Dayika Nesîbe ev 8 meh in li benda cenazeyê kurê xwe ye
Dayikek çima li benda kurê xwe dimîne? Eger çûbe şer, çûbe xerîbiyê, girtî be, çavê dayikê li rêya wî ye. Gelo dayikeke li benda cenazeyê kurê xwe dimîne? Dayika Nesîbe ya li Nisêbînê dijî, li benda cenazeyê kurê xwe ye.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
yekşem, 25 berfanbarê 2016, 09:42
Dewletê di şerê 30 salan de wehşet û êşên gelekî giran bi gelê Kurd da kişandin. Dewleta Tirk gund û bajarên Kurdan xerakirin, şewitandin, bi rengekî komî mirov kuşt û înfaz kir. Bi berxwedana xwerêveberiyê re dewleta Tirk hovîtiya xwe bi rêbazên nû mezin kir. Şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînan, hiştina cenazeyan li naverastê, neçarhiştina dayikekêk u tevî cenazeyê keça xwe ya biçûk bi rojan bijî... Ev hemû çend ji rêbazên nû yên hovîtiya dewleta Tirk bûn, ku li qadên xwerêveberiyê nîşan da. Niha jî çavê dayikan li Nisêbînê li rêya cenazeyên zarokên xwe ne.
Cenazeyên berxwedêrên YPS'yî yên di berxwedana xwerêveberiyê de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, bi hinceta 'Testa DNA' radestî malbatan nayên kirin. Dayikên dilşewat jî li benda dayîna cenazeyên zarokên xwe ne.
Yek ji van dayikan Nesîbe Kaya ye. Kurê dayika Nesîbe Sedat Kaya di berxwedana nava refên YPS'ê de jiyana xwe ji dest da. Ev 8 meh in nikare cenazeyê kurê xwe werbigire.
'KÊFXWEŞIYA MIROVAN EW KÊFXWEŞ DIKIR'
Dayika Nesîbe dema qala kurê xwe Sedat dike, jê re nabêje 'Kurê min'. Dibêje 'Kezeba min' û qala wî dike, "Mîna ku kezeba min jê kirine. Ev ne êşa mirinê ye, êşa tiştekî din e."
'Kezeba' dayika Nesîbe, Sedat di sala 1996'an de li Nisêbînê ji dayik bû. Dayika Nesîbe dibêje, "Kurekî gelekî kedkar, xebatkar bû. Jîr bû û dihat hezkirin. Heta dibistana navîn xwend, piştre sîstema perwerdeyê ya Tirk red kir û dev ji dibistanê berda."
Dayika Nesîbe di dewama axaftina xwe de ji bo kurê xwe Sedat dibêje, "Gelekî dilsozê hevalên xwe bû. Her tiştên xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Kêfxweşiya hevalên wî ji bo wî gelekî girîng bû. Başiya li mirovan, ji bo wî girîng bû."
'MILÎTANEKÎ CIWANAN Ê KEDKAR'
Sedat Kaya piştî ku dest ji dibistana navîn berda, li kargehekê weke personelê servîsê dest bi kar kir. Di vê demê de bala wî bêhtir çû ser xebatên ciwanan ên têkoşîna azadiyê. Dayika Nesîbe wiha dewam dike: "Dixebitî. Ji aliyekî ve jî tevlî karê ciwanan dibû. Bêyî ku me pê bihesîne, ev kar dikir."
Dayika Nesîbe anî ziman, ku di sala 2015'an de piştî ku polîsan avêtin ser mala wan, wan fêhmkirin bê Sedat Kaya çiqasî di nava kar de bi pêş ketiye û diyar kir, ji hingî ve Sedat bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna ciwanan de girt.
BENDEMAYÎNA DAYIKA NESÎBE YA DILŞEWAT DEST PÊ DIKE
Nesîbe Kaya destnîşan dike, ku piştî biryara xwerêveberiyê, kurê wê bi biryardariyeke mezin cihê xwe di nava refên YPS'ê de girtiye û ragihand, dema berxwedana xwerêveberiyê dest pê kir, Sedat tenê carekê mesajek ji malbata xwe re şand û got, rewşa wî baş e. Û piştre di şerê 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.
Dayika Nesîbe dixwaze cenazeyê kurê xwe rake, lê dike nake nikare astengiya dewletê ranabe. Dayika Nesîbe di vê demê de neçar dimîne mala xwe biterikîne û diçe gundê xwe yê ser bi Nisêbînê: "Niha tiştek ji mala me nehiştin. Hemû xera kirin."
Dayika Nesîbe ne tenê li benda cenazeyê kurê xwe ye, di heman demê de dixwaze ji binê xirbeyê xaniyê xwe wêneyekî kurê xwe, parçeyekî bêhn û germahiya kurê wê jê tê, bibîne. Lê belê xanî li ser hemû bîranînan hatiye hilweşandin.
'CENAZE DIBIN RIHAYÊ'
Dayika Nesîbe dide zanîn, ku wê bihîst cenazeyê kurê wê birine Rihayê û di meha Gulanê de ew jî çûye Rihayê. Nesîbe Kaya da xuyakirin, ku wan cenazeyê li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê teşxîs kirine, lê belê bi rengekî kêfî nedane wan. Dayika Nesîbe dide zanîn, ku gelek caran ji bo rakirina cenaze ew çûne Rihayê, lê cenazeyê kurê wê nedane wan.
DAYIKA NESÎBE HÊ JÎ LI BENDA CENAZEYÊ KURÊ XWE YE
Êşa dayika Nesîbe ewqasî giran e, ku rakirina cenazeyê kurê xwe jî weke teseliyê ji xwe re dibîne. Dayika Nesîbe dibêje, "Çavê min li rê ye, bi hêviya ku cenazeyê kurê min wê bê anîn, li bendê me" û wiha dewam dike, "Vê dewletê ewqas êşên giran bi me da kişandin, ku dîtina cenazeyê kurê min wê bibe kêfxweşiya min."
Dayika Nesîbe dibêje, "Berê dayik li benda hatina zarokên xwe yên li girtîgehê, şer û xurbetê bûn. Lê ya ku bû para me; bendemayîna cenazeyên zarokên xwe ye."
Dayika Nesîbe herî dawî destnîşan dike, ku tevî hemû êşên giran jî ew li ser piyan e û divê têkoşîn were meşandin.