Cenazeyê ku bi rojan li bejahiyê mabû gerîlayan anî

Cenazeyê gundiyê ku li bejahiya Gundê Sundê ya girêdayî Amêdiya ya bi ser Dihokê ku di 3’yê Adarê de ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû qetilkirin, ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve îro ji herêmê hate girtin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê gundiyê ku li bejahiya Gundê Sundê ya girêdayî Amêdiya ya bi ser Dihokê ku 3’yê Adarê di encama bomberdûman balafirên şer ên Tirk ve hatibû qetilkirin, ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve ji herêmê hate girtin û radestî malbatê kirin.

Dema ku gerîlayan cenaze girtin, artêşa Tirk bi çeka sekvaniyê, hewan û obusan êrîşî herêmê kirin.

Gerîlayan li cihê ku cenaze dîtin, hilgirtin cihê bi ewle û piştre jî radestî malbatê kirin.

Ji bo girtina cenaze jî bi sedan kes ji gund û bajarên derdor kom bûn û cenaze ji gerîlayan girtin.

Birayê gundiyê ku hatibû qetilkirin li vir axivî û wiha got: “Gerîlayan ji bom e got; “em 20 şehîdan jî bidin, em ê cenaze ji herêmê derxînin, ji ber ku ew şehîd şehîdê me ye.” Ji bo cenazeyê me anîn radestî mekirin em spasiya wan dikin.

Piştre jî cenaze bi konvoyekî ji sedan wesayîtan pêk dihat, ber bi bajarê Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê ve ketin rê.

Gerîlayên HPG’ê, li bejahiya Gundê Suncê dema ku êrîş hate kirin, birîna kesê birîndar jî bibû pêçabûn.