Doktorê gerîla yê 50 salî

Yek ji wan kesan e ku li Xakurkê herî zêde navê wî dibihîzim. Her kes gotineke ji wî bihîstiye dibêje. Em jî dixwazin wî nas bikin û pê re biaxivin.

Rêwîstiya min a li çiyayên Kurdistanê dewam dike. Didim pey çiyê, rê û rûkeniya gerîla, ku min gelekî bêriya wan kiriye. Bi wan, ya jî bêyî wan derdikevin serê çiyê, tehma çaya wan qaçax dikim. Û bîranînên wan didim hev. Nêrînên wan, gotinên wan, kenê wan, xemgîniya wan didim hev. Hemû gotinên efsûnî yên çiyê, rûkenî, jiyan û lehengiya wan didim hev.

Yek ji wan kesan e ku li Xakurkê herî zêde navê wî dibihîzim. Her kes gotineke ji wî bihîstiye dibêje. Em jî dixwazin wî nas bikin û pê re biaxivin. Û ji bo li sohbeta wî ya li ber çaya gerîla guhdarî bikim, em bi rê dikevin. Di germa havînê de em li ber çemê Lolanê dimeşin.

Piştî meşeke demdirêj em digihêjin kampa gerîla ku me berê xwe dabûyê. Gerîlayekî 50 salî yê bi zaravayên Kurmancî û Soranî diaxive, me li ser rê pêşwazî dike. Piştre çay datîne ser êgir û piştî xwe nasandinê, sohbeta me li ber çayê dest pê dike.

Em hîn dibin ku gerîlayê 50 salî yê em li ser rê pêşwazî kir, Doktor Rojvan Ocalan e, ku me jî dixwest wî bibînin.

Doktor Rojvan Ocalan, ku ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûye bi gotina "Çîroka her gerîlayekê/î heye" dest bi axaftina xwe dike û em li çîroka wî guhdarî dikin:

"Di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên PKK'ê bûm. Her çend emrê min dirêj bû be jî, ruhê min mîna hevalên min ên ciwan ên gerîla ye. Vegotina jiyana PKK'ê zehmet e, cihekî bedew e ku divê mirov bijîn. Çiya, çem, deşt û zozan, gir, hewa, coş û hevrêtiya wê cuda ye. Temaşekirina li hilatina rojê li ser çiyayekî, li vî çiyayî xwarina pariyek nan, vexwarina tasek av û hilmkirina bêhnek hewayê, têra her tiştî dike. Mirov dixwazin xwe bigihînin van. Ji ber ku mîna azadiya me, sîstem dixwaze çiya, hewa, av û nanê me jî ji destê me bigire. Ez jî demeke dirêj di nava sîstemeke bi vî rengî de mam. Lê min ti carî sîstem qebûl nekir. Bi salan ez li tiştên ku sîstemê bi me da jibîrkirin, ji me dizî û da windakirin geriyam. Bi taybetî, li welatekî mîna Îranê ku Îslama kapîtalîst lê serdest e. Min ti carî ev sîstem qebûl nekir. Û nakokiyên min timî zêde bûn. Bi van nakokiyan re neçar mam koçî navenda kapîtalîzmê bikim. Lê belê li Ewropayê, piştî ku lîberalîzm dît, min ev sîstema ku mirovan ji nirxên xwe dûr dixîne û dihelîne, qebûl nekir. Û nanokiyên min zêdetir bûn. Di nava van nakokiyan de min nêrîna marksîst-lenînîst nas kir. Lê belê van nêrînan bersiv nedan jiyana ez lê digerim. Ji min re nêrîneke cudatir lazim bû û lêgerîna min dewam kir."

'KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ, ÎDEOLOJIYA RÊBERTÎ BI MIN DA NASKIRIN'

Doktor Rojvan Ocalan, ku ji ber zext û zordariya dewleta Îranê berê xwe da Ewropayê, di salên 1999-2000'î de dema ku komploya navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, serhildanên gel nas kir. Û di nava van çalakiyan de nêrînên Ocalan nas kir. Doktor Ocalan bi Soranî û Kurmancî qala wan rojan dike: "Vê lêgerînê, di salên 1999-2000'î de kir ku ez Rêber Apo nas bikim. Piştî rûdana komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rojhilatê Kurdistanê, li Ewropayê serhildanên gel pêk hat. Li ser vê yekê min dest bi lêkolînkirina rastiya Rêbertî kir. Piştre min ew parêznameyên Rêbertî yên bi wate, ku dikare mirovahiyê rizgar bike, xwend. Baweriya min pê hat ku ya ku dikare min û civaka min azad bike îdeolojiya Rêbertî ye. Min xwest li ser vê rêyê, li dora vê îdeolojiyê tiştekî bikim. Di salên 2009-2010'an de min xwest bibim şervanek, kedkarekî vê nêrînê. Lê belê qutbûna ji sîstema ez di navê de bûm, zehmet bû. Wê wextê min jiyana xwe, malbata xwe, zext û zordariya li gelê Kurd tê kirin û rastiya civaka xwe baştir fêhm kir. Ji ber vê yekê hê bêhtir li ser kûr bûm. Belê ev kûrbûna min, armanca ku min dixwest xwe bigihînê roj bi roj nêzî min dikir."

BERXWEDANA SEDSALÊ; KOBANÊ

Em jê dipirsin, bê çawa xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê. Doktorê gerîla bi coş û kelecan qala wan salan dike: "Di demekê de ku li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên faşîst ên li dijî gelê Kurd zêde bûn, berxwedana Kobanê rû da. Wê wextê ez çûm Kobanê. Yekane tişta ku ez bi dilxwazî ji sîstemê hîn bûm doktorî ye. Bi karê doktoriyê di vê berxwedana mezin de dewam kir. Min gelek hevalên birîndar derman kir. Di nava 5 mehan de, eşqa azadiyê û berxwedana şervanan a li Kobanê gelekî bandor li min kir. Min dît ku ev berxwedan, berhema îdeolojiyeke mezin, jiyaneke mezin e. Û min dît ku îdeolojiya Rêbertî li Kobanê, li Rojava bi cih tê. Min xwest tevlî vê jiyana azad bibim. Di vê çarçoveyê de min berê xwe da çiyayên azad. Li Qendîlê tevlî perwerdeya şervanên nû bûm. Di nava vê perwerdeyê de min felsefe, îdeolojî û dildariya jiyanê ya Rêbertî ji nêz ve şopand. Û min biryar da ku bibim şervan. Tevî ku emrê min dirêj e jî îdeolojiya Rêbertî, emr ya jî ti astengiyên din nas nake. Û mirovan li çiyayên azad ciwan dike."

JIYAN EV BI XWE YE

Dûre em li ser pîşeyê wî yê doktoriyê sohbet dikin û jê dipirsim ku çi cudayî di navbera doktoriya sîstemê û doktoriya gerîla de heye?" Doktor Rojvan Ocalan vê bersivê dide: "Di nava sîstemê de mirov doktoriyê tenê ji ber sedemên aboriyê dikin. Pirsgirêka ti nexweşî ne xema te ye. Çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên wan, ji bo te zêde ne girîng e. Lê belê doktoriya li çiyê, doktoriya gerîla tiştekî gelekî cuda ye. Ji ber ku li çiyê têkiliya bi jiyanê, armanc û hevrêtiyê gelekî xurt e, tu naxwaze hevrêyên xwe winda bike. Ji ber vê yekê bi her awayî hewl dide hevrêyên xwe derman bike, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çareser bike. Û tu ji wan moralê digire. Kenekî wan, moralê wan, coşa wan dibe jiyan bi xwe. Tu dibêje, jiyan ev bi xwe ye. Û tu dest bi gera li van çiyayan dike."

Bi coş û kelecana doktorê gerîla Rojvan Ocalan, em bi rê dikevin ji bo li bîranînên gerîla guhdarî bike û çîrokên wan bidin hev.