'Di bin navê karantînayê de girtiyan dixin hucreyan'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç got, li girtîgehên ku vîrûsa koronayê lê hatiye dîtin, girtî di bin navê karantînayê de li hucreyên yek kesî tên bicihkirin û bang li raya giştî kir.

Li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku li bajarê Wûhan ê Çînê dest pê kir û heta niha bû sedema mirina nêzî 200 hezar mirovî, li tevahiya cîhanê tevdîr dewam dikin. Lê belê li Tirkiyeyê xemsariya hikumetê bi taybetî ya li dijî girtîgehan balê dikişîne. Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul beriya niha ragihandibû ku 3 girtî li girtîgehê mirine.

Li ser rewşa li girtîgehên Wanê tiştek nayê zanîn. Serdozgeriya Komarê ya Wanê û rêveberiyên girtîgehan têkiliya bi derve re birîne, lewma bi zor û zehmetî agahî ji girtîgehan tê wergirtin. Girtiyên siyasî tenê bi rêya telefonê dikarin bi malbatên xwe re biaxivin û bi vî rengî li ser rewşê agahiyê didin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisac têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

'EM HÎN DERENG NEMANE'

Sarisac diyar kir, li girtîgehan girtiyên siyasî yên ku gumana vîrûsê li ser wan hene yan jî testên wan pozîtîf derketine, dixin karantînayê û got, li gorî aghaiyên ji malbatên girtiyên rakirine nexweşxaneyê hatin wergirtin, gelek kes di karantînayê de ne, lê belê ev rewş ji raya giştî tê veşartin. Sarisac diyar kir, metirsiya li ser girtîgehan gelekî mezin e û got, "Li derve em bi zorê xwe diparêzin. Li girtîgehan mirov neçar in bi hev re bijîn, lewma nikarin xwe biparêzin. Hîn dereng nîne. Yên girtî û nexweş bi qanûnên heyî bi rengekî nehiqûqî tên girtin, halbûkî berdana wan pêkan e.

Karê partiya me li komîsyona hiqûqê dewam dikin. Navenda me ya giştî hevdîtinan dike, lê belê heta niha gaveke erênî nehatiye avêtin. Pêwîstiya me bi berpirsyariyeke civakî heye. Divê civak piştgiriyê bike û bi berpirsyarî tevbigere. Li girtîgehan nêzî 200 hezar mirovên me di nava lepên mirinê de hatin hiştin. Çeteyên alîgirê xwe, kujer berdan û ji vîrûsa koronayê parastin. Eger hewldanên partiya me û piştgiriya civakî zêde bibe em ê bi hev re karibin bi ser bixînin. Hikumet dibêje 'me tevdîr girtine', lê belê li girtîgehan tevdîr nehatine girtin. Bi dîtina me ev yek polîtîkayeke ku bi zanebûn tê meşandin. Rewşeke welê heye ku wijdanê mirovan diêşîne."

'BI PEREYAN MASKEYÊ DIFIROŞIN GIRTIYAN'

Sarisaç anî ziman, girtiyên ku dibin revîreyê piştî ku çend pirsan ji wan dikin dermên didin wan û got, "Sîstema tenduristiyê ya li girtîgehan bi vî rengî dimeşe. Niha li girtîgehan ji ber vîrûsa koronayê karantîna heye. Di bin navê karantînayê de girtiyan dixin hucreyên yek kesî. Her kes di vê pêvajoyê de divê hişyar û berpirsyar be.

Hikumetê civak di halê xwe de hiştiye û ne xema wan e. Maske û dezenfektanê bi pereyan difiroşin. Ji 3 kesî re dezenfektanekê didin. Madeyên paqijiyê kêm tên dayin. Ya rast divê em piştgiriyê bidin kampanya malbatên xwişk û bira û girtîgehan. Divê tenduristiya girtiyan ji bo me rewşeke girîng be."