Endamê Komîteya Çand û Hunerê yê PKK’ê Delîl Dilpêt, tevlî bernameyeke taybet ku di Stêrk TV de hate meşandin bû û li ser rastiya nijadkûj a TC û AKP’ê bersiva pirsên rojnamevan Emîn Mûtlû da.
Delîl Dilpêt, di axaftina xwe de bal kişand ser van mijaran;
"Komara Tirkiyê ji dema hatî avakirin ve li dijî gelên Kurdistanê siyaseta qirkirinê meşandiye. Di nav axaftinên siyasetmedarên Tirk yê îro de jî vê rastiyê mirov kare bibîne; 'yek dewlet, yek al, yek netew' û hwd. Ev bingeha hemû siyaseta wan e. Qetilkirin jî wekî siyasetekê hate meşandin. Ne tenê qetilkirina fîzîkî, qetilkirina çandî jî pê re meşandin. Çanda Kurd her dem di nava lepên qirkirina çandî de hiştin û dem dem qirkirina fîzîkî jî pê re meşandin.
Li ser axa Anatoliyê û Kurdistanê, mijarên herî zêde bikaribin dijbertiyê li ser ava bikin; mijarên dînî bûn. Mezheb avakirin û li hember mezheban mezhebek girtin, bi destê dewletê li hember wan komkujî meşandin. Mînak di Destûra Bingehîn a Tirk de, xaleke wisa heye, dibêjin 'dînê dewletê'. Li Tirkiye dînê dewletê Îslama Sunî ye. Civak, mezheb û olên din tev wekî mûxalîf tên dîtin. Di dîroka wan ya kevnar de jî heye. Di Osmaniyan de Yavûz Sultan Selîm wekî kujerê Elewiyan tê zanîn, dîsa Kûyûcû Mûrat Paşa heye, dibêjin 40 hezar Elewî zindî zindî xistina bîran û qetil kirin e. Heman siyaseta qirkirinê li hember Ermeniyan jî hatiye meşandin. Ev tev ji ber ku li ser olê dewletê siyaset tê pêş xistin hatine jiyîn. Ev feraset, dema komara Tirk hatî avakirin jî di meriyetê de bû. Bi saziya Serokatiya Karê Diyanetê ev yek ji destpêkê ve bi awayekî fermî hat meşandin. Her çi qas ku di pêşengiya Mûstafa Kemal de digotin, “em ferasetên nû dipejirênin” jî zêde tiştek neguherî. Xîtabî civakên Tirkiyê giştî nekir. Ew jî saziya dewletê û ya Sunîyan bû.
Ew siyaset piştî salên 1960’an de jî hate meşandin. Di navbera civakan de nakokî derxistibûn. Komkujiya Mereşê jî li ser vê bingehê pêk hat. Sedema ku bi taybet Mereş û sala 1978’an hate diyarkirin jî; bi gotina wan 'Kurdistana xeyalî û Kurd binaxkirî' bûn. Lê piştî ku bi pêşengiya Rêber Apo PKK'ê xwe rêxistin kir, ew Kurdê ku di gotin “mirî ye” zindî bû. Got “ez heme” û xwest hebûna xwe bi rêxistin bike. Di vê rewşê de dewletê li devereke ku karibe nakokiyên heyî bi provakasyon û komkujiyan bikar bîne kete devrê, ew der jî Mereş bû. Heremeke ku Elewî û Sunî li gel hev dijiyan bû. Piştî komkujiyê jî kargeriya pihêtkirî ango “sıkıyönetim” hat îlan kirin. Yanî rêveberî kete destê leşkeriyê. Ev senaryoyeke di MÎT, artêş û di saziyên dewletê yên din de hatî amadekirin bû. 24’ê Berfanbara 1978’an de kirin meriyetê.
Berî wê jî li Meletî yê ceribandibûn. Mesela Hamît Fendoglû li wir kuştin. Herêma ku Elewî û Sunî zêdetir bi hev re dijîn de ev provakasyon armanc dikirin. Li deverên wekî Semsûr, Çorûm, Sêwaz û hwd ku gelê me yê Elewî li nasnameya xwe xwedî derdikevin û lêgerîna wan ya azadiyê heye hedef kirin. Dixwestin Elewiyan li dijî Kurdeyetiyê der bixin. Lewre PKK'ê jî nêrînên xweser û azadiyê pêş dixistin. Ji ber wê ew der bûne hedef. Xwestin wan deran ji PKK'ê re bigirin û wan civakên ji PKK'ê re vekirî jî warên wan derbixin. Mînak Kurd û Tirk, Elewî û Sunî li gel hev bûn, li Mereşê. Piştî komkujiyê Elewî ji wir derxistin, herem kirine destên xwe.
Ev siyaset di dema Îsmet Înonu û yên piştî wî de jî hene. Di Destûra Bingehîn a 1924’an de, di axaftinên wezîrê dadê de, ev armanc û siyaset heye. Dibêjin, 'hejmara Kurdan zef e, divê ji vir derkevin; yên ji Kafkasya û Balkanan hatî, Tirkan li ciyên wan bi cî bikin û Kurdan bihelênin' Di vir de ne tenê qirkirina fîzîkî, ya çandî jî heye. Di aliyekî de qirkirin meşandin, di aliyê din de jî wekî roniya di nava tunelê de nîşan bidin, rêya derketina derveyî welat û çûyîna metropolan vekirin. Komkujî li ser vê planê hat pêş xistin. Piştî komkujiyê kargeriya pihêtkirî hat îlan kirin li Kurdistanê. Çima? Ji bo ku karibin bi hêza leşkerî û siyasî pêşiya PKK’ê û siyaseta wê ya azadîxwaz bigirin. Yanî Komkujiya Mereşê, bersiva dewletê ya ji avakirina PKK’ê re bû. Lewre PKK’ê jî di 27’ê Mijdarê de hatibû avakirin.
Jixwe generalê Daîreya Şerê Taybet, Sabrî Yîrmîbeşoglu, ji bo provokasyon û komkujiyan got, 'wekî ku mû ji nav rûn bikişînin, bi rihetî û serketî pêş ket.' 5-6 Îlonê lî Stenbolê, Kibris, Çorûm, Sêwas’ê heman lîstîk û komkujî hene. Dibêjin li Mereşê fîlm lîstiye, bombe avêtine sînemê û nizam çi… beriya wê heye. Deriyê Elewiyan boyax kiribûn, tax diyar kiribûn, kî yê li ku êrîş bike û hwd. Her tişt amade kiribûn.
Dewletê, Elewî û Sunî bi hev xistin da ku civak yekîtiyan pêş nexe, ev planên qirêj yê kevnar bûn li ser gelan dimeşandin û îro jî dimeşînin. Dîsa li Mereşê îro jî li herêma Teroyan, heman siyaset tê meşandin. “Plana Îslahatê ya Şerqê” bernameya vê siyasetê ya fermî ye. Mînak îro bi tehdîda DAÎŞ’ê dixwazin gûndê Teroyan vala bikin. Ferqa DAÎŞ’ê û Erdogan ji hev tune. Çima Suniyan tînin gundê Elewiyan, ma gundê Sunî tinin, hene. Lê armanc tasfiyekirina Elewiyan e. Dixwazin wir bikin baregeheke DAÎŞ’ê. Fikir û çalakiyên AKP û DAÎŞ’ê li hember Kurdan yek e.
Dema ku mirov îro û dîrokê hev rû bike, li gel ku 95 sal in siyaseta qirkirinê tê meşandin, derdikeve holê ku her çi qas di bajaran de heta astekî safî kiribin jî, li gundan û li herêmên çolter gel li ber xwe dide. Herêma Teroyan jî mînaka vê ye. Lewre gel vê dizane, mirov encax dikare bi çanda xwe li ser axa xwe bijî. Siyaseta qirkirinê ne mumkun e ku bi ser bikeve. Lê li hemberî vê siyasetê ne tenê gelê me yê Elewî û Kurd, gelê Tirk û Sunî jî divê ber xwe bide, bibe xwedî helwest û siyaset. Lewre ev qirkirin wan jî hedef digire. Erdogan ne gelê Elewî, ne jî yê Sunî diparêze; takiye dike, ne durust e.
Di salvegera Komkujiya Mereşê de, dewleta Tirk li Roboskî, 34 welatiyên Kurd bi bomberanê qetil kirin. Dîsa par di van deman de talankirin û werankirina Kurdistanê, bi komkujiya dane pêşiya xwe. Li Warto, Dêrik, Kerboran, Farqînê dest pê kir, Silopya, Cizîr, Şernex, Nisêbîn, Surê û li deverên din berdewam kir. Bi vê wesîlê em di şexsê şehîdên Mereş, Roboskî û Xwerêveberiyê de, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînin.
Komkujiya Roboskî eşkere bû. Dibê ku lêkolînên cuda bikin, yek du kesan darizînin; lê halî hazir Erdogan li wan jî xwedî derdikeve. Ji ber ku siyaseteke dewletê bû. Bê agahî û ferman kes nikare balafiran rake û sivîlan bombebaran bike. Komkujî, berdewamiya siyaseta qirkirinê ya 95 salan e. Dayîkên Roboskî vê baş dizanin. Armanca komkujiyan heye. Çawa ku li Mereşê peyama wan ev bû, digotin, “ger ku hûn serî rakin, em ê wisa we tine bikin.” Li Roboskî jî, peyama wan ev e, “ku hûn sivîl bin jî, qoricî bîn jî, gundî, qaçakçî û li ba min bin jî, ku hûn gavên cuda bavêjin, dê dawiya we jî wekî Mereşê be.” Lê li hember vê siyasetê bersiva gelê Kurd, di şexsê Şehîd Mehmed Tûnç û Fermandar Çiyager de derket holê. Mehmed Tûnç got, “em ê li ber xwe bidin û li hember we çok nadeynin û bila gelê me bi me serbilind be.” Rêheval Çiyager jî got, “encam çawa be bila be, wê mûhteşem be.” Bi hêzeke piçûk û bi çekên basît li hemberî top û tankên wan berxwedaniyên xurt, dîrokî û efsaneyî hatin jiyîn. Yê ku riya gelê Kurd diyar bike ev in û yên ku çok deynin jî dê AKP û dewleta Tirk be. Divê gelê Kurd bi wan çok bide şkandin. Derveyî vê riya jiyanê tune.
Ev rastî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye, li Başur û Rojava jî derbasdar e. Mînak li Rojava gelê me dixwaze bi gelê Ereb re di nav hevsengiyekî de bijî û jiyana azad ava bike. Dewleta Tirk mudaxeleyê wir jî dike. Niha destê yek dewletî li Rojava heye ew jî dewleta Tirk e. Çi karê wê li Rojava û Şengalê heye? Naxwaze û nahêle Kurd bijîn. Komkujiya gelê me yê Êzîdî da meşandin û niha jî gefan li ser gelê me yê Başur dixwin. Çi gav û qadên Kurdan yê jiyanê hebin dixwazin tine bikin. Lewma bi awayekî hovane li ser gelê me yê Bakur de jî çûn.
AKP jî ji yên beriya xwe ne cudatir e, lewre ev wekî me got, siyaseta dewletê ya 95 salan e. Beriya du-sê salan digot, 'Li Dersîmê komkujî çêbûye' û qala kiryarên tarî yên dewletê kir. Digot Elewî dikarin li gorî baweriya xwe bijîn û hwd. Lê niha çi dike, bajarekî wekî Surê ku dîroka wê 9 hezar sal in, da ber topan û tune kir. Cizîrê wekî dilê Kurdan bû, tune kirin. Em ê AKP’ê bi kî qiyas bikin? Durûtiyê dikin. Di salên 60’an de ev digotin, 'em 500 kesî bibin sêdarê da ku ev hew bikaribin serî rakin.' Jixwe serî ranekiribûn jî. Salên 70’î de jî qala komandoyên muhtiraya 12’ê Adarê dikin. Salên 80’î jî cûntaya 12 Îlonê xwest wekî dozerekî di ser gel de biçe. AKP’ê digot, “di salên 90’î de kuştinên faîlên wan nediyar hebûn,” niha ferqa wan çi ye? Niha ji wan xirabtir nîn e? Divê ku ev zîhniyet bê guherandin, naxwe kiriyarên wan nayê guhertin.
Ger ku Kurd dixwazin bijîn, divê em li hemberî wan bibin xwedî helwest, nêrîn û berxwedan. Berxwedaniya Surê, Cizîrê, Nisêbînê, Şirnexê û hwd. dîrok ava kirin. Dîrok, li hemberî desthilatdariyan berxwedan û helwest nîşandan e, wekî din ti wateya dîrokê tune. Qedera gelê Kurd jî di wan deran de hate ava kirin. Nêrînên Mehmed Tûnç, wekî tîrêjekî dê pêşiya me ronî bikin. Riyeke din ku em tê de bimeşin nîn e. Li ti deverê cîhanê dagirkeran an hêzeke din ji gelekî din re ne got, 'bi zimanê xwe naxivin.' Mînakeke wekî siyaset û qirkirina li hemberî Kurdan li cîhanê û di dîrokekê de tune. Peyveke “Kurd” di nav qanûnên wan de derbas nabe, “ceza” didin me lê wê jî bi navên cuda didin. Gelek caran bi rêbazên fîzîkî gelê Kurd qetil kirin. Bi taybet piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn. Ew komkujiyên ku dewleta Tirk jê re dibêje “29 serhildan”, li Koçgirî, Agirî, Dêrsim û hwd. Li gel ku komkûjiyên fîzîkî kêm nebûne jî, ya esasî qirkirina çandî ye, qirkirina spî ye.
Di dîrokê de gelên ku bi awayê fîzîkî hatine tunekirin hene. Em îro jî bi navê wan qala wan dikin. Lê ku yek bixwazî yekî bi temamî ji holê rabikî divê ku çanda wî ji holê rakî. Ger ku te ev pêk anî, êdî tu karî wekî 'posayekî' li jiyanê bihêlî. Fîzîkî sax e, lê miriyê li ser lingan e. Armanca dewleta Tirk ya ji 1924’an û şûn ve, ev e. Li ser çand û zimanê gelê Kurd ji ber vê qedexe pêş xistin. Mînakek, asta nîqaşê wan derdixe holê. Serokwezîrê Îsmet Înonû û wezîrê wî Abîdîn Ozmen dibêjin, em li Kurdistanê 'etaran qedexe bikin.' Etar çi ye? Tiştên hûrdek di nav gundan de difiroşin, pev diguherînin. Ew dibêjin, 'ev çandekî dide jiyîn, lewre divê qedexe be.' Lewre Rêber Apo got, 'Parastina Kurdên di bin lepên qirkirina çandî de.' Ji bo tu hebê, divê tu karibe çanda xwe biparêzî.
Ger ku Rêber Apo, ev rêxistin ava nekiriba û gel ranekiriba ser piyan, dê Kurdan çanda xwe winda bikira. Rast e, çand zû bi zû ji holê ranabin, lê nayê wê wateyê ku tine nabin. Ji ber ku Rêber Apo li hemberî vê siyaseta dewleta Tirk, Kurd rakirine ser piyan ev qas bi dijminatî êrîşî wî dikin û ew qas bi kîn in. Wan digot, 'me kuşt, tine kir, xiste gorê.' Rastî, gelê Kurd, bi Rêber Apo û PKK’ê li çand û zimanê xwe xwedî derket, berê ne wisa bû, ji çanda xwe direviya, di asta ku dewletê digot de dijiya. Ji bo wê divê em li çanda xwe xwedî derkevin, naxwe em ê nikaribin bijîn. Niha gelê Botanê, li gel ew qas êrîşên hovane, sermayê, zivistanê jî li derdora bajarên xwe sekinîne, li ber xwe didin. Gelê Kurd dê li çanda xwe xwedî derbikeve. Derveyî vê ti rê tune. An em ê hebin, an jî tune bibin. Riya hebûnê bi çanda xwe jiyan e. Çanda gelê Kurd, ne çandeke ku mirov bikaribe pişta xwe bidiyê ye. Çanda me, çanda kevnar ya mirovahiyê ye. Ne ji ber ku em Kurd in vê dibêjin. Rastiyên dîrokî ne. Kurd her azad jiyan e. Em ê çawa pişta xwe bidin vê çandê?
Di şevekê de Erdogan pêşî saziyên rista 'mejî' dilîzin girtin, duvre jî bi qasî 50 saziyên gelê Kurd yê çandê girtin. Wan saziyan xebatên asayî yê sînemayê, şano û muzîkê dikirin. Pêwîst e hunermend, xwendevan û rewşenbîrên me li hemberî van êrîşan bêdeng nemîn in. Yekî ku bêje xwe 'hunermend, rewşenbîr û xwendevan' çawa kare bêdeng bisekinî? Yê ku bêdeng bimîne, nikare bêjê 'ez serbilind dijîm.' Divê li ber xwe bidin û girêdayî remz û xebatên çandî bin; cil, berg, muzîk, şano, sînema û hwd. Bêtirs û bêşayîş berhem biafirînin.
Mirov nikare ji çanda xwe birevê û bêjê ez huner dikim. Yek sînema, muzîk û hwd. bike, nikare Mehmed Tûnç û Asya Yuksel ji nedîtî ve were. Dîsa gelek xebatkarên çandê li wir şehîd xistin. Heval Ferîde Yildiz, heval Gulîstan û Îslam, xebatkarên çand û hunerê bûn, zindî zindî şewitandin. Yê ku wan jinedîtî ve were, Sêvê Demîr ji nedîtî ve were, nikare bê ez çand û hunerê dikim û hunermend im. Divê hunermend sînema, şano û muzîka vê berxwedanê bikin. Li gorî wan di nav lêgerîn û hilberînê de bin. Dibê ku faşîzma AKP û MHP’ê bixwazin xebatên wan asteng bikin, nexwazin hunera xwe bimeşînin, lê divê hunermend wan ji xwe re wekî asteng nebînin. Huner û hunermendî ne bi wan ve girêdayî ne jî, ne hewceye ji wan destûr bigirin.
Herî dawî ez sersala nû ya gelê me, bi taybet jî yên ku li Şirnexê li ber xwe didin pîroz dikim û hemû şehîdên Komkujiyên Mereş, Roboskî û di berxwedanên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û deverên din bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim."