Cenazeyê şehîdê ragihandina YPG’ê Heqî hate veşartin

Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê Heqî Bagok ê ragihandina YPG’ê ku di encama bombebarana balafirên Tirk ên li ser herêma Qereçox re şehîd bibû, li Goristan Şehîd Dilşêr veşartin.

Karwanê şehîdê rojnamevan Heqî Bagok ji bajarê Qamişlo ber bi bajarê Tirbespiyê ve hate birêkirin. Karwan li bajarê Tirbespiyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin û cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Di merasîmê de, nûnerên Rêveberiya Xweser, hevalên şehîd Heqî yên ku di encama bombebaranê de birîndar bûne û nûnerên Yekîtiya Ragihandina Azad, amade bûn.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Tirbespiyê Mihemed Zekî axivî, sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Rojava re xwest û got: ″Bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê, evqas serkeftin pêk hatin û planên diminan hatin pûçkirin.″

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed jî derbarê helwesta koalisyona navneteweyê ya li hember destwerdanên AKP′ê yên li ser herêmên Rojava de axivî û wiha got: ″Koalisyona navneteweyî bi hevkariya QSD′ê şerê çeteyên DAIŞ′ê dike, YPG′ê jî parçeyek ji QSD′ê ye. Ji ber vê yekê divê koalisyon di şerê li dijî komên çete û hedef kirina navendên YPG′ê ji aliyê balafirên Tirk ve, destek bide YPG′ê. Divê koalisyona navneteweyî helwesta li hember faşîzma Tirkiyê zelal bike û xwest ku li ser herêmên Bakurê Sûriyê qedexeya ragihandina balafiran were ragihandin.″

Bavê şehîd Heqî, Celal Hisên jî diyar kir ku şehîd Heqî soza ku dabû şehîdên azadiyê pêk anî û got: ″Heqî di destpêka şoreşê de mamosteyê zimanê Kurdî bû, di 2014′an de beşdarî nava refên YPG′ê bû û di Buroya Ragihandina YPG′ê de xebitî. Em soza domandina têkoşînê didin.”

Piştre nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê heqî bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.