Dîmenê çalakiya li Deriyê Qaçê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Deriyê Qaçê weşand, ku 29'ê Tîrmehê pêk hatibû û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Li herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê, yekîneyeke dijmin a ku demekê li qada Deriyê Qaçê di nava liv û tevgerê de bû, kete bin kontrola hêzên me. Di çarçoveya Pêngava Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever de ku li herêmê dewam dike, hêzên me di 29'ê Tîrmehê de saet 16:30'î bi rêya sabotajê li vê yekîneya dijmin xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû."