Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Di Newrozê de bi ruhê berxwedan û tolhildanê rabin ser piyan'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo Newrozê peyamek weşand û got, "Di Newroza 2023'an de divê gelê me ji her demê bêhtir bi xurtî li ber xwe bide û bi ruhê hesabpirsîn û tolhildanê rabe serhildanê."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo Newroza 2023'an peyamek bi dîmen weşand. Peyam bi vî rengî ye:

"Ez destpêkê şehîdê meha Adarê, şehîdê me yê mezin, şehîdê Newrozê hevrê Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekî Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan, Sema û Fikrî Baygeldî û di şexsê van hevalan de şehîdan hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Minetdariya xwe didim diyarkirin. Soza ku me daye şehîd û gelê xwe, bi azadiya Rêber Apo, azadiya jinan û welatê azad ku em ê pêk bînin, em bi vê wesîleyê car din dubare dikin.

Di vê meha Adarê de, gelek komkujî jî hatine pêkanîn. Komkujiya Helebce, ya Qamişlo, li Stenbolê ya Gazî û her wiha dîsa 2018’an meha Adarê dagirkirina Efrînê, ev komkujî bi destê dewletên faşîst ên desthilatdar ên dijminê gelê Kurdistanê li ser Kurdistanê pêk hatin. Ez vana carek din şermezar dikim û qurbaniyan hemûyan jî bi bîr tînim.

Me 8’ê Adarê li pey xwe hişt, em niha êdî di rojên Newrozê de ne. Jinan 8’ê Adara îsal, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û dîsa li derveyî welat, ji ber erdheja ku navenda wê Bakurê Kurdistanê bû, weke her sal na lê li gorî ruhê 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Bi berxwedanek mezin, bi hêrseke bilind ji kesên ku bûne sedema vê erdhejê, ji desthilatdariya faşîst a mêrdewlet hesab pirsîn. Jinên ku beşdarî van çalakiyên mezin ên hesabpirsîna ji pergala baviksalarî bûn li parzemîn cîhanê hemûyan, li Kurdistanê û li herêma Rojhilata Navîn, ez wan jinan hemûyan silav dikim. Van çalakiyên mezin ên bi vîna azad hatin kirin, ez pîroz dikim.

Em bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ber bi şoreşa jinê ve, bi qîrînên jinan û bi rengên azadiyê û bi dengên jinan ên bilind, em êdî Newrozê pêşwazî dikin. Carek din di vê 8’ê Adarê de xuya bû ku jin bingeha esasî û hêza cewherî ya azadiya civakê ye. Di bin hemû êrîşan de, jina berxwedêr helwesta xwe ya têkoşînê a hevgirtinê û îradeya hemû awayê ya bi israra di xeta azadiyê de, diyar kir. Ev gelek girîng û bi wate ye. Jinê îro diyar kir ku ti hêza desthilatdar êdî nikare vê herikandina mezin a ber bi azadiyê ve, asteng bike. Bi helwesteke demokratîk, bi helwesteke zanist û bi fikir û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jinên cîhanê hemû, hevgirtinek mezin ava kiriye. Em bi vê hevgirtina mezin, êdî agirê Newrozê vêdixin.

Ev Newroz, Newroza 50 salî ya meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Di ser Newrozê re 2 hezar û 635 sal derbas dibin. Agirê Newrozê bi derketina Rêber Apo û Tevgera Azadî, êdî hîn geştir û xurtir tê bilindkirin. Newroz cejna gelê berxwedêr e. Newroz vejîn e. Newroz jiyana nû ye. Newroz hatina biharê ye û Newroz serhildana li hemberî zilmkaran e. Roja mezin a hesabpirsînê ye. Hesabpirsîna yekemîn, berî vê 50 salan bi gotinek Rêber Apo destpê kir. Wateya gotinê gelek mezin bû. Rêber Apo di rojeke Newrozê de got, ‘Kurdistan bindest e ji bo ku were azadkirin, divê têkoşînek bênavber û parastinê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bê kirin’. Bi yek gotinê destpê kir û 50 sal in ew çirûska agirê ku hatiye vêxistin, îro li tevahî Kurdistanê û derveyî welat bû meşaleya azadiyê. Bi vê wesîleyê, ev cejna mezin, cejna gelan û meşa bê navber maratonî ya Rêber Apo bûye roja vejînê. Ez bi vê wesîleyê, Rêber Apo ji dil û can silav dikim. Hezkirin, bêrîkirin û minetdariya xwe didim diyarkirim.

'GELÊ ME DIVÊ CIH Û WARÊ XWE NETERIKÎNE'

Newroza 2023’an em weke Tevgera Azadî û tevahî gelê Kurdistanê û jinên berxwedêr, bi îdîayek mezin pêşwazî dikin. Ji salên derbasbûyî, cuda pêşwazî dikin. Ji ber erdheja van rojên dawî qewimî hîna jî bi hezaran mirovên ji gelên me di binê xirbeyan de ne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, hîna nehatiye diyarkirin. Ji hejmara ku dibêjin, gelekî zêdetir e. Ez bi vê wesîleyê êşa malbatan hemûyan parve dikim. Gelê me, gelekî berxwedêr e. Bi taybet li herêma Mereş, Semsûrê, Meletî, Dîlok û cihê xeta berxwedêr a Tevgera Azadî ye. Li Mereşê keda mezin a Kemalan heye. Li Dîlokê ya Heqiyan heye. Evane pêşengên têkoşîna azadiyê ne. Fikir û ramanên azadiyê li Kurdistan û Tirkiye belav kirin. Dijmin dixwaze bi vî awayî wan herêman vala bike, demografiya wê biguhere û gelê me koçber bike. Ez bi vê wesîleyê bang dikin, divê gelê me cih û warê xwe bernede. Çiqas zoriyên jiyanê hebin jî, li ser xaka xwe bimînin û li ber xwe bidin.

Ji bo vê em weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ji bona vane pêk werin di rojên destpêkê de, me bêçalakîbûnek wekî erkê xwe yê exlaqî, wijdanî û mirovî pêk anî. Çalakiyên li metropolan me dan sekinandin. Dijminê faşîst, dîktator Erdogan û Bahçelî bê navber êrîşên xwe hîna jî didomînin. Hem li dijî gerîlayên azadiyê, hem jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistan û Şengalê ji her demê zêdetir ev êrîşên xwe li ser van herêman dike. Gerîlayên azadiyê di parastinê de ye. Herî dawî destpêka meha Adarê li Şengalê, êrîş kirin û fermandarên YBŞ’ê û Asayîşê şehîd bûn. Ez ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji YBŞ’ê û tevahî gelê me re sersaxiyê dixwazim û gelê me divê bizane ku bi van êrîşên dixwazin vîna wan bişkîne. Di demek ev qas girîng de, li her cihê ku êrîş dikin, em weke Tevgera Azadiyê Newroza meşa 50 salî ya azadiya Rêber Apo hîn zêdetir li gorî ruhê Newrozê, her çiqas weke salên derbasbûyî, di hêla muzîk û dikê de jî çênebe jî, bi ruhê berxwedan, tolhildan û hesabpirsînê divê li dijî hemû dijminên ku destê wan di xwîna gelê û gerîlayên azadiyê de heye, rabin. Newroz bi xwe serhildanek e. Tolhildana ji tevahî kesên di dîrokê de bûne sedemê qirkirinan. Li ser vî esasî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, qirkirina ku li ser gelê me pêş dixin, êdî hesabpirsîna wan pir nêzîk e.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ev sal divê bibe sala binketina vê faşîzmê, hilweşandina qesra zilmkaran. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê mîsogerkirina xweseriya demokratîk û avakirina netewa demokratîk, çareserkirina van nakokiyên ku heyî, misogerkirina şoreşa azadiyê be. Li Başûrê Kurdistanê bi yekîtiya ruhê Newrozê, bi hevgirtinekî niştimanî li hemberî êrîşên dagirkeran sekinîn, dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi dawîkirin be. Li Rojhilatê Kurdsitanê ku 6 meh derbas bûn, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengiya jinan şoreşek civakê dimeşe. Newroza îsal bi şoreşa civakî, pêşxistin û tola hemû şehîdên van 6 mehan, bi têkoşînek demokratîk bi şoreşa bi pêşengiya jinê tacîdarkirin be. Dîsa li tevahî welêt û derveyî welêt, em di nava pêvajoyek stratejîk de dijîn, sedsaliya Lozanê ye. Qirkirin û bê statuhiştina li ser Kurdistanê, êdî dema bi dawîkirina vê ye. Êdî ne pêkan e ku Kurd bê statu, bê nasname û bê welat bijîn. Têkoşîna 50 salî ya keda Rêber Apo, maraton da meşandin. Bi xeta Mazlûman, Egîdan, Bêrîtanan û Zîlanan şoreşa mezin a jinê vîna ku derketiye holê, êdî bi fînala mezin tacîdarkirina wê pêwîst e. Newroza îsal, ev qas girîng e. Gelek taybetmendiyên xwe hene. Yek bi yek vana girtina dest, li gorî cih têkoşîn pêşxistin erkê me hemûyan e. Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di vê biryarê de ne. Rojeva me zelal e. Mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têk birina pergala baviksalarî, peymana Lozanê û faşîzma li ser gelan, êdî ne xewn e û ne jî xeyal e. Encamê têkoşîna ku 25 sal e, bi taybetî bê navber berxwedana Îmralî ku Rêber Apo pêş xistiye û dîsa 8 sal e bê navber êrîşên ku tên kirin û tecrîda girankirî û her wiha bi 50 salên bê navber ên vê têkoşînê, asta ku gihayê ji vir û şûn ve tiştên ku em bikin pir zelal daye pêşiya me. Em di vê baweriyê de ne ku êdî gelê me jî, li welat û dervey welat bi vê helwestê, bi vê zanebûnê û bi vê biryardariyê û bi vê hêviya mezin a Newrozê, di nava têkoşînekî bê rawestandin û bê hempa de ye. 

'DEM DEMA HESABPIRSÎNA MEZIN E'

Êdî dem dema hesabpirsîna mezin e. Dem dema binxistina hemû cureyên êrîşan e. Dem dema li dora Rêber Apo û gerîlayên azadiyê cih girtine. Dem dema yekîtiya netewî ya li ser esasê netewa demokratîk, mafê gelê Kurd û azadiya jinê pêş xistine. Dem dema mîsogerkirina şoreşa civakî ya bi pêşengiya jinê ye. Ev  derfet jî di destê gelê me de ne û ev derfetane ne kêm in. Ev meş ji tunebûnê destpê kir. Îro em bi pergala konfederalîzma demokratîk, ekolojîk ku xwe dispêre azadiya jinê, 18 salên damezrandina KCK’ê, KJK’ê bi dawî dikin. 18 sal in ev pergal bûye hêviya tevahî gel, jin û civakan. Netewa demokratîk konfederalîzma demokratîk, êdî konfederalîzma cîhanî ya demokratîk xwe rêxistin dike û ber bi vê ve diçe. Herî dawî komxebat û konferansên li ser vî fikrî hatin pêşxistin, ji Kurdistanê heyanî Başûrê Efrîqa û hemû parzemînan vaye da diyarkirin. Tenê yek xet û çareseriyek li dijî modernîteya kapîtalîst, pêşxistina modernîte û netewa demokratîk a bi pêşengiya jinê ye. Azadiya jinê bi vî awayî, bingehê tevahî azadiyan e. Pirsgirêka esasî ya roja îro, pirsgirêka azadiya jinê, gelan û israra desthilatdaran a neçareserkirina wê ye. Li hemberî vê têkoşîn, dikare bibe sedemê serkeftinên mezin. Îro yên xwedî pergal, fikir û felsefeya azadiyê, xwedî fikrên azad û ilmê azadiya jinê, yekane Tevgera Azadiyê ya Jin û Gelên Kurdistanê ye. Bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdan, PKK û PAJK bi pergala konfederalîzma demokratîk KCK, KJK îro vaye ber bi pêş ve dibe. Em di vê Newrozê de bi vê pergala demokratîk û bi hatina Newrozê re êdî em, bihara azadiya Rêber Apo û tevahî jinan û mirovahiyê pêşwazî dikin. Li ser vî esasî ez salvegera 18’emîn a KCK û KJK’ê li tevahî gelan û gelên me û jinan, pîroz dikim. Mîmarê vî fikir û felsefeya mezin û Rêberê pergala konfederalîzma demokratîk, Rêber Apo ku vê fikrê mezin diyarî mirovahiyê kiriye, car din silav dikim. Newroza Rêber Apo û ya tevahî jinan, berxwedêrên girtîgehan, gerîlayên berxwedêr û azadiyê, HPG û YJA Starê pîroz dikim. Dîsa cejna gelê me li welat û dervey welat li dostên gelê me û hemû kesên Newrozê weke cejna xwe dibînin, ji Rojhilata Navîn hetanî welatên ku Newrozê weke cejna xwe dibînin, pîroz dikim. Ez dibêjim, di xeta Newrozê de, di xeta Mazlûm û Zekiyan de em ê teqez serkeftina mezin bi dest bixin. Li ser vî esasî dibêjim, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Newroz’."