Di êrîşa dewleta Tirk de du pêşmerge mirin

Li nehiya Dînartê ya li bajarê Akrê yê Dihokê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 pêşmerge mirin.

Dewleta Tirk a dagirker 20'ê Sibatê saet di 18:45'an de gundê Kafiya yê nehiya Dînartê ya navçeya Akrê ya Dihokê bombe kir.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 pêşmerge mirin, du kesên li gel wan bû jî agahî ji wan nayê wergirtin.

Hate ragihandin ku pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Arîf Taha (61) û Beşîr Omer Alî (68) in.

PDK mîna her carê daxuyaniyek neda. Hikumeta Herêma Kurdistanê ya di bin serweriya PDK'ê de ye, ti daxuyanî neda.

Li gorî agahiyan pêşmerge dema ku li quntara Çiyayê Siyarê li nava bax û baxçeyên xwe dixebitîn hatin bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015'an û vir ve êrişeke giran dibe ser xaka Başûrê Kurdistanê û ji hingî ve herî kêm 152 sivîl qetil kir, 228 sivîl jî birîndar kir.