Celaliyan birin cihekî nediyar

Rejîma Îranê girtiya siyasî Zeynep Celaliyan birin cihekî nediyar.

Rejîma Îranê, girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan doh bi şev ji girtîgeha li Kirmaşanê derxist û bir cihekî nediyar.

Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên rejîma Îranê doh bi şev ketin koxûşa jinan a Girtîgeha Kirmaşanê û girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan bêyî ku agahiyê bide wê, birin cihekî nediyar.

Zeynep Celaliyan ji dema veguhastina ji girtîgehên Kirman û Kirmaşanê, ji ber kelepçekirinê û bi erdê re hate kişandin, mil û lingê wê birîn bûne.