Dozgeriya Tirk: Bi saxî şewitandina Kurdan 'li gorî hiqûqê ye'

Ji bo 34 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de di jêrzemînan de hatin kuştin yek bi yek gilih li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê hatibû kirin. Bi gotina, ‘di bûyerê de sedemên li gorî hiqûqê hene’ û tiştek ji gilih derneket.

Der barê 34 kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de asê mabûn û jiyana xwe ji dest dabû, li dozgeriyê gilî hatibû kirin. Niha ew gilî bi hinceta “di bûyerê de sedemên li gor huqûqê hene” yeko yeko bi neşopandinê tên encamkirin. Parêzer Newroz Uysal dest nîşan kir ku yekane tişta ku dozger xwe dispêrê “şahidên nepen ên xeyalî” ne. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema ‘qedexeya derketina kolanan’ de ku di navbera 14’ê Kanûna 2015’an û 2’yê Adara 2016’an de hatibû îlankirin, li jêrzemînên 3 avahiyên cuda nêzî 150 kes bi saxî hatibûn şewitandin û kuştin. Xizmên van kesan li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê gilî kiribûn, lê belê ev gilî bi neşopandinê tên encamkirin. Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi rêya parêzerên girêdayî Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) serî li dozgeriyê dabûn, lê belê hincetên biryarên neşopandinê hema bêje wekhev in. 

Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê heta niha der barê 34 giliyan de biryara neşopandinê daye û derpêş dike ku kesên jiyana xwe ji dest dane “endamên rêxistinê” ne. Dozger biryara xwe ya neşopandinê bi hinceta “di bûyerê de sedemên li gor huqûqê hene” ve girêda. Di bûyeran de hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê yên di operasyonan de cih girtine, li gor madeya 25’an a Qanûna Ceza ya Tirkî li ser asasê “parastina rewa” tev geriyane. Kesên hatin kuştin, hema bêje cenazeyên wan hemûyan hatibûn perçekirin û cenazeyê gelakan jê hîn jî nehatine dîtin. Li gel vê jî dozgeriyê, diyar kir ku nehatiye tespîtkirin ku sînorê “parastina rewa” hatibe derbaskirin. 

'HINCET ŞAHIDÊN NEPEN IN'

Li ser navê malbatan parêzerên OHP’î îtirazî biryarên dozgeriyê kirin û dest nîşankirin ku hikûmet li dijî berpirsiyariyên xwe yên di nezda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tev digere. Yek ji van parêzan Nevruz Uysal, diyar kir ku ew 110 dosyeyan dişopînin. Uysal anî ziman ku dosyeyên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn, hincetên hemûyan heman hincet in. Uysal dest nîşan kir ku ji bilî şahidên nepen di dest dozgeriyê de tu delîl tune ne. Uysal diyar kir ku ji bo bê pirsgirêk Tirkiye xwe ji vê bûyerê safî bike, hemû kesên hatin kuştin li ser îfadeyên şahidên nepen wek “terorîst” hatine nîşandan. 

'DÎMEN NE DI DOSYEYAN DE NE'

Uysal anî ziman ku di dosyeyan de nehatiye nivîsandin ka kêliya mirinê çawa pêk hatiye û wiha got: “Qeydên dengan, axaftinên bêtêlan û dîmenên wesayîtên zirxî di dosyeyan de cih negirtine. Li cihê bûyerê vekolîneke baş nehatiye kirin. Cihê ku dozgerî lê cenaze dîtine û agahiyên ku malbat dane li hev dernayên. Kincên kesên mirî hatine derxistin. Ev kinc ne tên lêkolînkirin û ne jî radestî malbatan tên kirin.” 

'MIRIN Û RÛXANDIN ÇAWA ÇÊBÛN?'

Uysal, anî ziman ku ne rast e ku mirin li ser asasekî “parastina rewa” bên nîşandan. Uysal wiha got: “Şewatên li wir derketin ji ber topên hêzên ewlehiyê derketin an rewşên cuda xwe dane der? Şewata ku bi çavan dixuya çima nehat tefandin. Çima dozgerî der barê van şewatan de daxuyaniyek jî neda? Bi hêzeke bêtenasup rê li ber darizandinê hatiye girtin. Mafê jiyanê yên mirovên li wir hatiye binpêkirin. Lêbelê yekane peywira dewletê ew e ku welatiyên xwe biparêze. Heke ‘endamê rêxistinê” be jî dewlet mecbûr e ku wî/ê kesî/ê bi saxî zevt bike. Heke hêzeke tenasup be, nexwe çima kesek bi birîndarî jî nehat zevtkirin? Çima li ser cenazeyan şopên guleyan hene. Heke hêzeke tenasup hatibe bikaranîn, çawa çê dibe ku ewqas mirin û rûxandin çê bibin?”

'EM Ê SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN'

Uysal dest nîşan kir ku peywira sereke ya dozgeran ew e ku ji bo mirinan “qilifekî bibînin” û wiha domand: “Hemû mirovên mexdûr niha wek gumanbar tên nîşandan. Kesên ku îfadeya şahidên nepen li ser wan tune ye jî, bes ji ber li bajêr dijî wek ‘terorîst’ tê dîtin.” Uysal diyar kir ku berî ku Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Huqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) bi BHQ’ê bên girtin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn û wih domand: “DMME van yekan li gor çeşnên wan veqetand. DMME’yê ji bo dosyeyan daxwaza mudaxiliyê qebûl kir. Dereng be jî Tirkiye li gor xwe pirsên dadgehê bersivandin. Lê belê ev bersiv têr nakin. Niha em der barê bersiva Tirkiyeyê de îtiraza xwe amade dikin.”

Navê 34 kesên ku di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan û der barê wan de biryara neşopandinê hat dayîn ev in: Kenan Adiguzel, Ekrem Sevilgen, Mehmet Benzer, Ahmet Zirig, Nursel Dalmiş, Yilmaz Geçim, Metin Karane, Tahir Akdogan, Serdar Ozbek, Hasan Tag, Bişeng Kolanç, Şukru Coşkun, Mehmet Emin Bayar, Mehmet Özkül, Muhammet Ata Kalaycı, Mesut Karşin, Derya Koç, Edip Arvaz, Abbas Gulbahçe, Erdal Kar, Huseyin Kayaalp, İbahim Altunkaynak, Ferhat Ozluer, Mehmet Can, Murat Tunç, Aydin Guner, Eda Kutay, Mevlide Ozalp, Emel Çetin, Ahmet Turan, Muharrem Erbek, Yasemin Çikmaz, Ramazan Biriman û Emrah Ortak.