Berpirsyarê DAIŞ'ê yê Wanê hat berdan, lê Şaredar girtî ye

Dadgeha Tirk biryar da ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya girtî bimîne. Dadgehê her wiha 17 endamên DAIŞ'ê ku berpirsyarsê DAIŞ'ê yê Wanê Fatîh Barût jî di nav de ye, berda.

Li Wanê di nava du hefteyan de du rûniştinên cuda yên dadgehê pêk hat. Yek ji van rûniştinan darizandina Hevşaredar Bekîr Kaya bû, ku bi 75 ji sedî yê dengê gelê Wanê hate hilbijartin. Ya din jî darizandina 17 çeteyên DAIŞ'ê bû, ku di nav de berpirsyarê DAIŞ'ê yê Wanê Fatîh Barût jî heye.

17 kesên ku 4 meh berê li Wanê di operasyonekê de hatin binçavkirin û di qeyda polîsan de yek ji wan weke Berpirsyarê DAIŞ'ê yê Wanê Fatîh Barût derbas dibe, derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Tirk biryar dan ku van 17 çeteyên DAIŞ'ê berde.

Ev berdan bi rengekî veşartî hate kirin. Lewma nayê zanîn bê çawa û bi çi rengî hatine berdan.

Rûniştina darizandina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî duh pêk hat. Dadgeha Tirk di vê rûniştinê de biryar da ku Kaya girtî bimîne.