Bi hiqûqa dijmin terkî mirinê kirin

Hevrokê TUHAY-DER'ê ya  Wanê Başak got hikûmeta AKP-MHP'ê li gorî xwe pênaseyeke 'teror'ê kiriye û di serdemeke wiha de ku bi girseyî mirov dimirin bi hezaran mirov terkî mirinê kirine.

Hevserokê TUHAY-DER'ê ya Wanê Kinyas Başak li ser yasaya înfazê ya ku li Meclîsa Tirk hatî qebûlkirin û bi hezaran girtiyên siyasî  li derveyî xwe hiştî, got ji bilî hiqûqa dijmin, bi tiştekî dî nikare were vegotin.

Başak got hikûmeta AKP'ê biryareke wiha ku di maweya dirêj rîksê li ser civakê çêdike ji Meclîsê derxistiye. Başar got 'efûya qismî' ya navorî li dijî rêgeza wekheviyê ye û got, ''Desthilata AKP-MHP'ê li gorî xwe pênaseyeke 'teror'ê kirine û nexasim di vê serdemê de ku bi girseyî mirov dimirin bi hezaran mirovVên me terkî mirinê kirine.''

Başak her wiha got beriya niha jî bi guherîneke wiha ya yaasayî endamên 'Hîzbûlkontra' berdabûn û got, ''Bi aşkereyî parstina kujerê alîgir, terorîst û êrîşkariya cinsî ye. Li girtîgehan berpirsê rewşên neçê yên ku wê werin jiyîn wê hikûmeta AKP'ê be. Ez bang dikim ku raya giştî ya demokratîk bihistyar be û piştevanê bi hezaran girrtiyên siyasî bin.''

Başkar her wiha got bi vê qanûê re li hiqûqa dijmin a li dijî Kurdan jî raxistine ber çavan û ti sedemeke dî nîne ku bi hezaran girtiyên siyasî li derveyî vê bihêlin.