Dayika Fatma Ûyar bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin
Dayika Fatma Ûyar a ku meha Çileyê li Silopiyayê hat qetilkirin, Hatîce Ûyar, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Dayika Fatma Ûyar a ku meha Çileyê li Silopiyayê hat qetilkirin, Hatîce Ûyar, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Hatîce Ûyar, Dayika Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) ku meha Çileyê li cem Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir re li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, pêr hatibû binçavkirin. Ûyar, du rojan binçavî ma û dûvre ber bi êvarî sewqî dozgeriyê hat kirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Sûlh Ceza hat kirin.
Heyeta Dadgehê jî bi hinceta ku şahidê veşartî û agahiyên îstîxbarî li ser Ûyar hene, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. Ûyar şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Her wiha di encama serdegiritnên malên xebatkarên Şaredariya Bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê Cîgirê Hevşaredar Cemal Sakîn, xebatkarên şaredariyê Saît Çoker û Mehmet Dûrak û rêveberê DBP yê berê Arafat Guler hatibûn binçavkirin.
Çoker, Sakîn û Guler ê ku ji hêla dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, hatin berdan. Dûrak jî ji ber parvekirina li ser facebookê ya sala 2011’an, bi hinceta ku “heqaret li serokwezîr kiriye” hat girtin.