Dêrsim: Wê pêngava me bidome

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim: “Ev pêngav ji bo hilweşandina faşîzmê, azadkirina gelê Kurd, azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku ev armanc pêk werin wê ev pêngav bidome.”

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim ji Radyoya Dengê Welat re axivî û di bernameya taybet de pirsên rojnameger Kawa Merwan bersivand.

Dêrsim derbarê pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ got ku “Hevserokatiya KCK’ê di 12’ê Îlonê de ji raya giştî re ev pêngav eşkere kir. Ev biryareke piştî nîqaşên kûr û berfireh bû. Wateyeke wê ya taybet hebû ku di 12’ê Îlonê de hate eşkerekirin. Di salvegera cûntaya faşîst de vê pêngava berxwedanê hate destpêkirin. Divê ev pêngav rast were fêmkirin. Heke rast neyê fêmkirin wê tevlêbûneke rast jî neyê kirin. Divê gelê Tirk û dostên gelê Kurd jî vê rewşê baş binirxînin. Ji ber ku di vê rewşê de derfetên mezin ên serkeftinê heye. Heke ev derfet neyên bikaranîn jî wê xetereyên mezin pêk were.

Dewleta Tirk a faşîst di şexsê AKP û MHP’ê de li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê di asta herî bilind de didomîne. Ne bi tenê li Bakur, li Başûr û Rojhilat jî bi tevî tifaqên qirêj , li Ewropa û Kafkasan jî li ser gelê Kurd û li hemû qadên ku gelê Kurd lê ye, vê siyaseta îmhakirinê didomîne. Di vî warî de hemû derfetên xwe seferber dike. Tirkiye xistine nav krîzeke gelekî mezin. Ji ber ku ew jî dizanin tekane hêza ku dikare wan hilweşîne, Tirkiyeyê demokratîk bike PKK ye. Ji ber ku bi vî tiştî dizane dixwaze Têkoşîna Azadiyê îmha bike û ji holê rake. Dibîne ku Kurdên azad bi felsefeya Rêber Apo mezin bûne wê karibe wan ji holê rake. Ji bo ku ew ji holê ranebe û di nav dîrokê de winda nebe, bi hemû derfetên xwe qirkirinê dike. Dawiya dawî wê vê desthilatdariya faşîst ji holê rabe. Kêşeyeke wan a bekayê heye. Ew dixwazin vê pirsgirêkê wekî ya hemû gelan nîşan bide, metodên şerê taybet dixe meriyetê û dixwaze qirkirinê pêk bîne.

Divê ev tişt baş were dîtin, di navbera dewlet aTirk û gelê Kurd de şerekî hebûn û nebûnê heye. Dewleta Tirk a faşîst ji bo qirkirina gele Kurd her tiştî dike. Li hemberî vî tiştî bi pêşengiya Rêber Apo Kurdên azad jî dixwazin dahatûya xwe ya azad biafirînin. Ev têkoşîneke tund e. Hebûna yekê dibe sedema hebûn û nebûna ya din. Ji ber vê em ketine nav pêvajoyeke wisa. Dewleta Tirk her cure metodê pêk tîne. Hemû hêz xist bin kontrola xwe, hemû hêzên dewletê li hev kom kir. Bi vê rêyê tevî hemû hêzên xwe di warê hiqûqa, ekonomî, leşkerî, siyasî, dîplomasî û medyayê ketiye nav hewldana ku Kurdan qir bikin. Divê em jî li hemberî van êrîşên berfireh berxwedaneke berfireh ji xwe re bikin esas. Gelê Kurd 40 sal in li ber xwe dide. Gerîla li ber xwe dide, zindan li ber xwe didin, berxwedaneke destanî ya 22 salan a Rêber Apo heye, jin li ber xwe didin, ciwan li ber xwe didin lê divê ev jî werez zanîn ku, divê ev hemû hêz werin ba hev. Hemû derfet têkevin dewrê û encam were stendin.

Teqez divê bawerî bi serketina vê pêngavê were kirin. Ji ber ku zemîna vê pêngavê gelekî xurt e. 40 sal in têkoşîna azadiyê heye. Bîrbûn, rêxistinbûn û rastiya gel a vê têkoşînê heye. Li ser esasê felsefeya Rêber Apo, em xwedî îdeolojiya herî pêş a dinyayê ne. Em tekane tevger in ku dikarin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pirsgirêkan çareser bikin. Di salên dawîn de berxwedanên me yên li Rojhilata Navîn ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovên li dinyayê bûye hêvî.

Ev hemû dibin zemîna xurt a ji bo serkeftina pêngavê. Zemîna serkeftinê gelek e. Bi tenê bila em rast nêz bibin û vê zemînê rast bi kar bînin. Heke em rast nêz bibin û zemînê rast bi kar bînin wê faşîzm bi hêsanî têk biçe. Dewleta Tirk xwe gelekî xurt nîşan dide, êrîşî her derê dike. Ev ne ji ber xurtbûna wan e. Faşîzma dewleta Tirk di serdema xwe ya herî qels de ye. Faşîzm êdî her ku diçe qels dibe û dihele. Sedema bingehîn a di bin van êrîşan de ev e. Dixwaze qelsbûna xwe veşêrin û Kurdan qir bikin. Lê li hemberî wan tecrubeya têkoşînê ya bi hewldanên Rêber Apo heye. Ev gel wê li ber xwe bide. Ev berxwedan wê tevî pêngavê bi ser bikeve û wê faşîzm têk biçe. Wê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ser bikeve. Wê têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê bi ser bikeve. Li ser vî esasî wê paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo bi ser bikeve.

Di vê pêvajoya dîrokî de divê her kes li gorî ruhê pêvajoyê nêz bibe û tevê bibe. Divê tirs, fikarên cihê tunebe. Êdî ev gel divê berê xwe bide serkeftinê. Ji bo ku tune nebe, divê xwe hişk bi têkoşîna pêkanîna azadiyê bibe. Tevî hemû derfetên xwe divê tevlî vê têkoşînê bibe. Heke tevlêbûneke wisa pêk were, wê faşîzm têk biçe. Li dijî faşîzmê çil sal in têkoşînek tê kirin lê tê dîtin ku bi tenê têkoşîna gerîlayan, bi têkoşîna gel, siyasî û dîplomasiyê faşîzm hilnaweşe. Ji ber vê jî divê ev hemû tişt bibin yek û li ser esasê stratejiya şerê gel heke pêvajoyek were destpêkirin wê encam were stendin. Divê wateyeke xurt em bidin têkoşîna pêngavî. Têkoşîneke di asta pêngavê de tarza têkoşîna Rêber Apo ye. Di têkoşîna me ya 40 salan de Rêber Apo her dem pêngav daye destpêkirin. Li cihê ku rêxistin tengijiye, Rêber Apo bi pêngavan pêşiya têkoşînê vekiriye. Îro jî tevgera me vî tiştî dike. Ev tê wateya pratîzekirina tarza Rêber Apo. Divê mirov serê xwe bi derfet û zemînan neêşîne, xwe bispêre hêza mirovên rêxistinkirî û armanc pêkanîna hedefan be. Heke hemû alî di vê pêngavê de hêzên xwe bikin yek, wê faşîzm têk biçe. Divê mirov ruhê zeman baş fêm bike, xwe li gorî vî tiştî binirxîne û li gorî pêwistiya wî ruhî bibe xwediyê tevlêbûneke fedakarî. Ev jixwe pêngaveke serkeftinê ye, ji xeynî wê tu rêyeke din tune. “

Dêrsim diyar kir ku di payîza 2018’an de Komîteya Navendî ya PKK’ê biryar stendibû û pêngaveke berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dabû destpêkirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengtiya vê pêngavê kiribû. Piştre zindan jî bûn parçeyekî vê pêvajoyê û berxwedaneke fedaî ya bêhempa derketibû holê. Di vê berxwedanê de 9 rêhevalên me şehîd bûn. Ez van rêhevalên şehîd dîsa bi bîr tînim. Ev berxwedan li tu dera dinyayê tunebû. Li her dera Kurdistanê mirovên me ketin grevên birçîbûnê yên demdirêj û rojiyên mirinê hatin destpekirin. Ji bo xwedîlêderketina Rêber Apo gelê Kurd berxwedaneke fedaî kiribû. Ji dema ku Rêber Apo di sala 1999’an de dîl hate girtin, her dem berxwedan hate kirin. Di dema komploya 15’ê Sibatê de bi pêngava çalakiyan a ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bersiv dabûn vê pêvajoyê. Piştre jî berxwedan domiya. Em dizanin ku tiştekî biçûk jî were serê Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me serî hildide. Di wê pêvajoyê de berxwedana rêhevalên me yên di zindanan de û şehadetên derketin holê û berxwedana civakî ya bi pêşengiya dayikên me hate destpêkirin, îradeya faşîzma AKP û MHP’ê şikenand, neçar man ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike. Ev çalakî li ser banga Rêber Apo bi dawî bû. Vê pêngava hatibû destpêkirin pêngava di sala 2018’an de temam dike. Wê demê tecrîd hate şikandin lê faşîzm nehate hilweşandin. Heta ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê neyê hilweşandin, faşîzma dewleta Tirk ji holê neyê rakirin, doza Kurdan çareser nebe li Tirkiye û Rojhilata Navîn demokrasî bi pêş nekeve, wê ev pêngav bidome. Ev pêngav ji bo encamstendinê ye. Armanca me şikandina faşîzmê ye. Divê em nebêjin ku di nava 3,5 mehan de ev pêngav encamekê werbigire. Dibe ku demek jê re hewce be, dibe ku zûtir jî pêk were lê ya girîng ev e ku heta bigihêje encamê wê bidome. Wekî di kişikê de heta ku şah-mat bibe, gelek gav hewce ne. Zemîna pêngava şah-mah tê avakirin û herî dawîn gava şah-mah tê avêtin. Pêngava KCK’ê divê wekî pêngava şah-mat a li dijî faşîzma dewleta Tirk were dîtin. Armanca wê jiholêrakirina faşîzmê ye. Ferqa wê ya ji pêngavên din ev e.”

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim diyar kir ku wê hemû qad tevlî vê pêngavê dibin û got, “Wê qada zindanê jî li gorî derfetên xwe tevlê bibe. Di vî warî de keleporeke me ya berxwedana zindanan a 40 salan heye. Wê nîqaş û plansaziyên hevalên me yên li zindanan ji bo geşkirin û xurtkirina vê pêngavê hebe. Wekî pêngavên din jî divê were dîtin ku ev ne pêngava bi pêşengiya zindanan e. Li derve li ser esasê tekoşîna gel a şoreşger têkoşînek heye. Zindan jî wê di nav vê têkoşînê de cihê xwe bigirin û tevkariyê bike. Em ne di wê astê de ji hevalên zindanê re bibêjin vî tiştî bikin, wisa bikin. Ew bi xwe şertên xwe dizanin. Berxwedêrên zindanan di warê tevkariya li berxwedanê 40 sal in bêyî pirsgirêk tevkariya xwe pek anîne. Daxwaza me ji hevalên me yên zindanê ev e ku yekser çalakiyên wekî grevên birçîbûnê û yên ku wê bibin sedema jiyana wan, nexin rojeva xwe. Li gorî me, çalakiyên wisa zêde ne rast in. Ji ber ku bêtir li derve bi pêşengiya gerîla, jin, ciwan û gelê me têkoşînek didome. Hevalên me yên li zindanan divê têkevin nav hewldanên geşkirin û xurtkirina têkoşîna heyî. Baweriya me zêde ye ku wê zindan di vê pêvajoyê de rola xwe bi cih bînin. Em ji niha ve diyar dikin ku wê hevalên me bi awayekî xurt tevlî nav vê pêngavê bibin.”

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim ji bo tevlêbûna malbatên girtiyan jî got ku “Herî kêm deh hezar girtiyên siyasî hene. Dema ku mirov malbat û xizmên wan jî dihesibîne, ev dike sed hezar mirov. Yek ji beşa ku divê tevlêbûneke xurt bike jî malbatên girtiyan e. Ji ber ku ev malbat kirinên faşîzmê ji nêz ve dibînin. Her yek ji wan zarok û xizmên wan di zindanê de ne. Ev malbat gelekî baş dizanin ku zindan dojeheke çawa ye.Ev malbat yek jî bi hêsanî nikarin xwarinê bixwin, ji ber ku hişê wan her dem li ser girtiyên wan in. Divê li ser esasê hilweşandina faşîzmê ev bertek têkeve nav hewldanan. Di vî warî de qelsî hene. Divê di vê pêvajoyê de karibin xwe dîsa rêxistin bikin û hêza xwe ya rêxistinkirî têxin meriyetê. Divê malbatên girtiyan ji kesên din ne li benda tiştekî bin. Divê malbatên girtiyan pêşengiya vî tiştî bikin.

A niha zindan bûne navenda kuştinan. Di 20 rojên dawîn de 4 hevalên me şehîd bûn. Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê meleyê Kurd ê bi navê Alî Boşnak ê 80 salî htae kuştin. Tekane sûcê wî xwendina mewlûda Kurdî ye.Ji ber ku mewlûda bi Kurdî xwendibû di çarçoveya operasyonên KCK’ê yên di sala 2009’an de dihate darizandin. Gelek nexweşiyên wî yên giran hebû , di girtîgehê de du caran ameliyat bûbû. Di ameliyata dawîn de rewşa wî xerab dibe. Ligel ku malbat û parêzer serî lê didin jî nayê berdan. Sedem jî ev e ku naçe qawîşên serbixwe. Hevalê me Alî Boşnak ji ber ku teslîm enbû hate qetilkirin. Çûna qawîşên serbixwe tê wateya teslîmbûnê.

Hevalê me Takiyettîn Ozkahraman heye ew jî di Girtîgeha Tîpa L a Patnosê şehîd ket. Sûcê wî ev e ku bûye serokê navçeya Milazgirê ya HDP’ê. Gelek nexweşiyên wî hebû. Ligel ku gelek caran serîlêdan jî çêbû nehate berdan. Ev qetiîam e. Di girtîgeha Wanê de hevalê me Sînan Gencer jiyana xwe ji dest da. Îdare dibêje xwe kuştiye. Hevalê me Sînan Gencer demeke dirêj di hucreyeke yekkesî de dima û hevalên wî ew nas dikirin diyar dikin ku ew ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Yan ji bo protestokirinê çalakiyek kiriye yan jî hinek kesan ew kuştiye û diyar kiriye ku wî xwe kuştiye. Kîjan îxtîmal be jî kujerê wî dewlet e.

Di girtîgeha Elbistanê de jî hevalê me Muhammed Demîr ji ber koronayê mir. 28 sal in di girtîgehê de bû. Ji ber îxmala dewletê ev hevalê me ji ber koronavîrusê şehîd bû. 2 sal ji cezayê wî re mabû. Li Maltepeyê girtîgeha zarokan heye, berê di girtîgeha Pozantiyê de çi pêk hatibe, niha jî li girtîgeha Maltepe pêk tê. Li ser zarokan êşkence tê kirin, tecawizî zarokan tê kirin. Ez bang li hemû saziyên mafên mirovan û ên hiqûqê dikim, bila xwedî li zarokên li Maltepeyê derkevin. Di zindanan de nêzî 700 zarokên emrê wan biniya heft salî hene. Di navbera 12-17 salî de 4000-500 hezar zarok di zindanan de hene. Li tu welatî evqasî zarok ne di zindanan de ne.

Ji bo ku koronavîrus têkeve nav girtîgehan jî dewlet her tiştî dike. Li girtîgeha Elbistanê testa 35 hevalên me pozîtîf derketiye. Li gelek girtîgehan jî derket holê. Ev di çapemeniyê de jî cih girt. Girtiyan telefonî malbatên xwe kirin û ev tişt diyar kirin. Di girtîgehan de şertên giran hene. Hemû derfetên ragihandin û têkiliyê ji destê hevalên me hatine stendin. Hemû radyoyên hevalên me kom kirin û gotin ji kantînê radyoyan werbigirn. Piştre derket holê ku radyoyên FM jî kom kirine. Herî dawîn jî qanûnek derxistin û diyar kirin ku du mehan carekê sê pirtûk ji wa re were, wê qebûl bikin, lê niha ev jî nayê dayin. Hemû pirtûkên hevalên me hatine desteserkirin.

Televîzyon jî wisa ne. Li her girtîgehê derfet heye ku li 13 kanalan were temaşekirin û rêveberî van kanalan diya dike. Hevalên me ji bo temaşekirina Fox Tv serlêdann kirin lê ev hate redkriin. Fox Tv li Tirkiyeyê kanaleke fermî ye. Gelek kanalên wekî Halk Tv, Tele1 û Arti1 jixwe tune. Nameyên hevalên li zindanan nayê şandin jî. Ji ber hincetên beredayî cezayên dîsîplînê li hevalên me tê birîn.

Em dixwazin vî tiştî diyar bikin, heta îro di têkoşîna xwe de me xebatkarên girtîgehan nekir hedef. Lê hevalên me ne bêxwedî ne. Heke ev wisa bidome, çawa ku PKK’ê Esat Oktay ceza kiribe wê helwesta me ya li dijî êşkenceyê li hevalên me dikin jîzelal be. Me wekî polîtîka tiştên wisa nekir, lê ev nayê wateya ku di demên pêş de em ê vî tiştî nekin. Em van kesan hişyar dikin, em gardiyanan hişyar dikin. Wê hesap ji we were pirsîn.

Di dawiyê de ez bang li malbatan dikim . Roj roja xwedîlêderketina girtiyan e. Divê pêşengî were kirin. Heke malbat vê pêşengtiyê bikin wê her kes piştgiriyê bidin wan. Li ser esasê dijberiya faşîzma li girtîgehan divê ev pêngav li dijî faşîzma AKP’ê bibe zemîna berxwedaneke xurt.

Di vê pêvajoyê de divê her tişt xizmetê ji pêngavê re bike. Biryarên me, çalakiyên me divê xizmetê ji pêngavê re bike. Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Cara pêşîn Kurd ev qasî nêzî serkeftinê bûne. Zemîna serkeftinê xurt e, derfet zêde ne. Ez bawer im wê gelê me, dostên em, hemû pêkhateyên me yê rêxistinkirî, kadro û milîtanên PKK’ê wê bi berpirsyarî û bîreke wisa xurt li gorî ruhê demê tevbigerin û di vê çarçoveyê de azadiyê ava bikin.”