Boykota mamosteyên li Başûrê Kurdistanê dewam dike

Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ku nikarin mûçeyên xwe werbigirin, li gelek bajaran çalakiya boykotê kirin.

Li gelek deverên Herêma Kurdistanê mamoste daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin. Mamosteyan ragihandin ku heta hemû daxwazên wan neyên pêkanîn xwepêşandan wê berdewam bin û gotin zext û gef li pêşiya daxwazên me nabe asteng.

Zêdetirî 4 mehane xwepêşandan û boykotên mamoste û karmendên li Germiyan, Helebce, Silêmaniyê, Raperîn û Koyê berdewamin. Îro mamosteyên nerazî yên li Helebce, Germiyan, Koye û Raperînê li ber Rêveberiyên Perwerdeyê yên herêmên xwe kom bûn û xwepêşandan lidarxistin.

Di xwepêşandanê de mamosteyan ragihandin ku vê desthilatê bi awayekî bêwijdanî bi rêya zêdekirina bacê û zêdekirina nirxê pêdawîstiyan, mamosteyan ji mafên wan ên herî bingehîn ku mûçeyên wan in, bêpar kirine.

Her wiha mamosteyan bang li hikûmetê kir ku di zûtirîn dem de bersiva daxwazên wan ên tayînkirina mamosteyên bi peyman û di dema wê de dayîna mûçeyan bide.

Mamosteyan tekezî kirin ku zext û gef wê li pêşiya daxwazên mafên wan nebe asteng.

Hêjayî gotinêye ku Wezareta Perwerdê ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî serrastkirina proje yasaya bûdceya Iraqê, ewê ji 5 daxwazên mamosteyan 2 jê pêkbînin, ku fikarên mamosteyan çêkiriye û biryara berdewamkirina xwepêşandanê didin.