BI DÎMEN

Dîlan Guvenç: Divê em Kurdî li her qada jiyanê belav bikin

Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç destnîşan kir ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê li her qada jiyanê li dijî qedexeyê têkoşîn bê meşandin.

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê yên dewletê yên li ser zimanê Kurdî dewam dikin.

DEWLET HEWL DIDE KURDAN BI RENGEKÎ FÎZÎKÎ TUNE BIKE

Dîlan Guvenç diyar kir ku li Tirkiyeyê avaniyeke dewletê heye ku salên dûr û dirêj li ser yek zimanî hatiye avakirin û got, "Pirsgirêka zimanê Kurdî ji dema avabûna komarê ve heye. Bi taybetî li dijî zimanê Kurdî û zimanên din di peymana Lozanê de gelek xal hatin îmzekirin. Di Destûra Bingehîn a 1924'an de ji bilî Tirkî zimanê Kurdî û zimanên din hatin qedexekirin. Ev polîtîkayên asîmîlasyonê ji dema avabûna komarê û vir ve bênavber dewam kirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman bi Plana Şark Islahat kete meriyetê. Bi vê planê re hewl dan ku bi destê mamosteyên Tirk zarokên Kurd asîmîle bikin. Feraseta netewe dewletê ku bi komarê re destpê kir nexwest ku çand û zimanê neteweyên cuda bên parastin û li dijî vê yekê polîtîka meşand. Polîtîkayên ji bo tunekirina zimanê Kurdî û tunehesibandinê ji komarê û vir ve dewam dikin. Ji ber vê yekê jî Kurd neçar man ji cografyaya xwe koç bikin û qirkirineke mezin li wan hate kirin. Kurd ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê bi qirkirina fîzîkî re rû bi rû man. Dewletê ji ber ku nekarî Kurdan bi qirkirina fîzîkî tune bike, hewl da çand û zimanê wan asîmîle bike."

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ DEWAM DIKIN

Dîlan Guvenç ragihand ku bi Plana Şark Islahatê re polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî heta roja îro jî dewam dikin û got, "Li gel qirkirina fîzîkî, çandî û dîrokî, Kurd tune hatin hesibandin û hewl dan tune bikin. Armanca xwe ya sereke jî Tirkkirinan Kurdan û ji bo hînkirina Tirkî ferzkirina kiryarên cezaî bû. Cezayê pere li mirovên bi Kurdî diaxivîn hate birîn. Ev qedexe bi kampanya 'Bi Tirkî biaxive, zêde biaxive' dewam kir. Ev polîtîka jî herî zêde li qada perwerdeyê hate bicihanîn. Li dibistanan bi destê mamosteyên Tirk hewl dan ku xwendekarên Kurd asîmîle bikin. Sed sal in ev polîtîka bi vî rengî dewam dike. Dewletê di nava 10 salên dawî de bi taybetî bi polîtîkayên şer asîmîlasyona ziman û çandê zêde kir. Hewl dan Kurdan ji nirxên wan dûr bixîne û nasnameyeke Kurd a mehkûmkirî biafirînin. Bi polîtîkayên 10 salên dawî re dijminatiyê dixin nava gelan. Bi vê dijminatiyê re Kurdên koçî bajarên Tirkiyeyê kirine rastî komkujiyan hatin. Li bajarên Tirkiyeyê Kurd ji ber Kurdbûna xwe hatin qetilkirin. Dewlet li dijî Kurdan polîtîkayeke dijminane dimeşîne. Ev polîtîkaya dijminatiyê jî asîmîlasyonê kûr dike. Ji ber ku Kurd weke gelekî nayê qebûlkirin ev yek di nava gel de dibe sedema tirsê."

ARMANCA BINGEHÎN DIVÊ KURDÎ BE

Dîlan Guvenç anî ziman ku ji ber polîtîkayên neteweperestiyê yên desthilatdariya AKP û MHP'ê perwerdeya bi zimanê dayikê tê astengkirin û got, "Ew di polîtîkayên xwe de Kurdan, Çerkesan, Rûman, hemû gelan tune dihesibînin. Polîtîkayên herî giran ên neteweperestiyê li Kurdistanê têne meşandin. Bi destê qeyûman saziyên Kurdan hatin girtin, bi OHAK û KHK re saziyên me yên çandê hatin desteserkirin. Armanc ji van polîtîkayan tepisandin û tirsandina Kurdan e. Gelê Kurd bi huner, çand, dîrok û zimanê xwe heye. Em Kurd divê zimanê xwe biparêzin. Dema dawî zarokên Kurd li kolanan dest bi axaftina Tirkî kirine. Ev yek metirsiyeke mezin e. Li hemberî vê metirsiyê divê weke malbat em bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Divê em ziman, dîrok û çanda xwe hînî zarokên xwe bikin. Li her qada jiyanê divê em zimanê xwe bi kar bînin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê jî divê em zimanê Kurdî belav bikin. Gelê Kurd dixwaze Kurdî bibe zimanê fermî û bi Kurdî perwerdeyê werbigire. Gelê Kurd vê daxwaza xwe li qadan tîne ziman. Ev maf mafê me yê herî xwezayî ye û divê bê naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, nuqteyeke gelekî girîng e. Heta ku Kurdî bibe zimanê fermî têkoşîna me wê dewam bike. Saziyên têkildarî zimanê Kurdî divê li ser çand û ziman karekî kolektîf bikin. Fikir çi dibe bila bibe nuqteya hevpar a siyaseta Kurd divê Kurdî be. Bi nifşê xwe yê nû re divê em li hemû qadan zimanê xwe biparêzin. Bi vî rengî em ê karibin zimanê xwe biparêzin."