Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ'ê hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ ên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê cenazeyên şervana YPJ'ê Agirî Kobanê(Delal Osman), şervanên YPG`ê Birûsk Lihênî(Yûsif Osman), Şahan Çavşîn(Emîn Mihemed) û Şervan Efrîn(Seîd Ardal) ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de li bejahiya Reqqayê jiyana xwe ji dest dan, ji ber nexweşxaneya leşkerî wergirtin û bi karwanek ji sedan wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dîcle ve birin.

Beriya gihîştina goristanê hevrêyên şehîdan darbest hilgirtin ser milan û bi meşê ketin nava goristanê. Li vir şervanên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Di merasîmê de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Endam û Serokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û şervanên YPJ û YPG`ê amade bûn. Kobaniyan alên YPJ/YPG, wêneyên şehîdan û Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmên diloziya bi şehîdan re qîriyan.

Piştî merasîma leşkerî Serokê Desteya Dadê Bekir Cerade axivî û da zanîn ku bi saya xwîna şehîdan serketin tên bi dest xistin.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî jî axivî û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî dagirkirina dewleta Tirk  bibin yek û rê nedan ku dewleta Tirk axa Sûriyê dagir bike.

Birayê Birûsk Lihênî Osman axivî û got: "Em hêvî dikin ku xwîna şehîdan rêya yekkirina Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê vebike û soz didim ku ez ê rêya birayê xwe berdewam bikim."

Di berdewama merasîmê de nasnameyên şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatê hatin kirin.