Bêyî ku şer hebe polîsan gule reşandin

Tê gotin Mûrat Çelîk ê ku dema bi 3 zarokê xwe û hevjîna xwe li malê bû hatî kuştin, bêyî ku şer bibe hatiye înfazkirin.

Li ser kolana Sitki Goral a taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyas a Amedê di xaniyekî de dema ku polîsan bi ser malekê de girtin dengê çekan hat. Tîmên taybet ku hemû kuçe û avahî dorpêç kirin, piştî ku ketin mala Mûrat Çelîk ku bi 3 zarokê xwe û hevjîna xwe re dijî dengê çekan hat.

ZAROK HEBÛN

Walîtiya Tirk a li Amedê got li malê şer derketiye, 1 tîmê taybet hatiye kuştin, 9 tîmên taybet jî birîndar bûne û kesekî di malê de jî hatiye kuştin.

Piştî şer hevjîna Çelîk û zarok ji malê hatiye derxistin, diya çelîk ku li heman taxê dijî hatiye binçavkirin.

Şêniyên taxê diyar kirin ku beriya serdegirtina bi helîkoptêr û wesayitên zirxî şer çêbûye û piştre bi ser malê de girtine.

ŞAHID: BÊYÎ KU ŞER HEBE POLÎSAN GULE REŞANDIN

Diyar bû ku piştî ku şer dest pê kir sekvan li ser avahiyan hatine danîn û piştre polîs ketine malê. Şahidekî ku ji şaneşîna mala xwe li bûyerê dinerî, got piştî ku dengê çekan qut bûye kesekî ku li malê dimîne derketiye şaneşînê, destê xwe rakirine hewayê lê piştre polîsên ku çûne şaneşînê ew kes kuştine.

Şahid dibêje kesê ku hatî kuştin Mûrat Çelîk e, li gel ku Çelîk destê xwe rakiriye jî hatiye kuştin.

Diyar bû ku polîsên lêkolînên xwe qedandin û karkerên paqijiyê yên Şaredariya Kayapinarê birine malê û peywirdar karê paqijiyê dikin.

Li herêmê dorpêç didome.