Berxwedana li Amedê kete roja 20'an

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê kete roja 20'an. Îro Malbatên Geziyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê li Kolana Lîseyê ya li dijî darbeya qeyûm a 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê di roja 20'an de bi tevlêbûna parlamenter û hevşaredarên HDP'ê, rêveberên ESP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel didome. Nobet îro bi dirûşma ''Amed a me ye, rûmeta me ye'' û bi çepikan dest pê kir.

Di roja 20'an a berxwedanê de ji malbatên Geziyêbavê Alî Îsmaîl Korkmaz Şahap Korkmaz, dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayika Berkîn Evlan Gulsum Elvan û bav Samî Elvan, dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk û dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildrim hazir bûn, ku Yildirim li Licê dema ku avakirina qeleqolan protesto dikir ji hêla leşkeran ve hatibû şehîdkirin.

Malbat bi pankarta ku wêneyên kesên ku hatine kuştin lê hebû heta bi Kolana Lîseyê meşiyan, bi dirûşman gotin, ''Li dijî faşîzmê mil bi mil''. Malbatên ku hatin nobetê ji hêla gel ve bi çepik û lîlandinan hatin pêşwazîkirin.

Tê payin daxuyaniyeke çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê bidin.