Dînler bi şertê kontrola edlî hatin berdan

Ibrahîm û Faîze Dînler ku artêşa Tirk ew destgîr kiribûn, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.

Hevjînên hev Îbrahîm û Faîze Dînler ên ku beriya 9 rojan di operasyona li Gundê Qurdîsê yê navçeya Artûklûyê de hatibûn destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Hevjînên hev Îbrahîm û Faîze Dînler dema operasyona eskerî ya di 22’yê Cotmehê de li gundê Qurdîsê yê herêma Omeriya ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bi lêdanê hatibûn destgîrkirin. Dînler ên hevjînên hev piştî destgîrkirina 9 rojan, Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê Dînler sewqî Dadgeha Ceza ya Silhê kirin.
 
Li dadgehê şikeftên di nava zeviyên Dînler de bûn mijara sûc, piştî îfadeyên Dînleran hat wergirtin, dadgehê ji bo biryarê 10 deqîqe navber da. Dadgehê piştî navberê Dînler bi “qedexeya derketina derve” û hefteyê rojekê îmze biavêjin berdan.