Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 31'ê de ye

Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 31'ê de ye. Endamên TÎHV'ê serdana malbatê kir û piştgirî da wan.

Çalakiya nobedê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza 'Edaletê' ya li ber Edliyê Rihayê di roja 31’emîn de dewam kir. Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata Şenyaşar a li ber Edliyê dewam dikin. Şandeyeke Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Mûrat Aba jî di nav de, bi armanca piştevaniyê malbat ziyaret kir.

Dayika Emîne Şenyaşar, komkujiya li nexweşxaneyê rû da û mehek çalakiya xwe ya nobeda edaletê ji şandeya TÎHV’ê re vegotin. Şenyaşar diyar kir ku 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dan kurê wê Fadil Şenyaşar û wiha got: "Bi awayekê bêhiqûqî kurê min girtiye. Ez dixwazim wî serbest berdin. Em li vê derê ji bo edaletê rûdidin. Lê tim mudaxileyî me dikin. Ez nikarim li malê rûnim. Me mehek dû xwe hişt. Heya ku edalet neyê bi cih anîn, salekê jî dewam bike, ez ê dîsa li vê derê rûnim. Ji xwe ev 3 sal in ez najîm. Ew min bikujin jî, ez ê  li vê derê bim. Kesên em qetil kirin bigirin."

Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan a walîtiyê, tenê ji bo wan derbasdar e û wiha bilêv kir: "Me daxwazname da dozger. Em li benda encamê ne. Têkoşîna me dewam dike. Em rastî hemû mûameleyên xirab tên. Bûyer bi hev re girêdayî ye. Bersûc heman kes in, lê dosye kirine du dosye."

Şenyaşar dest nîşan kir li holê komkujiyek heye û wiha got: "Dozger ji me re gotibû, 'Me 23 kes tespît kirin'. Wê demê ya pêwîst bikin. Ma hûn li benda çi ne?"

Pisporê Xizmeta Civakî yê TÎHV’ê Mûstafa Altitop ê cihê xwe di şandeyê de girt jî, qala armanca serdana xwe kir û wiha got: "Ji bo piştevaniyê em hatine vê derê. Em hêvî dikin ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de, tişta ji destê me bê em ê bikin. Em amade ne, piştriya we bikin."