Çeteyên Kurd ên Qesra Erdogan
Çeteyên veşartî yên Recep Tayip Erdogan (RTE) tenê ji wan kesên ku ji Tirkîstana Rojhilat, Kirgizîstanê, Asyaya Navîn anîne pêk nayê, li gel van çeteyên wî yên veşartî yên ku ji Kurdan pêk hatine jî hene.
Çeteyên veşartî yên Recep Tayip Erdogan (RTE) tenê ji wan kesên ku ji Tirkîstana Rojhilat, Kirgizîstanê, Asyaya Navîn anîne pêk nayê, li gel van çeteyên wî yên veşartî yên ku ji Kurdan pêk hatine jî hene.
Çeteyên veşartî yên Recep Tayip Erdogan (RTE) tenê ji wan kesên ku ji Tirkîstana Rojhilat, Kirgizîstanê, Asyaya Navîn anîne pêk nayê, li gel van çeteyên wî yên veşartî yên ku ji Kurdan pêk hatine jî hene. Van çeteyan sala 2012’an êrîş anîne ser Taxa Eşrefiya ya Helebê û navên xwe ragihandin. Ji wê rojê û heta niha ev çete bi navên cihê derdikevin holê. Ev kes herî dawî di nav ‘Mertala Firatê’ de hatin dîtin ku bi plana dagirkirina Sûriyê û Rojava hatibû avakirin.
Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, RTE bi navbeynkariya hin hêzan li Rojava ji Kurdan çeteyek ava kir. Ev koma çete carinan aktîf dibe û dema ku karê wan diqede wan davêjin hêlêkê.
Kesên ku RTE ew kirine çete, carcaran derdikevin holê û car caran wan li qiraxan dihêle, ji derdora Ezaz, Raî, Exterîn, Şehba û Babê hildibijêre.
Li derdora Helebê ji van kesan pêşî bi navên Azadî û Selahattîn du kom dane çêkirin. Pratîka van komên ku 2012’an hatin avakirin, ew bû ku Îlona 2012’an bi êrîşkirina ser taxa Kurd Eşrefiyê navên xwe ragihandin. Piştre li Qestel Cindo, Til Hemis, Til Birak, Serêkaniyê û li gelek deverên din di nav AAS(‘’Artêşa Azad a Sûrî’’) de cih girtin û êrîş birin ser bajar, bajarok û gundên Kurdan.
DEMA KU CEPHET EL EKRAD AVA BÛ TI BANDORA VAN NEMA
Ev komên çete yên ku ji Kurdan hatibûn avakirin, dawiya sala 2012’an dema ku li derdora Helebê û Şehbê El Ekrad hate avakirin, bandora xwe ji dest dan. Lê RTE vê carê jî ji van koman hin kes hilbijartin, bêhtir razemînî li wan kir û bi navên din komên nû bi wan dane avakirin.
USTAZ MAHMÛT: MAHMÛT HAMO Û KOMA WÎ KETAYÎB BAZ
Dema ku El Ekrad ava bû û xurt bû û li Şehba, Heleb, Ezaz, Cerablûs, Minbic, Babê rêxistiniya xwe xurt kir, Azad û Selahattîn xilas bûn. Piştî ku Selahattîn û Azadî xilas bûn, RTE bi yek ji damezirînê Azadî, ku weke Mahmût Hoca tên asîn, bi Mahmût Hamo komeke bi navê Ketayîb Baz da avakirin. Peywira sereke ya vê komê weke şerê li dijî Cephet El Ekrad hate diyarkirin. Lê kom bi ser neket. Ji bo ku bi ser neket jî damezirînerê wê Mahmût Hamo avêtin qiraxan. Tirkiye piştî ku plana Cerablûs, Raî, Til Rifat, Şehba, Bab û plana dagirkirina Rojava danî, RTE û fermandarên wî Mahmût Hamo dîsa anîn ser kar. Bi vî awayî jî Mahmût Hamo ji bo koma Ketayîb Baz ku tasfîye bûye 50 şervanên bi meaş peyda kir û tevlî nav koma Sultan Murad bû.
Ustaz Mahmût ango Mahmût Hamo, ji Exterînê, gundê Şiverinê ye, Kurdekî ji êla Reşwan e. Tirkî û Erebî baş dizane. Di nav komên ku di nav ‘’Mertala Firatê’’ de cih digirin, weke berdevkê Tirkiyê tê qebûlkirin. Hamo li Bab, Şehba, Cerablûs û xeta Raiyê bi hêmanên ast bilind ên MÎT’ê re tevdigere. Wêne û dîmenên ku bi van hêmanan re di nav têkiliyeke germ de ye hene. Hamo niha bi fermandariya artêşa Tirk û şefên MÎT’ê re tevdigere û li mintiqeya Babê peywirdar e.
JI GUNDÊ XÛZÊ ŞÊX MUSTAFA
Niha kesekî din yê ku di nav koma Sultan Murad de cih digire, di nav kordîneya hêzên dagirker de ye, Şêx Mustafa yê ji gundê Xûzê ye, ku li navbera Ezaz û Exterînê de dimîne. Navê rastî yê Şêx Mustafa Mustafa Xidir Smaîl e. Kadroyekî Birayê Misilman e. Ji kontenjana vê kadroyê bi salan li Erebîstana Siûdî perwerde dît. Li Erebîstana Siûdî hate amadekirin. Şêx Mustafa li nav Nûsra di asta rêveberiyê de gelek peywir kirine. Dema ku Exterîn di bin dagirkeriya Nûsra de bû, berpirsê Nûsra bû, li Exterînê. Berpirsyariya wî tenê bi Exterînê re ne sînordar bû. Berpirsê derdora Exterînê û Soran û Dabikê bû. Dema ku DAIŞ’ê Exterîn û deverên din ji Nûsra stand, Exterî berda û çû Tirkiyê. Bi plana dagirkirinê re, dîsa erk danê û anîn qadê.
MEHMÛT XELO YÊ JI AZADÎ (EBÛ HEMZE)
Yek ji çeteyê din ê Kurd ku di nav ‘’Mertala Firatê’’ de cih digire û xwedî erk e, ji gundê Qibbesinê Mahmût Xelo ye. Mahmût Xelo di nav hêzên dagirker de weke Ebû Hemze tên asîn.
Xelo yek ji endamê damezirîner ê koma Selahatîn e ku êrîş dianî ser Eşrefiye. Li hêla Şehba weke bermahiya Selahattîn tê binavkirin.
Xelo berê jî, di rewşeke wiha de ku çeteyên bi navê pêşmergeyên Rojava biketana Rojava wê bihatana erkdarkirin û bibûya berpirsê ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ li herêma ŞehbayÊ. Dema ku ferzkirina ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ tin encam nestand bi paş ve hate kişandin. Bi plana dagirkirina Rojava di nav koma Sultan Murad de hate peywirdarkirin. Niha li Bab, Şehba yek ji plangerê artêşa Tirk û çeteyên wan kar dike.