Du rûyên kolanên Tebqayê

Azadî li Tebqayê bi şer, ked û xwînê dafire.

Operasyona rizgarkirina Tebqayê, ku di şeva 21'ê Adarê de dest pê kir, li ber temambûnê ye.

Bajarê Tebqayê ji du beşan pêk tê. Navenda bajêr, ku gel bi giranî li vir dijî, bi temamî ji DAIŞ'ê paqij bûye. Çete niha li lojmanên ji avahiyên heft qatî yên li nêzî bendavê asê man e.

Berê tivingên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li vê herêmê ye.

Şervanên QSD'ê ji aliyekî ve li dijî çeteyan şer dikin, li aliyê idn jî ji bo sivîl li malên xwe vegerin, dixebitin. Şervan, li xaniyên ku paqij kirine sivîlan bi cih dikin. Li aliyekî bajêr, ku şerê ji bo derba dawî li DAIŞ'ê bê xistin dewam dike, li aliylê din ê bajêr jî jiyan ji nû ve şîn dibe. Şêniyên bajêr jiyana xwe didomînin.

Li vî bajarî êdî tarîtî serdest nîne. Êdî zarokên ku bi rengekî azad dibezin hene. Şêniyên bajar, her ku şervanên QSD'ê dibînin, nîşaneya serketinê dikin.

Li kolanên Tebqayê du cîhanên cuda hene. Her du cîhan jî rastî ne. Şer û azadî li ser vê axê, niha bi tivingê tê afirandin. Ji ber ku li dijî wan, dijminekî tarî û zalim heye.