Canan Ûzûnay: Gel wê qeyûman ji holê rake

Namzeta Hevşaredariya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Canan Ûzûnay destnîşan kir ku gel wê xwedî li îrade û destketiyên xwe derkeve û di 31'ê Adarê de qeyûman ji holê rake.

Namzeta Hevşaredariya Rêya Armûşê ya ji DEM Partiyê Canan Ûzûnay diyar kir ku qeyûm xizmetê ji gel re nake û got, piştî ku hate hilbijartin weke karê destpêkê wê ji bo jinan û Kurdî bixebite.

Rêya Armûşê bi nifûsa xwe ya ji 350 hezar kesî navçeya herî mezin a Wanê ye. HDP'ê di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de bi rêjeya ji sedî 55'an şaredariya navçeyê bi dest xistibû. Di Mijdara 2019'an de hevşaredar hatin girtin û li şûna wan qeyûm hate danîn.

Di pêşhilbijartinê ya DEM Partiyê de Canan Ûzûnay û Cevdet Altindag ji bo namzetiya hevşaredariyê hatin hilbijartin. Ûzûnay sala 1998'an li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû. Di navbera salên 2016 û 2018'an de karên ciwanan, jin û taxan meşand. Di navbera salên 2019 û 2023'an de Hevserokatiya Navçeya Rêya Armûşê ya HDP'ê kir. Canan Ûzûnay anî ziman ku ew ji aliyê îradeya şandeyek ji 5 hezar kesî ya ji şêniyên Rêya Armûşê, xebatkarên partiyê û rêxistinên civakî yên sivîl pêk dihat, hatiye hilbijartin. Canan Ûzûnay got, "Her hevalên me yên serlêdan kirin gelekî hêja bûn û şande xwedî li wan derket."

QEYÛM DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ YE

Canan Ûzûnay anî ziman ku di dema hevserokatiya navçeyê de wê heftane û mehane serdana malbatan dikir û got, "Di halê hazir de ev karên me dewam dike. Malek, mirovek wê nemîne ku me serdana wan nekiriye. Qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Mejiyekî welê heye ku qeyûman li şûna qeyûmên xwe jî datîne. Armanc û derdê wan xizmeta ji bo gel nîne. Rêya Armûşê navçeyeke mezin e, em ê bi dînamîk û şêniyên vî bajarî re bibin yek. Bêguman projeyên me hene. Bi taybetî em ê ji bo jinan, navendên jiyanê û bazarên taxan bixin meriyetê. Ji bo zarok û ciwanên me yên ji çand û zimanê xwe hatine dûrxistin em ê giraniyê bidin ser kreşên zarokan û kûrsên zimanê Kurdî. Şêniyên Rêya Armûşê wê xwedî li îrade û destketiyên xwe derkeve. Bi piştigiya mezin a gelê me di 31'ê Adarê de em ê qeyûman ji holê rakin."