Dewleta Tirk gundên Garê bombebaran kir, PDK'ê nehişt ku birîndar bên rakirin

Hat ezanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundiyên Garê bombebaran kiriye û kesên ku xwestin 3 xizmên xwe yên birîndar ji herêmê bigrin û bibin nexweşxaneyê, ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin.

Dewleta Tirk a dagirker danê êvarê bi balafirên şer gundên herêma Deşta Kafya ya Garê bombebaran kir. 3 gundiyên bi navê Sadiq, Arîf û Beşîr birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, xizmên birîndaran ên xwestin wan ji herêmê derbixin û bibin nexweşxaneyê ji aliyê PDK’ê ve hatine astengkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên PDK'ê gef li kesên xwestine xizmên xwe yên li herêma ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombekirin birîndar bûne bigirin û gotine, "Heke hûn biçin wê balafir we jî bombe bikin."