'Divê hunermed bikare bibe dil û mejiyê civakê'

Hunermendê Kurd Zinar Sozdar diyar kir ku pêwîste huner weke pergalek siyaseta qirêj neyê bikaranîn û got, divê huner ji bo gelan bê kirin, hunermend jî bikare bibe dil û mejiyê civakê.

Hunermend afirînerên hestên civakî yên ku didin der in. Bi hunera xwe dil û mejiyê civakê dineqişînin. Bakurê Kurdistanê weke hemî parçeyên din ên Kurdistanê bi hunera xwe dewlemend e. Hunermendê Kurd Zinar Sozdar yek ji wan e ku bi dengê xwe û rengê hunera xwe cihê xwe di nava heskiriyên xwe de çêkiriye. Ew di sala 1972’an de li navçeya Depê ya Xarpetê hatiye dinyayê. Hunermend Zinar Sozdar ê di sala 1988’an de derket sirgûnê di muzîka Kurdî de bi cihê xwe yê taybet tê zanîn û herî zêde bi stirana xwe ya ‘Lê Lê Dayê’ tê heskirin. Sozdar li ser Muzîka Kurdî ji ajansa me re axivî.

'DIVÊ HUNERMEND BIBE DIL Û MEJIYÊ CIVAKÊ'

Sozdar da zanîn ku di sala 1988’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê neçar ma ku koçî Almanya bike û anî ziman ku ji bo xwe bigîhînin Kurdistanê gelek hewildan wî hebûn û wiha axivî: "Dema ez hatim Amedê gel em gelek xweş pêşwazî kir. Gelê Kurd ji bo azad li ser axa xwe bijî gelek bedel daye. Gelek zehmetî kişandine. Beriya her tiştî gelê me li ser axa xwe koçber bûye. Dema ez têm Amedê bê guman weke her kesek hestên min jî cuda dibin. Ji bo her hunermendan jî gelek cudaye ku li hemberî gel stranên xwe bibêje û bikare bibe dil û mejiyê civakê. Di şahiyan de hate dîtin ku gel bêriya awazên me kiriye û me jî bêriya gelê xwe kiriye. Ez îro li Amedê me ji bo min tiştek cuda û bextewariyek mezin e."

'EZ BI STRANÊN XWE RE DIBIM GIYAN'

Sozdar dibêje, ji ber ku 30 sal e li welatê xeribiyê dijî, stran û awazên wî bêhtir li ser bêrîkirina axa Kurdistanê ye û wiha pê de çû: "Dema mirov li xerîbiyê bijî û ji axa xwe dûr be, bihar li mirovan dibe zivistan. Gotinek li herêma me heye ku dibêjin, 33 kilamên hirçê hene ku ew 33 kilam jî li ser hermî ne. Ji sedî 90 stranên ku min di albûmên xwe de xwendine, bêrî kirin û hesreta welat, dayik, çand, xwaza û evînê ye. Kesayeta min û stiranên min ji hevdû digre. Ez bi stranên xwe re dibim giyan.”

'DIL Û MEJIYÊ CIVAKÊ'

Sozdar anî ziman ku huner afirînerên hestên civakî yên ku didin der in û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Divê hunermend bi hunera xwe dil û mejiyê civakê bineqişînin. Hunermend di heman demê de pêşengên civakê ne. Divê her hunermendek êş û jana civak dikêşe bikare bi awayek azad bilêv bike û bibe parçeyek ji gel. Ez bawer dikim ku kesên guhdarî stranên min dike, xwe di hundirê stranên min de dibîne."

'BINGEHA MUZÎKA KURDÎ DENGBÊJIYE'

Sozdar destnîşan kir ku dengbêjên Kurd ên nemir, Çand û Hunera Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heta roja me anîne û got: “Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine. Dengbêjên Kurd ji tunebûnê hebûn ava kirin. Muzîka Kurdî heta niha nehatiye cihê pêwîst, lê belê li gel hemû zext û êrîşan Muzîka Kurdî pêş dikeve. Ji bo ku em Muzîka Kurdî pêş bixin jî bar dikeve li ser tevahiya hunermendan. Divê hunermendên Kurd ji çanda biyanî birevin û berê xwe bidin çanda Kurdewar. Çanda me dewlemende û weke deryayekê bê sînore."

'HUNER JI BO GEL E'

Sozdar bilêv kir ku demên borî hêjmara stranbêjên Kurd ku bi hunerê mijûl dibûn kêm bûn û ev tişt got: "Niha ev hêjmar gelek zêdeye. Bes hin kes bi rastî hunerê dikin an jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku li gorî çanda me, an jî Kurdîtiya me hunerê nakin. Divê huner ji bo gel. Ji bo hemû stranbêjan rêza min heye, lê divê ku stranbêj eslê xwe û ji kûrhatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan, di vî warî de divê bi cih bînin. Hunermend divê ji civakê dûrî nebe."

'BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDÎ YE'

Sozdar anî ziman ku piştî 10 salan û vir de dîsan ew vegeriyaye welat û li gelek herêman konser da ye û bal kişand li ser qedexeya li ser hunermendên Kurd û wiha got: "Şaredariya Nisêbinê ya HDP’î plan kiribû ku 28’ê Tîrmehê bi beşdariya Azad Bedran û Zinar Sozdar konserekê li dar bixe. Lê Qeymeqamiya Nisêbînê destûr neda ku konser bê lidarxistin. Ev qedexe û astengî bêtehmûliya li dijî Kurdî ye. Em hinceta Qeymeqamê Nisêbînê bi tu awayî qebûl nakin. Ez ê vê mijarê bi parêzeran re jî bi axivim. Ezê şopdarê vê yekê bim. Pêwist be ezê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Sedem bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye. Demek dirêj e li Ewropa me. Ji bo ku ez li bajarê xwe konser bidim pir kêfxweş bûm. Lê ev yek jî qedexe kirin. Ger ku konser bi Tirkî bûya wê destur bidana. Neheqiyê li Gelê  Kurd dikin. Ez biryarê şermezar dikim."

'JI BO KURDAN QEDEXEYE, LÊ JI BO RAYEDARÊN DEWLETÊ SERBESTE'

Sozdar da zanîn ku berî çendîn salan ji ber ku strana bi navê ‘Gula baxçê min’ xwendiye doz li wî hatibû vekirin û wiha dom kir: “Li me Kurdan peyva Kurdistan qedexe ye, lê belê ji bo rayedarên AKP’ê peyva Kurdistan serbeste. Berî çendîn salan di konserekê de ji bo ku min strana xwe ya ‘Gula baxçê min’ xwend, bi hinceta di hindirê stiranê de ‘ka welatê min Kurdistan’ heye, serdozgeriyê doz li min vekir. Ez hunermendek Kurdim û bi Kurdî stirana dibêjim, lê dewlet Kurdî ji bo Kurdan qedexe dike. Ev rûreşiyek dewletê bi xwe ye.”