Sûriyeya Demokratîk be
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratî Ehmed got, di sala nû de lazim e armanca Sûriyeya Demokratîk pêk were.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratî Ehmed got, di sala nû de lazim e armanca Sûriyeya Demokratîk pêk were.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bûyerên di sala 2016'an de ji ANF'ê re nirxand.
Ehmed da xuyakirin, ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk salek piştî ragihandina avabûnê, deklerasyonek weşandiye û di çarçoveya bernameya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de dest bi kar kiriye.
Ehmed got, "MSD weke sîwaneke siyasî ava bûye, ku di nav de partî, rêxistin, rûspiyên civakê û hemû pêkhate di nav de cih digire. Deriyê xwe li tevlîbûna partî, tevger, rêxistin û kesên serbixwe re timî vekirî hişt."
Ehmed da zanîn, di nava vê salê de herî zêde mirovên serbixwe tevlî MSD'ê bûne û got, "Di nava beşdaran de şexsiyetên ji herêmên navendî yên Sûriyeyê û herêma Bakurê Sûriyeyê jî hene."
'DIYALOG Û PROJEYÊN HEVPAR DEWAM DIKIN'
Îlham Ehmed diyar kir, niha jî bi gelek hêzên mûxalefeta hundir û derve re diyalog û projeyên hevpar tên afirandin û wiha dewam kir: "Meclîs xwe weke yekane rêxistina mûxatab a gelên Sûriyeyê nabîne. Lê belê hewl dide projeya Sûriyeyeke demokratîk bi hêzên mûxalefeta demokratîk re pêk bîne. Xebateke bi vî rengî bi awayekî cidî dimeşîne.
Bi hêzên navneteweyî re, bi welatên Ewropa, Rûsya û DYA re hevdîtinên girîng hatin kirin.
Di van hevdîtinan de ji hemûyan re hate ragihandin, ku danûstandinên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê tên kirin şaş in û bê mûxatab in. Hat ragihandin, ku hêza herî mezin û ya divê mûxatab bê girtin, ku ji bo siberoja Sûriyeyê têkoşîneke mezin dimeşîne û xwedî proje ye, tevlî danûstandinan nayê kirin. Hat destnîşankirin, ku ji ber vê yekê encamek ji van danûstandinan dernakeve.
Di mijara têkoşîna dijî DAIŞ'ê de gelek caran bi rayedarên DYA re hevdîtin hatin kirin.
Bi Ewropa û welatên din re hem li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hem jî li ser projeya çareseriyê hevdîtin hatin kirin.
Bi welat û hêzên herêmî re jî di vî warî de hevdîtin û hewldan hatin kirin. Bi taybetî bi welatên Ereb re hewldan hatin kirin.
Hin hevdîtin pêk hatin. Hinekan hewl dan fêhm bikin. Lê belê ji ber operasyona xapandinê, çavtirsandin û gefê yên Tirkiyeyê, hinekan xwe nêzî sîstemeke federal û demokratîk nekirin.
Dema me projeya xwe ji hêzên herêmî û navneteweyî re vegotin, dema me destek ji wan xwestin, me hewl dan ji wan re qalê bikin ku rêya parastina hevparebûna axa Sûriyeyê, demokratîkkirina Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêka gelan, şerê navxweyî û baweriyan, ev yek e. Me mînakên vê yekê yên li cîhanê nîşan dan. Hem li qada navneteweyî, hem jî li nava welatên herêmê, me hin gav avêtin. Lê belê hê di asta tê xwestin de encamek bi dest neketiye. Ji ber ku zîhniyeteke hatiye afirandin, li holê heye. Zîhniyeta netewe dewlet. Wekî din bandora Tirkiyeyê heye. Lê belê ev bi giranî ji holê hate rakirin."
HEVDÎTINÊN BI EŞÎRAN RE
Ehmed da xuyakirin, li herêmê forma herî bi bandor eşîrtî ye û wan bi reîsên hin eşîran re hevdîtin kirine û wiha dewam kir: "Hevdîtinên erênî bûn. Em çareseriya bi gelên Sûriyeyê û saziyên sosyodînamîk esas digirin. Em bi hesas in ku divê hemû formên civakî di nav de hebin. Em ti ji pêkhateyên vê erdnîgariyê ji nedîtî ve nayên.
Di hevdîtinan de reîsên eşîran dan xuyakirin, ku ew destekê didin Pêngava Xezeba Firatê, çareseriya ku em pêşniyar dikin rast dibînin, destekê didin vê çareseriyê, lewma tevlî dibin.
Hemû reîsên eşîran baweriya xwe pê anîn ku forma civakî, pir rengî, pir zimanî, pir çandî, pir bawerî wê parçe neke, berevajî wê yekîtiyê pêk bîne. Ev yek wê rê li ber dewlemendiyê veke. Ji ber ku ev welat, welatê me ye û ancax em dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Rêveçûna heyî ya neyînî em dikarin bi vî rengî çareser bikin. Me ji wan re got, Sûriye ya me hemûyan e û wan jî ji vê bawer kirin.
Çareseriya federasyonê ya ku em qalê dikin û hewl didin bi cih bînin, li ser vê bingehê ye."
'JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DIVÊ EM HîN BI BANDOR BIN'
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed herî dawî got, "Hêzên demokratîk, komên cuda yên axa xwe diparêzin û hêzên cuda yên ji aliyê leşkerî ve di bin sîwana me de cih digirin, dikarîbûn hîn bêhtir bihatina perwerdekirin, xwe hîn berfirehtir bikira û bi hêsanî armanca xwe ya Sûriyeya Yekbûyî ya Demokratîk pêk baniya. Di vî warî de gelek hewldan hatin kirin. Lê belê dikarîbû hîn bi bandor bûna. Em bawerin wê vê yekê weke armanca sala pêş deynin pêşiya xwe."