Dîmenên qetilkirina Kemal Kûrkût derket holê

Kemal Kûrkût di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Dîmenên dema qetilkirina Kemal Kûrkût derket holê.

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê dîmenên dema qetilkirina Kemal Kûrkût belav kir. Di dîmenan de tê dîtin ku Kûrkût dikare were desteserkirin lê berevajî vî tiştî gule lê tê barandin.

Kemal Kûrkût ê 22 salî ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an de ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de bû hedefa polîsan. Piştî ser vê qetilkirinê salek derbas bû. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Di dîmenan de tê dîtin ku Kûrkût çawa hatiye qetilkirin. Ev dîmen di heman demê de ketin dosyeya dozê jî.

Di zabitnameyên polîsan de Kûrkût hatibû sûcdarkirin. Li gorî qeydên kameraya ewlekariyê li ser rêya ku qetilkirin pêk hatiye, Kûrkût bi gavên bi lez ber bi benda kontrolê ve dimeşe. Kûrkût hirkayê xwe derdixe û dîsa rêya xwe didomîne.

Li vê derê polîsekî sivîl, Kûrkût dişopîne. Li gorî dîmenan, bûyera qetilkirinê wisa didome:

Polîsên ku li ber benda kontrolê dibînin ku kesekî tazî, di destekî wî de şûşeya avê û di destê din de jî kêr heye, ber bi wan ve tê. Polîs li vê derê dikevin nav tevgerê û çekên xwe derdixînin. Hin polîs guleyan bera hewa didin hinek jî berê çekên xwe didin Kûrkût.

Kûrkût bi kêra di destê xwe de tiştekî ji polîsan re dibêje û ber bi qadê ve dilezîne. Polîs jî çek di destê wan de Kûrkût dişopînin. Li vê derê hin polîs guleyan bera hewa didin.

Dema ku Kûrkût benda kontrolê derbas dike, polîsê bersûc Y.Ş ê ku 5-6 metreyan li aliyê çepê yê bendê ye, çeka xwe nîşanî bedena Kûrkût dike û 2 guleyan bera Kûrkût dide.

Di dîmenan de tê dîtin, Kûrkût bi guleya ku li sînga wî dikeve, bi carekê de hildipeke. Piştî ku destê xwe datîne ser birîna xwe, hêdî dimeşe.

Kûrkût li nêzî rêya li ber TOMA’yê dikeve erdê. Berê li ser çongê xwe dikeve û piştre gindir dibe. Polîsê bersûc ê bi navê Y.Ş. ê ku gule bera Kûrkût daye ber bi Kûrkût ve dimeşe. Li vê derê kêra destê wî jê digire û li ser wî digere. Kûrkût piştre li ambûlansê dikin û wî dibin nexweşxaneyê.

Kûrkût piştî ku dibin Nexweşxaneya Memorîalê, li vê derê jiyana xwe ji dest dide.

Di dîmenan de nayê xuyakirin ku bê ka çima Kûrkût ji benda lêgerînê vedigere û diçe ba qesab radihêje kêrekê, çima kincên xwe derdixe û têkildarî nîqaşa wî ya berê ya bi polîsên li benda lêgerînê tu agahî tune.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya pêşîn de gotibû Kûrkût ‘bombe li xwe gerandiye.’ Lê piştî ku wêne hatin dîtin ên ku dîhaberê derxistibû holê, walîtiyê bi paş ve gav avêtibû û diyar kiribû ku wan lêpirsîn dane destpêkirin.

PIŞTÎ QETILKIRINÊ MÛAMELEYA DERMIROVÎ!

Cenaze yê ku ji bo veşartinê birin Meletiyê, ji bo şuştinê xwestibûn li Goristana Alîbaba were şuştin lê ava vê derê ji aliyê Şaredariya Battalgazî hatibû qutkirin. Malbatê bi derfetên xwe cenazeyê xwe şuştibû lê rayedarên şaredariyê destûr nedabûn ku Kûrkût li kêleka gora bavê xwe were veşartin. Şaredariyê wesayîta cenaze û kon jî nedabû malbata Kûrkût. Ligel hemû astengiyan cenazeyê Kurkut li mînîbusekê hatibû kirin û li Goristana Topbaş hatibû veşartin. Piştre derketibû holê ku Kûrkût ji qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê filitîbû ya ku 109 kesên sivîl ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.

POLÎSÊ KUJER HÊ JÎ LI SER PEYWIRA XWE YE

Piştî nerazîbûna di raya giştî de Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî 2 polîsên ku gule bera Kûrkût dane lêpirsîn da destpêkirin. Polîsê bi navê Y.Ş. (32) ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû destgîrkirin, piştre ji aliyê dadger bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.

Bersûc Y.Ş. ê ku di çarçoveya lêpirsînê ji peywira xwe hatibû dûrxistin, piştî 3 mehan dîsa dest bi peywirê kir. Serdozgeriyê piştî qetilkirina Kûrkût bi 7 mehan têkildarî polîsê bersûc, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê muebbet îddîaname amade kir.

Li cihê bûyerê 13 guleyên 9x19 hatin dîtin. Dozger tespît kir ku parçeyê guleya li tilîka çepê ya Kûrkût ketiye çeka aîdî Y.Ş. ye.

Polîsê bi navê O.M yê ku tevî Y.Ş. hatibû destgîrkirin jî bi hinceta ku guleya di bedena Kûrkût ne aîdî çeka wî ye, biryara neşopandinê hate dayîn. Di rûniştina pêşîn a dozê de ligel ku dozger xwest bersûc were girtin jî, dadgehê biryar da ku bila bersûc neyê girtin lê were darizandin.

Rûniştina duyem a dozê jî wê di 26’ê Nîsanê de were kirin. Parêzera malbata Kûrkût Reyhan Yalçindag Baydemîr bi hinceta ku bersûc dikare delîlan ji holê rake û bireve, xwest bila bersûc were girtin, lê ev îtîraz gelek caran hate redkirin. Têkildarî polîsên ku di bûyerê de agahiyên şaş dan û xwestin dîmenên qetilkirinê jê bibin ê ku rojnamegeran qeyd kiribûn jî lêpirsîna edlî didome.