‘Desthilat ji mirina Koçak berpirs e’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed ku têkildarî Mûstefa Koçak ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da, diyar kir ku sedemê mirinê desthilata siyasî ye û ji bo mirinên din çênebe, bang kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî Mustafa Koçak ê di roja 297’emîn a çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe dest da daxuyaniyek nivîskî ya bi sernavê “Dawî li siyaseta xwe ya ku ber bi mirinê ve dibe bînin” belav kir.

Di daxuyaniya Platformê de hat bibîrxistin ku li welat car din mirov bi grevên birçîbunê ve jîyana xwe ji dest didin û wiha hat gotin: “Mustafa Koçak ê ku li hemberî van neheqiyên ku li mirovan tên kirin, li hember bidestxistina mafê hunera azad, li hember mafê xweparastinê ketibû rojiya mirinê di roja 297’emîn de jiyana xwe ji dest da. Pêvajoya binçavkirin, girtin û darizandina wî bi îşkence û zordariyê û bi ser de girtina cezayê giran di çapemeniye de jî cî girtibû. Hikumetê li hember hemû xwestekan guhê xwe girt û bi vî awayî rê li ber mirinê vekir û temaşe kir.

Wek tê zanîn birçîbuna dirêj li ser cendekê mirovan bandorên xerab tîne holê. Em wek sazîyên ked û pişeyan li hemberî hemû çalakîyên hemberî cendeka mirovan e. Gireva birçîbunê jî tevî li wan çalakîyane û li gor felsefa me nîne. Em bi pîroziya jinayê bi bawerin.

Em wek sazîyên ked û pişêyan nikarîn van çalakîyan re erê bikin, lê em nikarin temaşe jî bikin.

Em cardin naxwazin şahidîyê mirin û xisarên mayînde bikin. Ji ber vê; ji bo çareserîya pirsgirêkan divê mafên mirovan, serdestîya dadê, rûmeta mirovahîyê were pêşxistin. Daxwaza me ew e ku di sedemê van grevên birçîbunê de jî bi vi awayî ji holê were rakirin.

Ev çalakî li hemberî mafê herî pîroz, li hemberî mafê jîyanê tê meşandin. Rakirina tesîrên vê çalakîyê berpirsiyarîya hemû mirovahîyê ye û em dixwazin ku herkes xîret bike û peywira xwe bîne cîh.

Dîsa em weke saziyên kedê bang dikin, beriya ku hunermend Îbrahîm Gokçek, parêzer Ebrû Tîmtîk û parêzer Aytaç Unsal jiyana xwe ji dest bidin demildest divê daxwaza wan were qebûlkirin û ew jî dest ji çalkiyên xwe berdin. Em dibêjin her kes û saziyên ku berpirsiyariya wan heye li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin. Hukumet jî beriya ku dereng bimîne divê gav bavêje.”