Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê û Zugan, li ber avahiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava kom bûn. Di meşê de çalakvanên ku posterên Ocalan,al û sembolên kurdî vekiribûn, pankartên bi nivîsên ʺAzadiya Rêbertiyê çareseriya herî guncaw a federaltî û aştiya li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn eʺ û dirûşmên ʺAzadiya Rêber APO azadiya gelan eʺ hatin qîrkirin.
Çalakvanan heta Deriyê Sînorê Dirbêsiyê ku di navbera Rojava û Bakur de bi dirûşman ve meşiyan. Li vir daxuyanî hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Nisrîn Mihemed ve hate xwendin. Nisrîn Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk hemû cure dijbertiyê û siyasetên cuda li dijî gelê Kurd dide meşandin û wiha got: ʺLi dijî gelê Kurd gelek pîlanên ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê dixin meryetê û hê jî didomînin. Lê, her demê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li dijî van hewldanên qirkirinê gelê Kurd û Tevgera azadiyê hişyar kiriye û ji bo tedbîrgirtinê jî peyam daye.”
Nesrîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Ji ber girêdana xurt a gelê Kurd ya bi Rêbertiyê re her demê hemû pîlanên qirêj ên dewleta Tirk hatiye valederxistin. Serkeftinên ku îro li Rojava hene hemû encamên fikir, felsefe û berxwedan Rêbertiyê ya li Îmraliyê ye.
Piştî daxuyaniyê û şûn de çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.