Divê tecrîd bê rakirin, Ocalan azad bibe

Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê Kadriye Ozcanli got, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê, têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi mehan e agahî jê nayê girtin, civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di dema civînê de polîsên Tirk dor li avahiya DBP'ê ya navçeyê girtin, ku civîn lê dihate lidarxistin.

Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê Kadriye Ozcanli li civînê axivî û diyar kir, ji ber hewldanên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên global ve, herêm ketiye nava şerekî giran. Ozcanli da zanîn, ev rewş tercîha gelên herêmê nîne, ji aliyê komên paşverû yên li ser navê hêzê global tevdigerin ve tê meşandin. Ozcanli destnîşa kir, hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan nûnerên konsepta vî şerî ne.

Hevseroka DBP'ê ya navçeyê peyama Rêberê Gelê Kurd a bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan şandî bibîr xist û anî ziman, bersiva desthilatdariya AKP'ê ya li vê peyamê, kûrkirina şer e. Ozcanli wiha dewam kir: "Bi xerakirin û şewitandina Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Gever û Farqînê re xwestin çavê gelê Kurd bitirsînin. Vê hovîtiya nedîtî, şopên gelekî giran li hiş û mejiyê gelê Kurd hişt ku ti carî jê naçin. Di çarçoveya van êrîşan de ku îro jî dewam dikin, Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû û bi sedan siyasetmedarên Kurd hatine girtin, bi rêya qeyûman şaredariyên li Kurdistanê hatine desteserkirin û rêxistinên civakî yên sivîl hatine girtin."

Ozcanli destnîşan kir, aramî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan dibe û got, "Şer û komkujiyên îro tên kirin, encama tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Lewma siberojeke ku her kes li bendê ye, encax bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, pêşîvekirina li hevdîtinên parêzeran û heyetên siyasî û pêkanîna azadiya Birêz Ocalan dibe."