Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin
BI DÎMEN

Dayikên Roboskî: AKP/Erdogan li şûna kiryaran, ceza li me dibire

Di ser Komkujiya Roboskî re pênc sal derbas bûn. Malbatên 34 zarokên di komkujiyê de hatin kuştin, ji ber lêgerîna xwe ya li edaletê gelek caran ketin ber lêpirsînê, gelek caran doz li wan hatin vekirin û hê jî tên darizandin.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li ser gundiyan barandin û 34 zarok kuştin. Malbatên 34 zarokên hatin kuştin, ev pênc sal in li edaletê digerin. Lê belê ji ber vê lêgerîna xwe ya li edaletê gelek doz li wan hatin vekirin û tên darizandin.

Malbatan ji ANF'ê re qala pênc salên bihurî kirin.

HAZAL ENCU: ME NEXWEST TAZMÎNATÊ BIGIRIN

Dayika Cemal Encu yê 17 salî ku yek ji 34 kesên hatiye kuştin e Hazal Encu ya 52 salî da xuyakirin, ku li şûna dîtina kiryaran xwestine tazmînatê bidin wan, lê wan qebûl nekirine. Encu got, "Kurê min Cemal di pola dawî ya lîseyê de bû. Gelekî hez ji dibistanê dikir û di dersên xwe de gelekî serketî bû. Di ser kuştina kurê min re pênc sal derbas bûn. Êşa vê yekê mîna roja destpêkê teze ye. Ji ber ku di nava van pênc salên bihurî de tiştek neguherî. Di destpêkê de xwestin tazmînatê bidin me, lê me qebûl nekir. Me xwest kujerên zarokên me bên dîtin û darizandin. Li ser vê yekê li dayik û xwişkên zarokên hatin kuştin, doz hatin vekirin. Ez û du keçên min jî ketine ber lêpirsînê."

'DADGEH DI KONTROLA AKP'Ê DE NE'

Dayik Encu anî ziman, ji bo darizandina kiryaran wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dane lê ti encam bi dest nexistine û got, "Tirkiye dewleteke zalim e. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan, lê ji wir bersivek nedît. Ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn jî di kontrola AKP'ê de ye. Eger ne bi vî rengî bûya, wê kujer bidîta û mehkeme bikira. Em vê pirsê dikin; sih û çar zarokên me çima hatin kuştin? Wê şevê çil zarok û hêstir bi wan re hebûn. Li ser zarokên me yên hatin kuştin, bixuşkek jî tine bû ku bavêjin. We çima ew kuştin? Xuya ye polîtîkayên AKP'ê bi vî rengî, bi kuştina sivîlan dimeşe. Qîma xwe bi vê jî nanîn û li me jî doz vekirin. Neheqî li me gelê Kurd tê kirin. Bila Erdogan vê ji bîr neke, bi mirin û girtinê nikare Kurdan biqedîne."

'EM Ê TI CARÎ DEST JI DOZA XWE BERNEDIN'

Encu destnîşan kir, ku ew ê dest ji doza xwe bernedin û wiha dewam kir: "Em dozdar in û heta dawiya emrê xwe jî em ê dest ji vê bernedin. Me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan û em dixwazin kujerên zarokên me bên dîtin. Em dixwazin ên rê li ber vê vekirine bên darizandin û cezakirin. Em ê ti carî dest ji doza xwe bernedin. Bila parlamenterên me jî serbest berdin û bes zilmê li gelê Kurd bikin. Wekîlê me Ferhat Encu, ji ber ku dest ji doza zarokên me berneda, hate girtin. Parlamenterên Kurd ên hatin girtin, hemû ji ber têkoşîna xwe ya mafdar hatin girtin."

DOZ LI DAYIKÊ Û KEÇA WÊ HATIYE VEKIRIN

Encu herî dawî got, "Her du xwişkên mezin ên Cemalê min, ji ber ku tevlî bîranîna birayê xwe bûn, ketine ber lêpirsînê. Li şûna ku kujerên zarokên me bibînin û dadgeh bikin, me dadgeh dikin û lêpirsînê li me vedikin. Ji ber ku zalim in, zilmê li me dikin. Dem di sala pêncan a kuştina sih û çar zarokên me de ne. Ev pênc sal in em her roja Pêncşemê diçin goristanê û zarokên xwe ziyaret dikin. Îsal jî mîna her salê em ê roja sih çar şitlên me qetil kirin, wan bibîr bînin. Em ê her tim li ser piya bin û dest ji doza xwe bernedin. Bang li her kesên xwedî wijdan dikim; bila me bi tenê nehêlin."

SEMÎRE ENCU: ERDOGAN EV WELAT XERA KIR, HERIMAND, HILWEŞAND

Dayika Selamî Encu Semîre Encu jî da xuyakirin, ku ti êş ne weke êşa dilê dayikeke zarokê wê hatiye kuştin e û got, "Ez dayika sih û çar zarokên li Roboskî hatine kuştin im. Ne tenê dayika Selamî yê xwe me, ez dayika sih û çar zarokan me. Dayika hemû şehîdan im. Ti êş mîna şewitandina kezeba dayikan nîne. Min di televîzyonê de dîmenê dayikekê dît ku li ber darbesta kurê xwe yê leşker ê mirî digiriya. Di wê kêliyê de ji wê dayikê bêhtir dilê min, kezeba min şewitî. Dema min dît, min jî heman êş kişand. Min bihîst ku wê dayikê piştre krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Ez li ser wê dayikê bi rojan giriyam. Çima? Ji ber ku ewladê xwe, canê xwe ji dest da bû. Ziman, nîjadê êşê nîne, ku êş êşa dayikekê be. Lê belê Recep Tayyîp Erdogan êşa dayikan nabîne, naxwaze bibîne. Ji ber ku yê dimirin ne zarokên wî ne, lewma ne xema wî ye. Ev pênc sal in em bi êşa zarokên xwe dijîn, lê Erdogan naxwaze vê bibîne. Eger kezeba wî şewitîbûya, wê nehiştibûya ev komkujî bê kirin ya jî wê kujer eşkere bikira, mehkeme bikira. Hingî dibe ku Tirkiye bibûya cihekî mirov karibe lê bijîn. Lê Erdogan ev welat xera kir, herimand, hilweşand."

'NE JI BO DAYÎNA ÎFADEYÊ, JI BO PIRSÎNA HESAB EZ ÇÛM'

Dayik Semîre Encu bi berdewamî got, "Di ser kuştina zarokên me re pênc sal derbas dibin, em dikevin sala şeşan. Di nava pênc salên bihurî de, ji bo dîtin û darizandina kujeran em ketin nava hewldanan, lê Erdogan nexwest dengê me bibihîze. Tiştek neguherî û em bi êşên xwe re hatin hiştin. Mîna ku ev jî têra wî nake, mîna ku me heqaret li wî kiriye, doz li me vekir. Di roja 500'î ya kuştina zarokên me de, ji be rku me li cihê lê hatin kuştin ew bibîr anîn û qurnefîl danîn vî cihî, cezayê pereyan li me birîn. Berî 20 rojan careke din ji dadgehê bang li min kirin. Gotine, eger di nava sê rojan de neçim wê min bi zorê bibin. Gelo ev li ber xwe nakevin? Kuştina zarokên min têra wan nake, radibe bang li min dikin ji bo îfadeyê bidim. Ez çûm, lê ne ji bo dayîna îfadeyê. Ji bo girtina îfadeyê, ji bo pirsîna hesab ez çûm. Min ji wan re got, 'Ya zaroka wê hatiye kuştin ez im. Ez dozdar im. Kiryarên zarokê min, zarokên me bibînin û ceza bikin'. Di asteke bi vî rengî de bê wijdanî heye."

'EZ NATIRSIM, EZ Ê NETIRSIM'

Dayik Encu da xuyakirin, ku heta dîtin û darizandina kiryaran ew ê têkoşîna xwe bidomîne û got, "Ez dixwazim  yên ku wê şevê birayra komkujiyê dan, bên darizandin. Dixwazim, kujerên ku bi bombeyan bedena sih û çar ciwanan parçe kirin, bên cezakirin. Bila Erdogan nebêje ez ditirsim yan jî bi çavtirsandinê ez ê dest ji vê dozê berdim. Ez natirsim, ez ê netrisim. Ez sozê didim sih û çar zarokên me yên hatin kuştin, ku ez ê dest ji vê dozê bernedim."

KADRIYE ENCU: EM Ê HETA DAWIYÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Dayika Hamza Encu Kadriye Encu ya 55 salî jî wiha axivî: "Kurê min hê 19 salî bû. Eger îro sax bûya wê 25 salî bûya. Wê zewicîbûya û zarokên wî hebûya. Ji ber komkujiyê hin zarok sêwî man. Di nava pênc salan de ji bo dîtina kiryaran ji aliyê AKP û Erdogan ve tiştek nehatiye kirin. Di ser re bi dehan doz li dijî me hatin vekirin. Ev dozên li me hatine vekirin wê nikaribin dengê me bibirin. Heta kujer bên darizandin û cezakirin, têkoşîna me wê bidome."