Di bin çavan de hate derbkirin, xwîn rijiya ser mejî
Li Erdîşê piştî ku hêzên dewletê Hediye Ataman qetilkir û şûn de Halît Atman kirin biçavan, derket holê ku di bin çavan de hatiye derbkirin û di dema derbkirinê de xwîn rijiyaye ser mejî.
Li Erdîşê piştî ku hêzên dewletê Hediye Ataman qetilkir û şûn de Halît Atman kirin biçavan, derket holê ku di bin çavan de hatiye derbkirin û di dema derbkirinê de xwîn rijiyaye ser mejî.
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî kû hêzên dewlet û polîsan agir bi mala Heydiye Ataman xistin û qetilkir û şûn de Halît Ataman (37) binçavkirin, hat îdîakirin ku di dema binçavan de hatiye derbkirin û xwîn rijiyaye ser mejiyê wî.
Ataman, bi 3 ximên wî re hatibû binçavkirin û rojekê di bin çavan de mabû. Ji wê rojê heta niha Atman her ji ber êşa serî gazincên wî hebû, îro ji aliyê birayê wî ve bire Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Piştî girtina tomografî û venêrîna dixtor der ket holê dema ku di bin çavan de ji ber derbkirinê xwîn rijiyaye ser mejiyê wî. Hat diyarkirin dema ku di bin çavan de Ataman birine nexweşxaneyê lê tevî xwestina rapora derbkirinê jî ev yek nehatiye dayîn.
Rewşa Ataman xeteriya wê dewam dike, bi ambûlansê sewqî Wanê hate kirin.