Ciwanên Başûrî ji bo pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bang kirin

Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku wê bi ruhê 15'ê Tebaxê rê nedin êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî gelê Kurd û xaka Kurdistanê ku bigihêjin armanca xwe.

Rêxistinên ciwanan bal kişandin ser êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û diyar kirin, ku ew amade ne li dijî êrîşên dewleta Tirk rawestin û xaka Kurdistanê biparêzin.

Di daxuyaniyê de salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin û hate gotin, "Em bang li hemû ciwan, jinên ciwan dikin ku tevlî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Qendîlê bê lidarxistin bibin. 35'emîn salvegera Cejna Vejînê ya gelê Kurd pêngava 15'ê Tebaxê îsal bi pêşengiya çalakvanên Mertalên Zindî, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Binarê Qendîlê wê were pîrozkirin. Pîrozbahiya Vejînê wê di 16’ê Tebaxê saet 15:00’an li Qendîlê bê lidarxistin."