Colemêrg bi qedexeyan hatiye dorpêçkirin

Qedexeyên ku di bin navê 'Herêma Ewlekariya Taybet' tên ferzkirin, bendên kontrolê û qedexeya çûyîna zozanan Colemêrg kirine mîna girtîgehekê.

Ji sedî 80 ê cografya Colemêrgê qedexekirî ye. Xelkê herêmê nikare pezê xwe bibe çêrgeh û zozanan. Walîtî ji sala 2016'an û vir ve 15 rojan carekê qedexeya çalakî û xwepêşandanan li Colemêrgê nû dike û bi vî rengî tolê hiltîne. Li gorî xelkê Colemêrgê, ji ber ku ji sedî 85 ê şêniyên Colemêrgê dengê xwe dide HDP'ê, rejîma AKP'ê van qedexeyan li ser Colemêrgê ferz dike.

Di van qedexeyan de ku Walîtiya Colemêrgê 15 rojan carekê dema wê dirêj dike, firandina balonan jî qedexe ye. Ji bo van qedexeyan jî dibêje 'saziyên cemaweriyê ne di navê de' û bi vî rengî eşkere nîşan dide ku qedexe tenê li dijî Kurdan e. Ev qedexeyên ku ji bo bêmirovhiştina herêmê tê bicihanîn, sewalkarî û karê mêşan gihandiye asta qedandinê. Gundî bi salan e nikare sewalên xwe bibe çêrgeh û zozanên herî berhemdar ên herêmê.

JI BO BERÇELANÊ ZEXTA DESTÛRA TAYBET

Zozanê Berçelanê ku li Colemêrgê weke navenda sewalkariyê tê naskirin, yek ji wan herêman e ku hatiye qedexekirin. Zozanê Berçelanê ku bi 18 kîlometreyî dûrî navenda Colemêrgê ye, di heman demê de malovanî ji şahî û festîvalên xelkê Colemêrgê re dikir. Lê belê xelkê herêmê ji bo biçe Berçelanê êdî neçar e ku ji Walîtiya Colemêrgê, Midûriyeta Emniyetê û artêşa Tirk destûra taybet bistîne.

Şêniyekî herêmê ku bi salan e sewalkariyê dike dibêje, "Vê destûrê nadin her kesî. Em nikarin ferdên malbata xwe jî bibin zozanan. 24 saetan ÎHA û helîkopter li ser serê me digerin. Leşker li vir kêm nabin. Kesek bêdestûr bê zozanan teqez wê bê destgîrkirin."