'Cihê êrişên li ser goristanê li nava ola Îslamê nîne'

Mele Mehmet Emîn Kiliç anî ziman, divê ew baş zanibin ku cihê êrîşên li dijî goristanan li nava felsefe û armanca Îslamê qet nîne û got, "Di olên Semawî û baweriyên li ser rûyê erdê de cihê vê nîne."

Li Wan, Mûş û navçeya Farqînê ya Amedê leşker û polîsan êrişî gorên gerîlayên HPG’ê yên ku di demên cûda de di şer de şehîd ketibûn û li ber çavê malbatan kêlên goran hilweşandibûn. Nerazîbûna li dijî vê kiryarê berdewam dike. Mele Mehmet Emîn Kiliç anî ziman ku divê baş bê zanîn ku cihê êrişên bi vî rengî di nava felsefe û armanca Îslamê de qet nîne.

'CIHÊ BÊRÊZIYÊN LI HEMBERÎ GORISTANAN DI NAVA BAWERIYAN DE NÎNE'

Kiliç da zanîn ku di nava olên Semawî û baweriyên li ser rûyê erdê de cihê vê nîne û wiha axivî: "Têkildarî vê mijarê xisûsek heye ku gelek caran seydayên me jî behsa wê dikin, hewce ye mirov careke din bîne ziman. Dibêjin rojekê Pêxemberê Xwedê rûniştiye. Cenazeyek li ser milan di ber re derbas bûye. Pêxemberê Xwedê rabûye ser piyan. Yên li derdorê jê re gotine, ‘Ya resûlê Xwedê ma tu dizanî ev kî ye?’ Gotiye, ‘Kî ye?’ Yên li dorê gotine, ‘Ev Yahûdî bû.’ Pêxemberê Xweda gotiye, ‘Ma ne mirov e?’  Mirov ji vê fêm dike ku rêz û hurmeta li hemberî cenazeyên mirovan ji bo tevahî mirovahiyê ye. Bêrêzî û bêhurmetiya li hember cenazeyan tê wateya ku ew kesê vê kiryarê dike ne layiqî wê hurmet û rêzê ye. Weke me behs kir, Pêxemberê Xwedê mirovan teşwîqî hurmeta li hember cenazeyan dike. Di wê serdemê de tevî di navbera Yahûdî û Mislimanan de nakokî jî hebûn, ev nebû sedem ku mirov li hember cenazeyan bêhurmetiyan bikin.” 

'JI DEMA ABBASÎ Û EMEWIYAN TÊ'

Kiliç bilêv kir ku piştî Pêxember, di dema Abbasî û Emewiyan de ev bêhurmetî çêbûye û destnîşan kir ku ya îro pêk tê jî hê ji dema Abbasî û Emewiyan tê. Kiliç, wiha axaftina xwe domand: "Tê zanîn dema Yezîdê zalim Hazretî Hisên da kuştin, qewîtî kiriye ku serê wî jê bikin û bînin Şamê. Ji Kerbelayê serê Hazretî Hisên birine Şamê. Pêşkêşî Yezîdê zalim kirine.  Di dema Abbasiyan de gelek tiştên wer qirêj çêbûne. Ev pêkanînên qirêj di wê demê de dibe ku ji ber rexneyan yan jî hwd. sedemên din dema desthilatdariya wan bi dawî bûye bi xwe re birine. Lê ev yek weke zagon û rêbaz di desthilatdariya Osmanî de heye. Çiqas padîşahên Osmanî yên hatine ser hikum destpêkê, yan birê xwe yan kurê xwe yan jî biraziyê xwe kuştiye. Ev jî bi hinceta qaşo dibe ku ev kes ji bo selameta qesrê û seltenetê bibin xeterî, di paşerojê de bibin sedema nakokiyê, ji wan re kirine weke fetwayê. Zîhniyet û armanca ji vê kiryara xerab çi ye? Ew e ku peyamekê didin civaka xwe û dibêjin, ‘Em ev qasî hov, zalim û xedar in. Tiştên em dibêjin eger hûn pêk neyînin, hûn li hemberî me rabin, hûn ê bên kuştin.’ Împaratoriya tirsê ava dikin û ji ber vê desthilatdariya wan 600 salî dewam kiriye.” 

'BI HOVÎTÎ Û ZILMÊ CIVAKA XWE DANE RAWESTANDIN'

Kiliç bibîrxist ku 1603’yan dema Mehmedê Sêyemîn miriye, Ehmedê Duyemîn hatiye şûna wî û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Birayekî Ehmed ê bi navê Mustefa heye û ew jî astengdarê hiş e. Yanî dîn e. Ehmedê Duyemîn ji ber vê birayê xwe nekuştiye. Ev bûyer di dîroka Osmaniyan de wiha hatiye tomarkirin ku dibêjin ev rêbaza kuştina, bira, kur û birazî ya di meriyetê de bû, ji aliyê Ehmedê Duyemîn ve nehatiye pêkanîn û hatiye binpêkirin. Yanî ji  Ehmedê Duyemîn re bûye kêmasî. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinihêre tê dîtin ku di desthilatdariya Osmanî de gelek tiştên sosret û ecêb rû dane. Hinek padîşah hatine 18 salî ne. Muradê Çaremîn ê bi nav û deng ku weke fatihê Bexdayê tê binavkirin, dema hatiye ser hikum 14 salî ye. Hinek ji wan padîşahan 11 salî hinek 7 salî ne. Van tiştên em dixwînin dîrokeke kevin nîne ku mirov bêje pêkane şaş hatibe tomarkirin. Van bi vê hovîtî û zilma xwe civaka xwe dabûn sekinandin. Tirseke wiha kiribûn dilê civaka xwe ku ew sekinandibûn. “

'BI ÊRÎŞÊN LI SER GORISTANAN PEYAMÊ DIDIN CIVAKÊ'

Kiliç anî ziman ku di roja me de jî ev desthilatdarî û koalîsyona AKP-MHP’ê heman zîhniyet û siyasetê dimeşînin û ev tişt got: “Bi vê kiryara ku li ser cenazeyan û goran dike peyamê dide civakê. Dibêje, ‘Ey civak, em neviyên wan Osmaniyên ku bira, kur û biraziyên xwe kuştine. Eger hûn serê xwe rakin hûn ê bên kuştin.’ Jixwe me ev di şerê xweseriyê, şerê berxwedana Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Farqînê, Sûra Amedê de jî dît. Me dît bê çi anîn serê vî gelî. Ma ev tên jibîrkirin? 

Belê ev tişt kirin û îro bêdengiyek çêbûye, tirsa xwe ava kirin. Lê bila baş zanibin ku ev desthilatdariyên bi vî awayî zalim heta demekê dewam kiribin jî dawiya wan pir xerab çêbûye. Dema mirov li dîrokê dinihêre, ka Firewn, Karûn, Nemrûd, Şedad, Mussolînî, Hîtler, Saddam û hwd? Dawiya desthilatdariyên xwedî zîhniyetên wiha jî pir xerab e. Dawiya her desthilatdariyan heye, lê ya desthilatdariyên zalim weke zalimtiya wan pir xedar pêk tê. 

Em careke din diyar dikin ku êrîşên li hember cenaze û goran kiryareke li derveyî mirovatiyê ye. Ne layiqî sedsala 21. ye û em bi tundî şermezar dikin.”