BI DÎMEN

‘Çiyayê Şengalê an wê bibe goristan, an jî bibe azadiya Êzidxanê’

Heso Brahîm diyar kir ku ev êrîşên ser Şengalê piştgiri dayîna DAIŞ’ê ye û wiha got: “Eer di vî demî de PKK’e ji Şengalê derkeve em ê wan efû nekin. An wê çiyayê Şengalê bibe goristana me, an wê bibe Azadiya Êzidxanê.”

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Heso Brahîm êrîş û armancê dewleat Tirk li ser Şengalê ji ANF re nirxand.

Heso Brahîm daxuyakirin ku ev êrîşa ser Şengalê piştiridayîna DAIŞ’ê ye û wiha got: “Ev êrîşên ku hatine ser Çiyayê Şengalê em dikarin bibêjin ev karek hovane bû û destek dayîna DAIŞ bû,çawa DAIŞ di vir de bi saya şervanan vala hate derxistin. Ev, bi saya şervanên azadiyê hate parstin. Dema dewleta Tirk vê dît û kete rojeva cîhanê kete nava astengiyan. Ji ber vê jî ev êrîş di aliyê me de tê wateya piştgirîkirina çeteyên DAIŞ’ê. Niha cihên ku ji aliyê dewleta dagir kere ve hatine bombebaran kirin li wan ciha de qehremantiyek pir mezin hatiye kirin. Dema çete hatin dewleta Tirik li kûderê bû û niha dibêje ez şerê terorê dikim , di wê demê de ew teror hatin û bi hezar dayik û xwîşkên me girtin.Çima wê demê kesî dengê xwe nekir. Wê demê çeteyan ev Qahe niha hatî hedef kirin, dagir kirin. Çima wê demê balefirên xwe ranekirin ser û topbaran nekir. Dema fermana Şengalê de wê demê Rojava kete dilê gelê Êzidî de, ji ber wê yekê jî ew çete bi navê Roj anîn û xwestin wê hezkirina di nava Şengal û Rojava de lewaz bikin, lê bes ev yek jî bi ser neket û hat têk birin.”

‘HEDEFA BALEFIRAN XWESERTIYA ŞENGALÊ YE’

Brahîm diyar kir ku yek ji armancê van êrîşn balefiran rêxistinkirin û ji bo ku gelê Êzidî Xwesertiya Şerngalê îlan nekin û got: “Dizane roj bi roj gelê Şengalê ber bi azadî û xweseriye ve diçe.Ji ber wê yekê jî ev li hesabê wan neyê. Tirk û PDK’e naxwazin ku gelê Şengal azad bijî, her tim dixwazin dibin kontrola wan de bin û stû xwe li ber wan xwar bikin. Dizanîn ku dara Êzidxanê şîn dibe û şaxên xwe dide her derê. Ne tenê ji niha ve Tirkiya û Osmanî dixwazin gelê Êzidî tûne bikin, lê belê ev pîlan bi hezarê salene di rojeve wan de ye.”

‘NE PKK YÊN KU ERDOGAN PIŞTGIRIYA WAN DIKE TERORIN’

Brahîm destnîşan kir ku ser navê dibêjin em li PKK’ê dixin, lê li şervanên Êzidxanê didin û got: “Di cîhanê de kesî ne dîtiye tu terorista gelek ji qirkirinekê xilas kiriye û nehiştiye ku ew gel were qirkirin.Terorîst ne bi vî awayî ne, ew ê ku tu destek dide wan û diçin gel qetil dikin ew teror in, ne PKK ye. PKK’e ne tenê rêbertî ji gelê Êzidî re kiriye, ji bo hemû gelên bindest ên wekî Tirkmen,Asûrî,Suriyanî,Kildan û hwd dike. Geliyê Kersê, Qahe û Amûd cihên ku şervanên Azadiyê, YPG û ciwanên Êzidxanê li dijî DAIŞ’ê berxwedanî kir û çete kişandin. Lewra jî ev cihên xwe ji bo me pîroz û giring bûn. Eger li van cihan berxwedanî nehatiba kirin, wê Êzidî xilas biban. Di çiya de gelê em yê ev 3 sale rexmê hemû bêderfetî germahî û sermayê li ber xwe didin. Dixwestin bi van êrîşên xwe 60 hezar malbatên Êzidî bidin tirsandin û çiyayê Şengalê bidin valakirina, ango Çiyayê Şengalê bê Êzidî bimîne. Lê hedef û armancên wan vala derketin, ji ber ku yek malbat jî çiyaya de derknet. Berevajî wê di fermana 73’an û di êrîşan Xanesorê ya 3’ê adarê de jî gel berê xwe da çiyayê Şengalê. Ji ber ku çiyayê Şengalê strageh û parastîna koka Êzidxanê ye. Çiyayê Şengal nebe, wê Êzidî jî xilas bibin.

‘PKK’E BIHANE YE, EV ŞER ŞERÊ ÊZIDXANÊ YE’

Brahîm axaftina xwe wiha domand: “Ev gotinên ku dibêjin ji ber PKK’ê êrîş tên ser Êzidî û Şengalê hemû ji rastiyê dûrin. Ev dijminatî û dijbertiya koka kurdan dikin. Ev mesele hemû PKK’e be, ev 40 sal in hemberî PKK’ê şer dikin, PKK’e di hemû çiyayên Kurdistanê û Tirkiyê heta Qendilê hene. Bila kesek xwe ne xapîne ev ne şerê PKK’ê ye, ev şer şerê Êzidxanê ye. Dema 2007’an li Şengalê teqînek mezin çêbû, êrîş kirin PKK’e nebû, di 3’ê Tebaxa 2014’an fermana 73’an çêbû, PKK’e çiya de nebû, berevajî wê herdu di êrîşan de jî PDK’e li Şengalê hebû. PDK’ê dev ji Şengalê berda, lê Hîkumeta Başûrê Kurdistanê jî dengê xwe dernexist û tiştek ne gotin, ew jî şirîkê Berzanî ne. Ji ber ku yek ji Başûr pirs nekir û hesab ji PDK’ê ne xwestin. Dema 3’ê Adarê Barzanî hêza xwe di Deriyê Sihêla û deriyê Sêmalka yê ser ava Dicle re derbas kir, anî Xanesorê û got em ê biçin Rojava, ev jî dijminatiya Êzidiyane.”

‘DI VÊ METIRSIYÊ DE PKK BIÇE EM WAN EFÛ NAKIN’

Brahîm destnîşan kir ku ew kesên dibêjin PKK’e ne bi disûr hatine Şengalê, lê ew bi xwe qanûnî hatîne ez jî vê pirsê dikim: “Kesên wekî Mihemed Xelîl ji bo van êrîşan, PKK’ê weke hincet dide nîşandan, ma Mihemed Xelîl tu bi qanûnî bûyî qaymeqamê Şengalê, na tu kesên Êzidî te qebûl nake. Mesûd Barzanî ev 2 sal e serokatiya wî dawî bûye, ma Barzanî qanûnî li ser destilatidarê ye ne. Yên herî zêde behsa ne qanûniya PKK’ê dikin ev kes in, lê yê herî zêde ne qanûnî û bi zorê mane ser desthilatdariyê ev bi xwe ne, ji ber ku PKK’ê bi hewara me ve hat û di ber Şengalê de xwîna xwe dan, şehîd dan. Ew zarok û ciwanên Êzidî bi xwe ne. Yê PKK’e anî Şengalê Barzanî bi xwe ye. Tu dixwazî carek din PKK’e derkeve, tu bibi desthilatdar û kengê fermanek din û êrîşek din çêbû, pêşmergeyê xwe birevênî biçî. Na wileh kes vê qebûl nake. Kengê gelê me bû xwedî hêz ku karibe hemû Şengalê biparêze, tehdîta çeteyan li ser Şengalê ne ma, xwesertiya Şengalê hate îlan kirin, wê demê wê PKK’e bi xwe ji Şengalê biçe, em ê jî wan bi gule û gûlan bişînin çiyayên ku jê hatine. Na ger rewşa Şengalê wisa be ne em Êzidî dixwazin biçin, ne PKK’e dixwaze biçe. Lê di nava vê metirsiyê de PKK’e biçe û me bihêle, em gelê Êzidî tu carî PKK’ê efû nakin.”

‘BI SEKNA XWE Û BERXWEDANIYA XWE HEMÛ ÊRÎŞAN VALE DERXIN’

Brahîm destnîşan kir ku wan wekî gelê Êzidî êrîşa 3’ê Tebax û Adarê bi berxwedaniyek mezin vala derxistin û got: “Em ê êrîşên balefiran jî mina ferman 73’an a 2014’an û êrîşan çeteyên PDK’ê di 3’ê Adara 2017’an ser Xanesorê vala derxistin, em ê bi sekin, berxwedanî û helwestên xwe yên yekîtiyê van balefirên Tirkan jî pûç bikin. Ji ber ku Berzanî-Erdogan ji YBŞ, Meclîsa Şengalê, ji keç û jinên êzidî ditirse. Ji bo em karibin hesap bipirsin yekîti, bibin yek dest û rabin ser xwe. Yê ku dibêje ez dilsozê Êzidiyatiyê me û ez Êzidî me pêwîst rabe û nerûne ser xwe. Roj roja gelê Êzidî û Tawûsê Melek e.”

BANG                                                                       

Di dawiyê de Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Heso Brahîm bang li hemû Êzîdiyên cîhanê û oldarên êzidiyan kir û got: “ Ez bang li hemû Êzidiyên li Ewropa, Ermenîstan, Rûsya, kampên Başûr, Êzidiyên her çar parçê Kurdistanê dikim ku rabin ser xwe û xwedî li Şengalê û koka xwe derkevin. “