BI DÎMEN

'Divê ciwanên me li ser rêya Serokatî xwe bi rêxistin bikin'

Gerîlayê YRK'ê Rêzan Cawîdan bal kişand ser polîtîkaya şerê taybet a li ser ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku ciwan divê li ser rêya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin.

Gerîlayê YRK'ê Rêzan Cawîdan ê ji Kirmaşanê têkildarî şerê taybet ê li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî li dijî ciwanan ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Rêzan Cawîdan bi vî rengî axivî: "Fikirên Rêber Apo 'jin, jiyan, azadî' pêş xist. Jin, jiyan azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê jî dest pê kir û yek ji wan şehîdên jin, jiyan, azadiyê jî Jîna Emînî bû. Ew bû qurbaniya zihniyeta baviksalariyê. Piştî vê yekê xwepêşandanan dest pê kir, ciwan daketin kolanan û xwepêşandan kirin. Gel ji zihniyeta wê hikûmeta dagirker re qebûl nekir ku me dike qurbanî û gelê me şehîd dike. Li rojhilatê Kurdistanê ciwanên me di bin metirsiyê de ne, di zîndanan de ne, xwekujî gelek e. Niha li rojhilatê Kurdistanê xwekujî zêdetir li devera Îlamê ye. Xwekujiya jinan heye, xwe dişewitînin. Sedemên vê hemû zilm û çewisandinê ew dewletên dagirker in ku gel neçar dikin ku xwe bikujin. Ev yek ji ber Komara Îslamî ya Îranê ye. Niha Komara Îslamî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ciwanên me bi madeyên hişber û bi hemû cure dermanên derûnxeraker serkut dike. Lewma ciwan xwe dikujin. Ev yek siyaseta Komara Îslamî ye ku madeyên hişber di nav gelên Îranê de belav dike. Ciwanên me bi rêya xwekujî û îdamê tên kuştin. Ciwanên me li rojhilatê Kurdistanê bê kar in,  kar nîn e ku gel bike. Ciwanên me îro hemû xwendewar û pêşketî ne û dixwazin biçin ser kar, lê bê kar in.

Rêber Apo ji bo gelê Kurd felsefeyek nexşandiye da ku gelê Kurd pêş bikeve, beşdarî şoreşê bibe, xwe rêxistin bike û welatê xwe rizgar bike. Dagirkeran welatê me parçe kiriye. Divê em xwe rêxistin bikin û li hember wê dagirkeriyê rawestin û welatê xwe rizgar bikin.

Gel li Kirmaşan û Îlamê beşdarî şoreşa jin, jiyan, azadiyê bû. Gel li van bajaran xwepêşandan kirin û daketin qadan û li hember vê zihniyetê sekinîn da ku jin wiha nebin qurbanî û ciwan neyên girtin û neyên zîndanîkirin û neyên îşkencekirin.

Rêber Apo bi ramanên xwe bûye pêşengê me û em hemû perwerde kirine ku em di vê rêyê de biçin. Ciwanên me divê rêya Serokatiyê bidomînin û wê fam bikin û xwe rêxistin bikin. Çarerêya azadiya gelê Kurd ew e ku rêya Serokatiyê bigire û beşdarî şoreşê bibe. Ciwanên rojhilatê Kurdistanê bila xwe rêxistin bikin û vê zilmê qebûl nekin.

Niha rêberê me di zîndan û bin îşkenceyê de ye, pêwîst e bê azadkirin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û gelên cîhanê ye. Niha li rojhilatê Kurdistanê dewleta Îranê caşî û besîciyê pêş dixe. Gava ku zarokek diçe dibistanê, wî dike besîc, besîcekî neçalak û paşê wî dike besîcekî çalak. Gava ku dibin besîcên çalak, wan perwerde dike û li dijî gelê Kurd çekan dide wan. Divê gel vê yekê bizane. Çênabe ku gel vê yekê ji dewletê re qebûl bike. Dewlet gelek siyasetan dimeşîne, mêrik Kurd e, lê xayîn e. Eger tu li dijî gelê xwe rahêjî çekî, tu xayîn î.

Tiştekî din jî ku ez ê behsa wê bikim, kolberî ye. Kolber li ser sînoran kar dikin, ji bo îdareya malbata xwe, ji bo îdareya zarokên xwe. Ji hêla din ve artêş li ser sînor guleyan berdide wan. Em rojane şehîdan didin, şehîdên kolber. Divê gel vê yekê ji dewletê re qebûl neke. Divê ciwanên Kirmaşan, Îlam, Lekistan, Luristan û bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê xwe rêxistin bikin û beşdarî PJAK’ê bibin. Vê dewletê welatê me dagir kiriye, duberekî xistiye navbera me. Em li dijî vê zilm û sitemê rawestin, ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Apo tê bikoşin. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e."